ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 03.09.2006 · 2 dîtin
Li gora daxuyaniyeke Komîteya Mafên Mirovê Kurd li Sûriyê / MAF, wê di 22 vê mehê de Kurdê bi navê Ebdilezîz El-Cerah were bi darvekirin. Komîteya MAF di daxuyaniya xwe de diyar dike ku, Ebdilezîz bi kuştina kesekî Baasî yê bi navê Mihemed Yeqîn tê tewanbarkirin.Li gora daxuyaniyê, Yeqîn ji ber ku hevkarî bi hêzên ewlekariya Suriyê re dikir, wî dast daniye ser bi qasî 350 hêktar axa xelkê navçeyê û bi zorê pez ji wan standine û 15 hezar darên wan jêkirine...Komîteya Mafên Mirovê Kurd li Sûriyê radigihîne ku tê gumankirin, di sala 2000 de, Yeqîn ji aliyê hinek kesan ve hatiye kuştin.Piştî wê bûyerê, ji wan gundan 167 jin û mêr hatibûne girtin.Wê demê 2 kes di bin îşkencê de hatibûne kuştin, yek ji wan Mihemed El Cerah û yê din jî Hesen Osman bû.Komîteya MAF diyar dike ku, Piştre 5 sal li 21 kesan ceza hatibû birîn û biryara bidarvekirina 8 kesan hatibû dayîn.Ji wan 8 kesan yek di zindanê de ye û ewê roja 22 vê mehê were bi darvekirinEbdilezîz El-Cerah ji bajarê Tiltemir ya Hesîçe ye.Komîteya MAF ji saziyên mafên mirovan yên navnetewî daxwaz dike ku ew hewl bidin Ebdilezîz El-Cerah ji îdamê rizgar bikin...Avesta
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.