ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Nawþîrwan Mustafa · 29.09.2008 · 2 dîtin
Biryardana şer yekek ji biryarên herî girig û çarenivîssaz e. Şer, hertim dujminayetîyê, wêranîyê, kuştin û derbiderîyê û karesatên curbicur bi dawîya xwe de tîne.. Şer dikare neteweyekê ber bi şikestinê an jî ber bir serkeftine bibe.. Ji ber vê yekê jî di vê dinyaya pen û fire de biryardan li ser şerî bi destê yek kesî nîne, tenê heke ew kes paşayê welêt an jî dîktatorê welêt be..Di welatên dinyayê de ku sazîyên curbicur ên dewletê tê da ye, li ser biryardana şerî proseyeka aloz, pêwîstîya lekolîn û şîrovekirina hemû alîyan û beşdarîya fireh sazîyên dewletê heye.. Tenê ji bo şandina hejmareka kêm a leşkeran ji welatekî ji bo welatekî din, heke biryara Netewên Yekgirtî li ser be jî, bê li ser qisekirin û bê rezamendîya Parlemanê cihbicih nabe..Tirkiye, hukumeta wê û leşkerê wê di nav piranîya Kurdan de wekî faşîst tên naskirin.. Her car ji bo leşkerkêşîyê li ser PKK-ê moletê ji Parlemana welatê xwe werdigire..Di dewleta niha a İraqê de ji bo rageyandina şerî û rewşa awerteyî(neasayî) divê proseyeke destûrî di çend qonaxan de derbasbibe. Divê Serkomar û Serokê Encumena Wezîran dawayek hevbeş bidin Parlemanê. Li Parlemanê jî ji bo destxistina rezamendîya wê pêwîstîya dengên 2/3 ên endamên xwe heye..(Maddeya 61, benda 9.a Destûra İraqê)..Herêma Kurdistanê dewletek serbixwe nîne, beşeke dewleta Îraqê ye û piranîya xelqê wê ji bo vê destûrê deng daye. Ji ber vê yekê divê bi vê maddeya destûrî pabendbin. Evana hemû ji alîyek, ji alîyê din li Kurdistanê çend sazî û dezgahên me hene: Serokayetîya Herêmê heye.Encumena Wezîran heye.Du Wezaretên me ên Peşmergan hene.2 “ Heyetên Erkan”hene .2 dezgayên me ên îstîkbaratê hene.Du Wezîrên me Navxweyî hene.Parlemanek me heye.Çend Mektebên Sîyasî ên Partîyan û 2 fermanderên Peşmergan ên hizbî hene. Li Piştî wan hemû damûdezgehanan, dikare kesek, dereceya wî çi dibe bila bibe biryara şerî li dijî alîyekî din bide, ew alî her kî û ku be? Qeyrana vê carê li Xaniqînê, bêbakî, bêserûberî, bêagahî û bêbernameyîya Serokayetîya Sîyasî a Kurd û sazîyê qanunî û destûrîyên Herêma Kurdistanê derxist holê. Îca kesek an çend kes, çend desthilatdar û payebilind bin, çawa dikarin gelê Kurdistana Îraqê bi qiseyên agirîn, herişên bêserûpê bi şerekîve bigelênin , ku ne hesab ji bo rêvebirina wî şerî û ne jî ji bo encamên wî şerî kiribe? Ji Rojnameya SibeyWerger: Rojgar Merdoxi
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.