ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
xerxwaz · 15.09.2007 · 2 dîtin
Li Şingalê xwedî derkevin, Bangewazî ji bo hemû hêzên demokrat, pêşverû û hûmanîst re: Roja 14 Tebaxa 2007’an li du Komelgehên Êzdiyan yên Şengalê bidestê hêzên Terrorist û bi piştgiriya hin dewletên herêmê yên statîkoperst û dîktator êrîşeke hovane li dijî Kurdên Êzdî rû da.Di vê êrîşê de 800 mirovên ku pirraniya wan Jin û Zarok yên bê guneh bûn, hatin qetilkirin, û bi qasî wan jî birîndar bûne.Civaka Êzdî di hêla Aborî û wireyî de ziyaneke gelekî mezin dît.Mal hene ku hemî kesên wan di bûyerê de çûne, û Mal hene tenê yek zarok li dûv xwe hîştine. Êş û birîna Êzdiyên Şengalê pir giran e, ji peyam û gotinên xweş bêhtir dermankrin, piştgirî û alîkariyê dixwaze.Ji bo vê yekê, rêxistin û komeleyên Êzdiyan li derveyî welat, bê navber di nav xebat û têkoşîna piştgirî û alîkariya Şengalê de ne.Piştî bûyerê şandeyek ji Êzdiyên Ewrûpa di bin pêşengiya Endama Parlemena Ewrûpa birêz Feleknas Uca de çû Şengalê, û li ciyê bûyerê lêkolîn kirin.Şandeyê encamên lêkolîna xwe di civîneke çapemeniyê de, ji raya giştî re ragihandin.Di rapora mijara gotinê de jî, diyar dibe ku, Êzdiyên Şengalê bi hewceyî alîkarî, xwedîlêderketin û parastinêne.Lewra ji serê sala 2007’an û pê de dek û dolabên gemar bi rêk û pêk li dijî Êzdiyan tên gerandin. Heta bûyera 14 Tebaxê jî rû da êrîşên li dijî Êzdiyan bê navber dewam dikirin. Êzdî ji bajaran dihatin qût kirin û ambargo li ser wan hat meşandin.Ne Hikûmeta navendî û ne ya Herêma Kurdistan û ne jî hêzên Hevpeymanan tu alîkarî nedane Êzdiyan.Wisa Êzdî bûne armanca hêzên Terorîst û bê parastin man. Nuha jî heman talûke û metirsî berdewam e.Tu hêzên mijara gotinê ne di hêla ewlekarî û ne jî di hêla dermankirina birînên Şengalê de piştgiriya tê xwestin nedane.Gelê me yê hêja û bi rûmetKurdên Êzdî dîrok, çand û zimanê kurdîtiyê ne. Hêzên dagîrker û Terrorist şerekî bi gemar li dijî Êzdiyan bi rêve dibin.Ew hewil didin ku Êzdiyên mayî jî tûne bikin, û herêmên Kurdên êÊzdî vala bikin. Bi vê yekê dixwazin derba mirinê li tevgera Kurd û Kurdistanê û destkeftiyên gelê me bixînin.Êzdî Kurdên herî resen in, û movika pişta Kurdewariyê ne. Parastina Êzdiyan parastina nirx û destkeftiyên Kurd û Kurdistanê ne.Lê belê hêjayî gotinê ye ku em li vir bînin ziman, alîkarî û piştgiriya ku piştî bûyera tevkujiyê ji bo Şengalê hatî kirin, pirr kêm e, û ji çareserkirina pirsgirêkên Herêmê dûr e?.Bi armanca xwedîderketina Êzdiyên li Şengalê û şermezarkirina kujerên bûyerê em roja 22 Îlonê ( September ) li bajarê Düsseldorf ê Xwepêşindaneke mezin li dar dixin.Bang û daxwaziya me ji hemû gelê me, ji kes û hêzên demokrat, aştîxwaz û hûmanîst re ew e ku bi hemû hêzên xwe beşdarî meşa piştgiriya Şengalê bibin.Em dibêjin:NA JI TERROR Û KUŞTINÊ RE!ŞENGAL RÛMETA ME YE!ŞEHÎDÊN ŞENGALÊ BÊ MIRIN IN!1- Federasyona Komelên Êzdiyan li Ewrûpa2- Komela Kaniya Sipî rewşenbîrî û civakî 3- Yekîtiya Êzdiyên Ciwanên ŞerfedînDestpêka meşê: 22.09.07,Saet 11.00 –Johanne Rau, Appoloo Platz (Unter der Kniebrücke) DüsseldorfCiyê Mitîngê: Gustaf-Gründgens-PlatzSpenden Sie für die Opfer von Shengal:Ezidisches Kultur Zentrum WeselFür die Opfer des Massakers von ShengalVolksbank-Rhein-LippeKonto: 300 203 101 8BLZ: 35 660 599Wir bedanken uns recht herzlich für Ihre Hilfe und Unterstützung.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.