ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 30.10.2005 · 2 dîtin
Xwendevanê Kolejê yasa ê Zankoyê ( Üniversite ) Kerkuk meşek li darxistin. Meşa xwendevanê Zanko heta ber serokatîya Zanko berdewam kir. Li ber serokatîya Zankoya Kerkuk, xwendevanên Kûrd çend daxwazîyên bilind kirin. Daxwazîya xwendevanên Kûrd, Vekirina besê Zimanê Kûrdî li zankoya Kerkuk kû karibên bi zimanê dayîk bixweynên, îmtîhan u bersîv bi zimanê Kûrdî be..hwd. Xwendevanên Kûrd daxwazîyên xwo dan serokatîya Zankoya Kerkuk. Cîgirê Serokê Zankoya Kerkuk demê girtina daxwazîyên xwendewanan tistek zelal kir u got: Sala par ji bo ev pirsgirêk were careserkirin me dawa li Wezîrê Perwerde kir lê mixabin, wezaret daxwazîya qebul nekir. Ji bo careserkirina ev mesele carek din emê daxwazî li wezaret bikin, ji ber dawa we dawayekî raste. Cigirê serokê zankoya Kerkuk ji bo daxwazîya xwendevanên Kûrd bi cîh were ewê van daxwazîya bibin hûkumeta herêma Kurdistan u parêzgayê Kerkuk. Mamostayek Kûrd li Zankoya Kerkuk ji bo Aso agahdar kir kû wan, pirsgirêka zimanê Kûrdi li zankoya Kerkuk, nebuna Mamostayê Kûrdîye. Li gor agahdarîya Mamostayê Kûrs niha 35 Mamosta li zanko kardikin ji vana 21 kes Erebin. Pêştêr jî Zankoya Kerkuk dawa li herdu îdareya Hûkumeta herêma Kurdistan kiribun lê heta niha tê bersîv negirtine u tê Mamostayê Kûrd nehatine Kerkuk. XandanWerger: Rojhat Badikî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.