ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Mikail Canpolat · 15.11.2005 · 2 dîtin
Wê dema mirov bala xwe dide Tirkîyê û ew bûyerên li vî welatî rûdidin, mirov nikare tiştekî nû li ser vê yekê binivîse..Ji ber ku tiştên nû li vî welatî rûnadin... Ew bûyerên berê hertim wekî xwe dubare, sedbare dibin..Hinek kes jî hene, hertim gotinên xwe dubare dikin û dibêjin: “min ne gotibû’ an jî “min ne nivîsibû ev tişt wisaye”.... Ev pêvajoya dubarebûnê, piştî bûyerên Şemzînanê dîsan destpêkirîye û dewam dike...Wê dema mirov bala xwe dide rageyandina Kurdan û Tirkan, gellek kes qala “zelalkirin û ronîxistina li ser bûyerên Şemzinanê” dikin û daxwaz dikin ku dewleta Tirk vî karî bike..Kî berpirsê van karan e? Kî, kê dadgehdike? Kî dikare vê bûyerê bikole û encamên bê layên jê derxe?Wê dema mirov li duv bersiva van pirsyaran digere, meriv dibîne herkes nebin jî piranîya kesên li ser vê mijarê dinivîsin, dibêjin pêwîste dewleta Tirk li ser pirsê raweste û zelal bike..Gelê Şemzînanê jî tawanbar girtin û teslîmî romîyan kirin.. Armanca wan jî ew bû dewleta Tirkan wan tawanbaran bide dadgehê û bi sedema tawanên wan jî ew bên mahkûm kirin...Gellek “sîyasetmedar” û “rewşenbîr” an rewşenkorên mejî dibêjin “ronîkirina ve meselê ronîkirina” Tirkîyê ye..Wê dema mirov van tiştan dibîhîze û dixwine, ev gotina pêşîyan tê bîra mirov: “Şemo roja te xêr û siba te bimbarek”!!!Tu kê, kî şikayet dikî? Tu Kurdkuj, mêrkuj,jinkuj û zarokkujan nasnakî? Navenda van hemû biryaran, van tevkujtaran dewleta Tirk bi xwe ye.. Çawa ev dewlet dikare noker, xulam û sîxwerên xwe dadgehbike? Bingehê van tawanan zuha bike? Wê demê ev dewlet bi xwe namîne...Dewlet dikare yek an du tawanbarên eşkerebûyî derxe pêş dadgehê û hezaran qelamfiroşên xwe seferbike ku, dewlet diçe li ser tawankaran û siza dide wan... Bi wî awayî ew dikarin dîsa çavên raya giştî a Kurdî û cîhanî boyax bikin... Lê ev yeka hanê karên Kurdên welatparêz nîne... Ev yeka hanê, karê Kurdên ku li ser dîroka Kurdan û tawanên Tirkan li Kurdistanê agahdarin, nîne..Formalîte be jî, tawanan wan ji alîyê hemû dinyayê ve bête nasîn jî Tirk herkesê dadgeh nakin..Bala xwe bidin, bûyera Şemzînanê... Yek jî ew tawankarê eşkerebûyî, nasnameya wî di nav otomobîlê de hatibû didin, fermandeyekî leşkerî bi navê Ali Kaya ye.. Ali Kaya demeke dûr û dirêj li Amedê hemû karên xirap li dijî Kurd kiribû û her jî berdewam e.. Li Amedê jî ew bi nasnavê “Mutkîlî Ali” dihat nasîn.. Wê dema wêneyê wî di rojnameyan de derçû... Generalê Tirk Yaşar Büyükanit yekser derket li pêş rojnamevan û got: “Ali Kaya kurekê başe”... û paşê jî hate azadkirin. Em dizanin ji bo ew kurekî baş e... Ji ber ku wî hemû tawan li dij kurd kiriye... Ji bo wê kurekî baş e..Tirkan ji bo xwe tawankarek dîtin ew jî “Kurdekî” xwefiroş û xaîn e... Ev çîroka a sed salane û her dubare dibe...Kê ew kurd kir xaîn? Tirkan..... Tawanbar kî ne: Tirk... Kî serok û rêberê Alî Kaya ye? Büyükanit... Kî pêwîste bête dadgehkirin? Büyükanit û hemû rayedarên arteş û dewleta Tirk...Pêwîste em piştî hemû kiryarên ne mirovane ên Tirkan, dîsan xwe nexapînin.. Ji vê xewna mirinê rabin.. û çavê xwe vekin dîroka xwe rewşa welatê xwe a îro binêrin..... Hemû rastîya Tirkan wekî rojê eşkere û zelal e... Pêwîst nîne jî bifikirin..Diz, dizan, mêrkuj mêrkujan nikarin tawanbar bikin û dadgeh bikin.. Ev yeka hanê di dîroka mirovayetîyê de nîne.. Kurdkuj nikarin xwe bi xwe dadgeh bikin û xwe mehkum bikin... Ev sîyaseta ku Tirk dimeşînin a dewletê ye û ev siyaset li ser nemana Kurdan hatîye avakirin.. Ji ber vê yekê jî pêwîste ev sîyaset bête guherîn....Heke îro li Kurdistanê aramî, aşitî û jiyanek bextewar nemabe, sedema serekî û bingehîn a vê yekê hebûna dewleta Tirk li Kurdistanê ye. Ev yeka hanê rastîya me ye.. Rastîya peywendîyên me li gel Tirkan e.... Niha deh hezaran Tirk, li Kurdistanê listeya Kurdên welatparêz amade dikin û planên kuştin û derbederîya wan dikin.. Şemzînan nimûneyek gellek piçûk e.. Mehkumkirina çend kesan li Şemzînan qet tiştekî çareser nake..15.11.05
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.