ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
ARAM ARAS · 21.11.2005 · 2 dîtin
Do li paytextê Misirê li Qahîreyê Konferansa Lihevhatina Neteweyî a Iraqê destpêkir.. Ev konferans ji alîyê Yekîtîya Ereban ve hate amadekirin û di bin serperesht1iya wê de du rojan(19-20/11/05) dajo..Wekî tête zanîn ji bo amadekirina vê Konferansê, Emîndarê Gishtî ê Yekîtîya Ereban, Amr Musa meha bihurî hate Irakê û Kurdistanê ligel gellek alîyên Kurdistanî û Iraqî danûstandin û guftûgo kir..Wê dema ew hate Kurdistanê Serokê Kurdistanê û Serokê Iraqê jî dît û di Parlemana Kurdistanê de jî gotarek pêshkêsh kiribû... Amir Musa di gotara xwe de Kurd ne tenê beshekî ji Iraqê , lê beshekî ji cîhana Erebî jî dabû nasandin.. Ev gotara Amir Musa bû sedema gengeshan di navbera rewshenbîr û sîyasetmedarên Kurd de. Hemû Kurdan hezdikir ku, Amir Musa bi navê Yekîtîya Ereban daxwaza lêborîne ji gelê Kurd bike.. Ji ber ku, Yekîtîya Ereban ne tenê beramberî tawanên Saddamî li Kurdistanê bêdeng ma, wê jî zedetir pishtgîrî û alîkarîya wê kir.. Ji ber vê yekê jî Serokê Parlemana Kurdistanê daxwaz ji Amir Musa kir ku, bajêrê Helebcheya shêhîd bike.. Lê Emir Musa chû ji bo Silêmanîyê û nexwast biche Helebchê...Bi navê Yekîtîya Ereban, armanca Emir Musa û vê Konferansa Qahîrê wekî rojê dîyare û li pêsh chavan e:Parastina nasnameya Erebî a Iraqê, xurtkirina Ereben Sine di nav sazîyên hukumî de, xurtkirina desthilatê navendî, sînorkirina daxwazên rewa ên gelê Kurd, sînorkirina kargerîya Îranê li Iraqê htd....Bi kurt û kurmancî, parastina yekparcheyîya axa Iraqê... Ji ber vê yekê jî hemû welatên Erebî, bi pêkve hewil didin, bi kîjan awayî dibe, bila bibe.. Irak yekparcheyî û beshek ji netewa Ereb bimîne..Me hemûyan bi chavên xwe dît, wê dema reshnivîsa Destûra Iraqê a Federal derchû, yekser Emir Musa bi navê hemû Ereban nerazîbûna xwe da dîyarkirin. Ji ber ku, di destûrê de „Erebên Iraqê beshek ji cîhana Erebî ne“ dihat gotin û zimanê Kurdî jî li gel zimanê Erebî „zimanê fermî“ di vî welatî de dihat destnîshankirin.Di bin fishara Erebên nijadperest de Kurdên me li ser xala yekemîn sistîtî nîshan dan û gavek shûnda avetin..Li ser xala duyemîn jî, Ereban Kurd li beramberî rewshek emir waqî hîshtin.. Pêsh chend rojan Hukumeta Caferî ji 10 mîlyon pasaportan 600 hezar chapkir û hemû jî bi zimanê Erebî bûn... Qet tishtek bi Kurdî nebû.. Lê di destûrê de maddeyek heye bi eshkere dibêje: „Pasaport, dirav û pul bi Kurdî û Erebî“ tên derxistin..Kurd jî heta niha beramberî vê yekê bêdeng in... Bi awayekî fermî chi hewil didin nizanim.. Lê ev yeka hanê li dijî Destûrê ye..Em bizivirin li ser Konferansa Qahîreyê.. Wê dema min gotara Serokê Misirê Huznî Mubarek, a nûnerê Kofî Annan, Eshref Qazî, a Emir Musa, a