Ramyarî

Makenzînî: Emerîka dê lêdanek leşkerî li dijî Îranê encam bide

Rojhat · 13.10.2006 · 2 dîtin

Serokê berê yê çekên asîmaniyên Emerîkayê general Tomas Makenzînî ragihand ku heger pêkolên dîplomatîkên ji bo ragirtina bernameya navokiya Îranê bi ser nekevin, Emerîka dê lêdanek leşkerî li dijî Îranê encam bide. Weha jî got ku divê ev lêdan ji payîza sala bihê derbas nebe û heger weha nebe, dê derfet ji Îranê re çê bibe ku çekên navokî dirust bike. Makenzînî ji rojnameya Yedî`ot Ehronot a Israyîlî re ragihandibû ku heger ji niha û heta payîza sala bihê ve, ew pêkol bi encam nebin, dê Emerîka hêza leşkerî di sala 2007 de li dijî Îranê bi kar bihîne.Makenzînî got.. nêzîkî 1500 armancên leşkerî di nêv Îranê de hene, ku divê ew li wan bidin û di nêv 24-36 demjimaran de nemînin. Armanca wan jî ew e ku zirar li bingehên pêşxistin û berhemanîna çekên navokî bikeve, ku bi kêmanî bihêle ji niha û heta pênc salên din jî bernameyê navokiyê Îranê ji kar bikeve. Makenzînî got ku di êrîşa yekem de em dê hêza asîmaniya Îranî bipelixînin û zirareke mezin li çekên asîmanî bixin û ji bo ku Îranê nikaribe rokêtan bi ser Îsrayîlê de bibarîne, em dê rokêtên Îranê – bi taybetî roketên Şihab 3 – bipelixînin.Makenzînî 35 salan di hêza çekên asîmaniyên Emerîka de kar kiriye, posta serokê bilindê çekên asîmaniyên Emerîka bi dest xistiye û niha jî wek lêkolerekî siyasî di torra FOX a Amerîkayî de kar dike. Kurdistantv

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.