ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Ehmed ONAL · 20.02.2006 · 2 dîtin
Di derheqa Ehmedê Xanî de gelek kesan pir tişt nivîsîn e. Gelek kes jî dibêjin em li ser rê û şopa Ehmedê Xanî ne. Lê ev gotin çiqas li cîh ye, divê bê şopandin!Her kesên ku agahî ji Ehmedê Xanî heye, du berhemên wî yê weke “Mem û Zîn” û “Nûbara Piçûkan” jî heye. Daku wî ji bo çi ev berhemên xwe nivîsîne; disan di wan berhemên xwe de bersîvandîye û zelal kirî ye. Wekî kû di “Nûbara Piçûkan” de dibêje; “Ev çend peyvik in ji peyvan, ne ji bo kesên zana û mezinan, bes ji bo piçûkên Kurmancan e!” Ji bo sedema nivîsandina berhema xwe ya “Mem û Zîn” ê jî dibêje: “Cure cure netewe, xwedî pirtûk in,Kurd tenê bêpar in û bêpirtûk in.… Na, Kurd ne pirr xav û negîhîştî neLê belê bêmecal û bêkes û sêwî neNe ku hemî pêkve nezan û nexwendî neLê belê bextreş û bêçare û bêxwedî ne.…Saza dilê kul, bi têla xwe ya stûr û zirav Bila strana evîna Zînê û Memê lêde, wê evînê bike belavEz qalkirina xemên dil bikim çîrok, bikim efsaneZînê û Memê bikim destik, bikim bahane.” Gotîye û çarsed û yanzdeh salî berê welatevînî û hestên xwe yê neteweyî ya ji bo Kurd û Kurdistanîyan derbirin kirî ye. Daku Ehmedê Xanî di “Mem û Zîn” a xwe de dibêje:Eger hebûya ji bo me padişahekXwedê liyaq bidîya ji bo wî kulahekÛ bihata dîyarkirin ji bo wî textekEşkera eşkera dê vebibûya ji bo me bextekBi dest biketa ji bo wî tacekBê guman ji me re jî dê çê bibûya rewacekWî dê xemxwarî bikira li me bêkes û sêwîyanDê em derxistana ji destê bêesl û liştok û çavbirçîyanDê xalib nebûya li ser me ev RomEm dê nebûna kavil û wêran, kund dê li me nebûna komEm dê nebûna belengaz û xîzan, bin dest û bin fermanZorbirî û stûxwarên Tirkan û Eceman” …. Her çi kesê ku dest avêt şûr bi tekoşîn û xîretWî xiste destê xwe bi mêranî dewletLewra weke bûkek e ev CîhanDi destê şûrê tazî de ye hukm û ferman…Hevgirtin û yêkîtîya me hebûna egerÛ em hemî li pêy hev biçûna egerRom û Ereb û Ecem bi temamîHemîya dê ji me re bikira xulamîMe dê bi tevayî pêk bîanîna dîn û dewleta xwe Me dê bi dest bixistana zanîn û hîkmeta xweHingê dê ji hev bihatîna kifşkirin peyv û gotinKesên xwedîhuner û hêgin jî dê bihatîna bijartin.Ji van çend nivisan û hemî berhemên Ehmedê Xanî ku bidin ber hev, em dikarin ji bo Ehmedê Xanî bibêjin:1- Ehmedê Xanî nasyonalistê kurd e. Etnisita Kurd û netewetîya kurd ji hev cûda kirîye û xwe daye alîyê neteweparastina kurd. Ango Kurdistanek azad û serbixwe parastî ye. 2- Ev kesên ku armanca dewleta kurdistani weke strateji dê nedin ber xwe, nikarin bibêjin em li ser şopa Ehmedê Xanî ne.3- Ehmedê Xanî ne filozof e. Bes gor dema xwe welatparêz û nasyonalist ê Kurd e. 4- Ehmedê Xanî rumetê dide xwendin, zanyari û bi taybetî pirtûka… Ji bo wê jî ev li ser şopa ronakbîrîyê ye. Gotin ji derve negirtîye. Bi xwe afrênêrê gotin û ramanê ye. Ramana wî ya esasî li ser nirxên zanyarîyê ji bo neteweya kurd, Kurdistanî û mirovayîyê ye.5- Ehmedê Xanî ihtirama çand, ziman, huner û siyasetê ji hev cuda nake. Bi kar anîna hemîya bi hev re hestê netewetîyê zexm dike, dibêje û di xwe de tatbik dike. 6- Ehmedê Xanî, di wê bawerîyê de ye ku; mafên çarenûsî yê netewe ya kurd, be zana û sîleh, bê sîyaseta netewetîya yêkgirtî