Ramyarî

Mala Êzîdîyan li Leer Ostfriesland vebû

Semsedin Tunc · 02.08.2008 · 2 dîtin

Sipasname: Mala Êzîdîya li Ostfriesland ( Leer ) vebû!!!Biştî 18 Salan Mala Êzîdîya li Bajarê Leer (Moormerland) bi Coşeg xweş û geş vebû.Komela Êzîdîyê Leer di Sala 1990 da li bajarê Leer Ostfriesland di bin gelek astangiyan de hata damezirandin. Biştî damezirandina Mala Êzîdîyan li Leer çavên Êzîdîyan vebûn û li gelek bajrên Almanya Komelên Êzîdîyan vekirin.weka Yekîtiya Êzîdîyên Kurdistan, komela Êzîdî û Zerdeshtîyan li Bonn, Komela Êzîdîyan li Celle û der û dorên wê, Komela Êzîdîyan li Oldenburg, Komela Êzîdîyan li Bergen, Komela Êzîdîyan li Emmerich, Komela Êzîdîyan li Achim, Komela Êzîdîyan Kalkar, Komela Kaniya-sipi li Bilefeld, Komela Êzîdîyan li Berlin, Platforma Êzîdîyan li Celle, yekîtîya Ciwanên Şerfeddin li Sulingen û gelek Komelên din…Hinek ji van Komelan bûn Xwedî Malên Êzîdîyan, mîna Mala Êzîdîyan li Oldenburg, Mala Êzîdîyan li Celle, Mala Êzîdîyan li Emmerich û Mala Êzîdîyan li Essen (Giessen).Di 13.07.2008 da li Bajarê Leer Ostfriesland Mala Êzîdîyan bi Coşeg xwaş û geş bi Alîkarîya Êzîdîyan, û bi beşdariya çend kesayetên Oldar û rîsipî ji herdu Olan Êzdî û Xiristiyan, berpirsiyarên hindek damûdezgehên Elman yên herêmê, jimarek mezin ji xelkên deverê û çend Hunermendên nirxbuha hata vekirin.Di vekirina Mala Êzîdîyan de bi rêz Kamiran Beg ji mala Mîra, Peşîmam Şêxmûs Deniz, Faqîr Hesan ji Bilefeld, Pîr Dawid, Şêx Welîd Kavilbêsh, Kek Mervan Şêx Mary, Bürgemeisterê Moormerland, Berpirsiyarên Ciwanan (Jugendamt), Polizei Oberkomisarsvetreter, berpirsiyarên Dêran, Mamosteyên Alman û gelek rîsipîyên Êzîdîyan amade bûn.Her weha weka Hozan jî Kek Hozan Alan, Kek Nicmeddin Agirman, Halis can, Koma pîra û Hamarê pîra ji Fransa beşdarî bernama vekirina Mala Êzîdîya bûn.Her wiha weka Mala Êzîdîyan li Celle , Ciwanên Şerfedîn, Mala Êzîdîyan li Oldenburg, Bingeha Laliş li Almanya, Komela Êzîdîyan li Kalkar beşdarî vekirina Mala Êzîdîyan bûn.Ji layekî din ve jî, em sipasiya ewan kesayet û damûdezgehên ku birûskên pîrozbahiyê ji me re hinartine jî dikin.Bi vê helkeftinê em li ser navê komîteya birêvebir û li ser navê hemî endamên mala Êzîdiyan li Leer (Ostfriesland), sipasiyên xwe yên pir germ arasteyî hemî kesên ku keda wan, alîkariya wan, dostaniya wan, beşdariya wan di vekirina vê malê de derbasbûya ji dil û can dikin. Em ji Xwedê û Tawisî melek hêvî dikin ku em karibin di riya baş de xizmeta hemî merovanetiyê û ya Ola xwe bikin.Em kêm in Xwedê temam e Mala Êzîdîyan li Leer Komîta kargêrElmaniya / Leer 01.08.08

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.