ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
R. RODARA · 21.11.2005 · 2 dîtin
Wekî tête zanîn ku di 15‘ê meha 12an de li Kurdistana Bashûr û Iraqê hilbijartinên gishtî tên kirin... Niha hemû hêzên sîyasî ên li ser gorepana sîyasî a Kurdistanê û Iraqê xwe ji bo van hilbijartinan amade dikin.. Pishtî ku bi rêya rapirsînê Destûra Daîmî ji alîyê gelên Kurdistanê û Iraqê hate pesindkirin, ev yekemîn hilbijartine tên kirin..Di vê hilbijartinê de beshek pichûk ên Erebên Sine nebe, herkes têde beshdar dibe. Erebên Shîî vê carê bi chend lîsteyan di hilbijartinan de beshdar dibin... Ahmed Chelebî ji Lîsteya Shîî qetîya û bi lîsteyek serbixwe saz kir..Erebên Sine jî bi chend lîsteyan di vê hilbijartinê de pishikdarî dikin.Kurd jî wekî hemû Ereban yekîtîya xwe neparast... Hizba Yekgirtûyî Îslamî ji Hevpêymantîya Kurdistanê qetiya û bi serê xwe diche ji bo hilbijartina.... Chend hizbên Kurdistanî hefteya borî li Hewlêrê civînek darxistin û gotin em Lîsteya Hevpêymanîya Kurdistanê diqetin û di hilbijartinan de beshdarî nakin.. Di nav wan de Kurd û Ashurî hene..Lê vê carê Komelay Îslamî û Kurdên Feylî hatin li nav rêzên Lîsteya Kurdistanê.Niha Lîsteya Hevpêymanîya Kurdistanê, Lijneyek Bilind Ji Bo Hilbijartinê Li Kurdistanê avakiriye.. Ev partîyên sîyasî têda besdar in:Yekîtîya Nishtimanîya Kurdistanê,Partîya Demokrata Kurdistanê,Komela Îslamî,Hizba Zehmetkêshana Kurdistanê,Hizba Komunîsta Kurdistanê, Hizba Sosyalîsta Kurdistanê,Û alîyên Turkmên Ashurîyên Kurdistanê..Lê, heta niha Kurdistanîyan bi shiklekî cîddî dest bikarê propagadeya hilbijartinê nekirîyê.. Ev lijneya navbirî do bi serpereshtîya endama kargerî ê Mekteba Sîyasî a YNK li bajêrokê Dukanê kom bû.. Li wir hinek biryar girtin.. Ez bawer dikim van rojana dest bi karên xwe dikin..Wisa xuya dike ku, gellek ji alîyên Kurdistanî wekî hilbijartinên berê bi awayekî germ û hevîyên mezin li benda hilbijartinan nînin..Wekî tête zanîn beshekî ne pichûk Kurdên bashûr ji bo rapirsîya li ser Destûrê jî deng nedan.. Ji ber ku, piranîya wan daxwaza dewletek serbixweyî a Kurdistan dikirin..Îro piranîya Kurdên me hez nakin li gel Ereban bijîn û ji ber vê yekê jî beshek ji wan naxwazin di hilbijartinan de besdarbin... Hinek jî Kurdên me nerazîbûna xwe beramberî yeknegirtina herdu îdareyên Hukumeta Kurdistanê derdibirin û dibêjin heke herdu îdare pêsh hilbijartina yeknegirin, em nachin û deng nadin..Lê dîyare ku, partî û yekîtî di vê hilbijartinê de bi lîsteyek hevpar ve beshdarî dikin û herdu hizb dikarin piranîya dengê Kurdistanîyan ji bo Lîsteya Kurdistanê destxin..Di vê hilbijartinê de kî chiqas nûnera dishîne Parlemana Iraqê heta niha ne dîyare..Tistek eshkere ye ku, Erebên Shîî dikarin dîsan bibin yekemîn lîst li Iraqê..Kî dikare bibe duyemîn Lîst li Parlemanê?Li ser vê mijarê, Mam Celal di chavpêketina xwe a Der Standardê de dibêje: „Lîsteya Kurdistanê dibe duyemîn“.. Wekî sedem jî yeknegirtina Erebên Sine nîshan dide... Li ser meseleya sêyemîn lîste jî li Parlemanê dibêje „ Ya Lîsteya Ahmed Chelebî an jî a Allewî“..Pishtî mehekê hilbijartin dibin.. Wisa dîyare qet Lîsteyek bi serê xwe nikare tenê Hukumetê avabike.. Pêwîste dîsan koalîsyon chêbibin... Kî ligel kê dikare ji bo avakirina Hukumeta hevbesh hevpêymantîyê mor bike?Mirov dikare li ser vê mijarê hinek pêshbînîyan bîne zimên... Lê em vîya bihêlin ji bo nivîsarek din.20.11.05
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.