nûnerê „Heyetî Ulemayî El Muslîmin, Shêx Haris El Qazî xwand, ji bo min armanca wan dîsan dubare/hezarbare eshkere bû..Hemû pêkve tishtekî dixwazin „Yekîtîya Axa Iraqê“ û „yekîtî û yekparcheyîya Iraqê“....Qet yek ji wan behsa „Iraqa Federal“ nake.. Wê dema mirov gotarên wan dixwine û dibîne hemû li ser rêya û bingeha nijadperestîya genî a erebî ne û hewil didin chawa dîsan Iraqê bizivirînin li ser rewsha xwe a berê.. Di vê konferansê de nûnerê „Heyetî Ulemayî El Muslîmin, Shêx Haris El Qazî, ew tishtê ku dilê wan da hêjaye bi vî awayî tîne zimên... Chi dibêje Shêx Haris?Ew dibêjê „pêwîste artesha Iraqê a berê bizivire li ser hukum“, erish dibe li ser hêzên hevpêymanan û Destûra Iraqê jî nasnake..Fermo, Emir Musa û „Cihana“ Erebî kîjan ashitîyê û dîyalogê dixwazin.. Kî li gel kê ashitîyê û lihevhatinê pêk tîne?Serokê Iraqê birêz Celal Talabanî jî di konferansê de gotarek dûr û dirêj xwand, behsa „Iraqa nû, a federal, demokratîk û fireyî“ kir û bala beshdaran kishan li ser „tawanên rejîma berê li dijî Kurd û Shîîya“...Lê, erebên shovenîst ji Iraqa berê razîbûn.. Ew ji vê desthilatê ku niha Kurd û Shîîyan heye, nerazî ne û hewil didin vê cherxê ber bi pash ve bizivirînin...Wê dema mirov bala xwe dide vê Konferansê, bi asanî dibîne ku ev Konferans di karên xwe de serkevtî nebû.. Ji Kurdistanê ne Serokê Kurdistanê, ne Seerokê Parlemana Kurdistanê û ne jî Serokên Îdareyên Hukumeta Kurdistanê di vê Konferansê de beshdar nebûn.Li ba Erebên Shîî jî El Hekim bi xwe nechû ji bo Qahîreyê... Tenê nûnerên Hukumeta Federal a Iraqê chûn ji bo Qahîreyê Ev jî tishtekî sembolîk bû.. Wekî hukumet wan hertim daxwaza alîkarîya dewletên Erebî kiribûn... Ereb jî dixwazin gavekê „pêshve“ bavêjin û ji bo vê yekê jî ew chûn..Dîyar e, ew kesên ku nechûn ji bo Qahîreyê, herkesê ji bo xwe sedemek peydakir. Ev chendîn mehin li ser vê Konferansê tête axivtin, dikaribûn li gor konferansê zemanê xwe rêkbixin... Lê kesî jî nekir..Niha kes li ser vê mijarê ranaweste... Lê ev yeka hanê gellek dirêj nakêshe... Di nav chend roj an hefteyan de hemû rastî li ser vê konferansê derdikeve holê.. Pirsa kî ji bo ci di konferansê de beshdar nebû jî zelal dibe.Wê dema Ereb, Tirk an jî Fars behsa „yekparcheyî“ dikin, em bash fêm dikin ku ew ji avakirina Kurdistanek serbixwe ditirsin.. Ji bo wê li ser vê meseleyê radiwestin..Wê dema shêxên ereban li ser meseleya parcheyan û marcheyan qise dikin, mirov ji xwe dipirse, ji bo chi ev shêxana nachin yekîtîya ereban chênakin... Her shêxekî li ser bîreka neftê „dewletek“ sazkiriye..Kurd û Ereb bi hevdu û bi gotinên hev û xewnên hevdu bash fêm dikin.. Her yek kerr û lalan dileyîzin... Lê kes nizane heta kingê?20.11.05
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.