ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Hêmin Xoþnaw · 04.01.2009 · 2 dîtin
Şaqlawa – Herçend Mesîhiyên İraq’ê li gelek deveran bi kûştin û koçkirinê rûbirû dibin, Şaqlawa wek mînaka bi hevre jiyankirin û lê anînek bervaç ya Musluman û Mesihiyan maye. Li Şaqlawa dîroka Mesihiyan vedigere demên gelek kevn. Li gorî statîstîka dawî ya sala 2006'an hijmara Mesîhiyên Şaqlawa nêzî 1200 kesî ye û piraniya wan jî li taxa Bêtirmen dijîn. Navçe ya Şaqlawa girêdayî Wilayeta Hewlêr’ê û 50 km ji bakûr rojhilatê Hewlêr e. Rûniştvanên wê ji Musluman û Mesihiyan pêk tê. Heta niha jî bi awayekî vekirî dîroka Şaqlawa’yê ne diyar e. Lê di serdema Osmaniyan de bûye navçe û li sala 1952'an jî bûye qeza. Yekem Qeymeqamê Şaqlawa’yê nivîskarê Kurd, Şakir Feteh bûye. Şaqlawa ew navçeya bi xurûşe, mînakekî yekem ya berçav e ku tê de jiyana li berdest e. Heta ji berî salên 1950'an, Cihû û Ermenî jî li Şaqlawa jiyandikirin. Lê li Şaqlawa têkiliyên Kurd ên Musluman û Mesîhiyan, gelek zêde bû. Ya ku li tû derê di navbera Musluman û Mesîhiyan de nayê dîtin, li Şaqlawa tê dîtin û ew jî gor û goristanên hevbeşin. Celal Cercîs Ciba ku mamostayekî Mesîhiye û li Şaqlawa ji dayîkbûye, pirtûka 'Çepkêk le kelûpûrî Xristiyanên Şaqlawa' de’ nivîsandiye. Di daxwiyaniyek bo Rûdaw'ê de, amaje dike ku Şaqlawa ji kevin ve mozaîkeke navbera netewan pêk hatiye: "Kurd, Mesîhî û Cihû bi hevre jiyan e. Kurdên Kirmanc li gel Mesîhî û Cihûyan bi hevre rûbirûyê çewisandina axa û begzadeyan biribûn.” Celal Ciba balê dikşîne ku jiyana wan her sê pêkhatiyên li Şaqlawa her bi xweşî derbazbûye. Ev yek zêdetir li Şaqlawa hebûna têkiliyên dûr û qûl piştrast dike kû heyîna gora zelam başekî hevbeş yê Kurd û Mesîhiyan ji bo bicihanîna daxwazên xwe serdanê dikin û ji xûda diparêzin. Herwiha li Şaqlawa goristanek hevbeş ji bo wan kesan, li ser destê Rejîma Saddam hatibûn kuştin heye. Dina Gewro, Mesîhiyekî Şaqlawa’yî ye û di wê baweriyê de ye ku ew cîhên pîroz yên li Şaqlawa hene, wek warê Mesîhî û Muslumanan’in: "Li cîhanê mînakên bi vî awayî kêmin" Mesîhî û Kurd ji bo anîna daxwaz û daxwazên xwe diçin li ser gorekê ku Kurd jê re dibêjin; 'Şêx Wisûrehman' û Mesîhî jî jêre dibêjin ‘Gora Reben Buya.' Herwiha ciwanên Kurd û Mesîhî ku li sala 1987an de ji alî Rejîma Saddam ve hatine sêdarekirin, piştî serhildanê l li goristnake hevbeş bi hevre hatine veşartin û wek nîşanekî hevçarenûsî hîn jî bi hevre ne. Celal Cercîs dibêje: "Hebûna goristanê, nîşana xebata hevbeş ya Kurd û Mesîhiya ye. Rolekî me yê hevbeş û çalak yê wekî birayên Kurd li şoreşên Eylûl û Gûlan ê de hebû.” Piştî serhildanê, çend bûyerên civakî di navbera Mesîhî û Muslumanên Şaqlawa de çêbûne. Lê serokatiya siyasî ya Kurd ji berî xelkê hewla xwe ji bo kontrolkirina wan bûyeran daye. Lê zilamekî Mesîhî ku nexwest navê wî bê eşkire belavbibe, tirsa xwe nexist li ber lewaziya hebûna wan têkiliyan û bi berevajî dîrokê pêşkêşkirinek cûda dirêde ye: "Dema ez zarokbûm, me cîranek hebû û bi berdewamî ez diçûm mala wan. Heta ku temenê min gihişt 17 salî jî min nedizanî ku ew cîranê me Mûsilman e. Lê di wê baweriyê de ye ya ku niha tê kirin bi hev xerîbkirina Mesîhî û Kurdan, zarokên me pêngav bi pêngav Kurdî ji bîr dikin.” Lê keşe Zeya ku keşeyê Klîse ya Şaqlawa ye wê yekê reddike ku têkilî lewaz bûbin. Ew dibêje metirsî ji stûriya xwe mezintir e. Heta radeyekê jî sedemê lewazbûna wan têkiliyan vedigere ji bo pirsgirêkên ku piştî serhildanê li Kurdistan’ê derketîne holê. Wekî şerê navxweyî, karîgeriyekî xirab li ser wan têkiliya kiriye. Keşe Zeya bi pêwîst dizane ku hemû kes hest bi berpirsyariya bi hevre jiyanê bike: "Ez wekî keşe di vê derbarê de rêberî dikim û ezê ji bo bi hevre jiyankirînê bikim jî.” Mesîhiyên Kurdistan’ê bi beranber li gel Mesîhiyên li İraq’ê di rewşekî aram de dijîn û 5 nûnerên wan li Parlemena Kurdistan’ê ne. Herwiha li dezgehên hestyar yên hikmî de jî, Mesîhî xwedî berpirsyariyên bilindin. Nivîskarê pirtûka 'Çemkêk le kelûpelî Xrîstiyanên Şaqlawa’ dibêje: "Em li Kurdistan’ê bi kerametî dijîn, rêzdariyek taybet ji bo me heye.” Ew êrişên dawîn yên kûştin û koçkirina Mesîhiyên li Deşta Mûsil’ê despêkir bûye cihê tirs û dûdiliyê ji aliyê raya giştî û Mesîhiyan ve. Keşeyê Dêra Şaqlawa di wê baweriyê de ye, pirsgirêka li Mûsil’ê çêbûye ne pirsgirêka navbera Musluman û Mesîhiyan e: "Ev pirsgirêkekî siyasî ye. Li İraq’ê hemû tişt bi siyasetê ve hatîne kirin û girêdan. Di nava vê de jî berjewendiyên ayînî, mezhebî û netewî hene.”Ji Rudaw.net
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.