Ramyarî

Li zanîngeha Îndiyana zimanê Kurdî bi fermî tê naskirin û xwendin

Rojhat · 29.09.2006 · 2 dîtin

Zanîngeha Îdiyana li Emerîka di beşê zimanên biyanî de korseka xwendinê bo zimanê Kurdî zêdekiriye bi rêzmana kurdî ku li Iraqê û Iran û welatên din yên di rojhilata navîn de pê di axafin. Berpirsên wê zanîngehê ragihandin: Ew korse bi rîzmanê Kurdmancî ye zaravê ku pirraniya Kurdan pê di axifin û hejmara wan dighê 30 milyon kes.  Li gor gotina Con Wolbirêc serokê beşê kultor û zimanên rojhilata nêzîk, devera Kurdên bakurê Iraqê berve pêş dene û deverên kurdên Turkiya yê berve tenahiyê derin û eve jî keyseke bo bigerxistina xwendekaran, xwendin tê de hêsantir dibe, çûnkî Kurd fakterekî girînge di rojhilata navîn û di pêşerojê de.  Hêjayî gotinê ye, di vê korsê de 10 xwendekarên biyanî beşdarî tê de dikin, bi kutahî ya waneyan, xwendekar şiyana wan dibe axaftinê digel wan kesan de bikin yên ku Kurdin, herweha dikarin bi rêzimana kurdmancî dariştinê bikin û bi xwîn in û binivsaîn in. Marsa Hêld ku derçûyekî zimanê Erebî ye, hevkar û alîkar bû, bo rêxistina wê korsê û got: Bi rastî girînge ev ziman dan pê were kirin û bê parastin. PUKmedia:Amade kirin/Feyzolla Birayîm Xan   Çavkanî: Associated

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.