ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat Badikî · 10.09.2008 · 2 dîtin
Balyozê USA li Baxda R. Krocker hewl dide , ji bo pirsgirêkên nabeyna Hewlêr u Bexda li ser Xaneqîn bä riya aşitî çareser bike. Balyozê Emerîka li Bexda R. Krocker daxwazî ji Hikumeta Herêma Kurdistan u Hikumeta Navendî Bexda kir ku pirsgirêkên xwe bi rêya danustendin çareser bikin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya aşti u siyasi bidin ber xwe. Serok vezîrê Iraq Nuri Maliki hişyarî da Serkirdên Kurdistan ku hêzên Pêşmerge li der u berên Xaneqîn bikşînin u leşkerên Iraq cîhên wan bigrin. Daxwazîya serok vezirin Iraq li nav xelkê Kurdistan nerazîyek mezin peyda kir. Balyozê Emerîka bangawazî li herdu alîyan kir ku rewşa Iraq bidin ber çaw, xwe li şer dur bixin. Li hinek çavkanîyan Balyozê Emerîka hişyarî daye Nuri Maliki, ji Nuri Maliki daxwaz kirîye kn pirsgirêkên xwe bi riya Dialog çareser bikin, ger di nabeyna Pêşmerge u Leşkerên İraq şer derkeve, Emerika li dijî Pêşmergeyan şer nake. Çawdêr
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.