nayê bi destxistinî.7- Ne weke durutîya beko, ne jî weke mîrê botan kêm fanber; lê divê weke evîna Mem û Zin ji dil ve li ser armanca xwe, weke Stê û Tacdin bi dostanî li gel eşk û evîna paqij, bi zana û hişyarî, bi bawerî û sîyasetek bervî xwe, bi ziman -ango kurdî- û toreya xwe ya pêşverû, di çarçova gor dem û rewşa îroyîn û ditînek durbîn, ji diroka xwe ders girtîn û ji bo gavên ne xam û xav, lê hemî armanca yêkgirtî ji bo serxwebûn, demokrasî û wekheviya Kurdistanek yekgirtî gav bi gav, de oxira we be… Ev şop şopa Ehmedê Xanî ye. Ev Kurdistanîyên ku li ser wê şopê nebin, li ser şopa “bêesl û liştokan” in, cîhê wan goristana diroka bêqal û qirêje…Fermo şirmaqekî ji hûn lêbidin, ji kerema xwe, ji bo neteweya bindest û zarokên kurd yên birçi û bê mecal! Fermo destên xwe pola bigrin, em hemû bi hev re! Li ser bername û daxwaza Ehmedê Xanî! Lê gor hal û haletên îroyîn yê moderen, belko ji moderen jî pêşvetirîn!!!Heyvek ma ji bo Newroza me, ango ser sala me kurda. Ez dixwazim ji bo we xwendevan û hevalên birêz yê malpera www. newroz. com ê, û ji bo gelên Kurdistanî yê her çar parçeyan û kurdên me yên ku li cîhanê belav belavî bûne; wê gotara Ehmedê Xanî rêz bikim. Careke din di vê sersalê de Ehmedê Xanî yê nemir bi bîr bînim, ji wê keremê ji nûka ve Newroza wê piroz be: Carekî din bila soz soza Ehmedê Xanî be:“Destana qalkirina Newroza mîranîNavdanîna mevsîmê kêfxweşî û şadimanîBi avayê toreyên kevnar ên Kurdistanî Ku wan navê wê sersal danîÛ wek cejna hevgîhana yaran bi hesab danî” ………………………Pêşnîyar: Vê demê li ser neteweyatîyê gelek nikaş tên kirin. Bo ku dost û heval xwe tê bigîhînin divê wan çend pirtûkan her çiqas bi tirkî bin ji divê bixwînin:1- Ernest Gellner, Uluslar ve Ulusçuluk, İnsan Yayınları, İstanbul-19922- E. J. Hobsbawm, Milletler ve Milliyetçilik, Ayrıntı yayınları, İstanbul-19933- Wadie Jwaideh, Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi, İletişim yayınları İstanbul -19994- Benedict Anderson, Hayali Cemaatler, Milliyetçiliğin Kökenleri ve Yayılması, Metis Yayınları, İstanbul – 1995 5- William a. Haviland, Kültürel Antropoloji, Kaknüs yayınları, İstanbul- 20026- J. P. Mallory, Hint Avrupalıların İzinde, Dil Arkeoloji ve Mit. Dost Yayınları, Ankara-20027- Gustave Le Bon, Tarih felsefesi, Ataç Yayınları, İstanbul-20048- Haşim Ahmedzadeh, Ulus Ve Roman, Pêrî yayınları, İstanbul – 20049- Mehrdad R. Izady, Bir el Kitabı Kürtler, Doz yayınları, 200410- Amir Hasanpour, Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil, Avesta Yayınları, İstanbul -200511- Abbas Veli, Kürt Milliyetçiliğinin Kökenleri, Avesta Yayınları, İstanbul -200512- Mary & John Gribin, İnsan Olmak, Dost Yayınları, Ankara-200513- Ve tabiî ki konuya ilişkin …Özelikle Lenin ve Stalin’den Marksist kılasıkler. Û ji kerema xwe Ji ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Xelîl Xeyalî, Mardoxî, Sadıq Bırokeyî, Hisên Hiznî Mukrîyanî, heya cildên Hawar ê. Ronahîyê, Jinê, hwd. Bi sedan pirtuk û kovarên kurdî bixwînin. Siyaseta xwe ya serxwebûnê bi zimanê kurdî bimeşînin.Ava xwe bernedin ser aşê Tirk, Ereb û Eceman.. Beri her tiştî ji bo xwe, ango ji kurdan re bibin bira!!!
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.