ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Nevzat Karakeçi · 27.09.2006 · 2 dîtin
Şaredariya navçeya Cizîrê ya bajarê Şirnexê, li navenda Cizîrê Peykera Mem û Zînê dide çêkirin. Hatiye ragihandin ku ev peyker, ji aliyê heykeltraş Şahabettin Nebioglu ve tê amadekirin. Li gor ku ji aliyê jêderên herêmê ve hatiye ragihandin, heykeltraş Şahabettin Nebioglu salek berê, li ser daxwaza Şaredariya navçeya Cizîrê ya bajarê Şirnexê, dest bi çêkirina Peykera Mem û Zînê kiriye û niha li ber xilasbûnê ye. Heykeltraş Şahabettin Nebioglu, diyar dike ku ger heta niha, li Cizîra Botan Peykera Mem û Zînê nehatiye çêkirin, kêmaniyek mezin e. Nebioglu, herweha radighîne ku wi, ji dengbêjan, ozanan, pirtûkan û her wek çavkaniyên din feyde stendiye û vê peykarê çêkiriye û wê di demek kin de ev peyker amade bibe.Pukmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.