ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 18.06.2009 · 2 dîtin
Duhî serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi amadebûna cîgirê serokê herêmê Kosret Resûl, digel serokê lîsteyên ku dê beşdarî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bibin, civiya. Di destpêka civînê de serokê herêmê got:”Hêvîdar im prosesa hilbijartinên Kurdistanê bi awakî şefaf û azadane bi rê ve biçe.Îro derfeteke baş bo gelê Kurdsitanê hatiye hole ku pêdivî ye ew derket bê parastin.”Serokê herêmê di civînê de got:“Rast e bîr û boçûnên cida hene di nav civaka Kurdistanê de ku ev jî tiştekî şuriştî ye lê divê sîberek hebe ku me hemûyan kom bike ew jî parastina berjewendiya bilind a gelê Kurdsitanê ye.”“Serfirazî ye bo me wekî gelê Kurdistanê bi gişt pêkhateyan ve bigehin wê asta demokrasiyê û bi rêya sinduqa dengdanê nûnerê xwe di parlamentoya Kurdistanê de hilbijêrin û bi rêya wê parlamentoyê jî reform û guherînên pêwîst pêk bînin.Ya ku cihê dilxweşiyê ye bo me , me bi xwe daxwaza çavdêrîkirina hilbijartinan kir û me digel Yekîtiya Ewropayê, hemû welatên Ewropayê û rêxistinên civaka medenî qise kiriye ku beşdarî çavdêrîkirina prosesa hilbijartinan bibin.”“Em hemî kurdistanî ne û divê bi yekçav li hev binêrin, me hemûyan hukmê be’asê dîtiye lewra eger kurdistaniyek bibe serokê herêmê an bibe endamê parlamentoyê divê ji bo me hemûyan bibe cihê dilxweşiyê ye.Divê hemû alî rêz li encamê hilbijartinan bigire, her kes jî azad e ku xwe bo posta serokê herêmê namzet bike û qanûna hilbijartinê jî ew maf daye her kurdistaniyekî li gor mercên ku daniye lewra kes nikare rê li ber kesî bigire.” Serokê herêmê daxwaz ji serokê lîsteyan kir ku li şûna ku hev teşhîr bikin, hevkariya hev bikin û Kurdistanê bigehînin qonaxeke pêşketîtir.Serokê herêmê gotegota ku hatiye belavkirin jî red kir ku qoya hikûmeta herêmê çendîn karmend û fermanberên hukmî ji ber bîr û ra û helwesta wan a siyasî ji kar derxistiye, got:” Nabe tu fermanberek li ser helwesta wî ya siyasî bê derxistin.” Di dawiya civînê de serokê lîsteyên ku dê beşdarî hilbijartinan bibin, ra û boçûnên xwe yên derbarê çendîn meseleyên li ser hilbijartinan de aşkere kirin û jib o rêgirtin li rûdana bûyerên nebaş pêşniyar hate kirin ku beşeke taybet bê damezrandin.pUKMEDIA
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.