ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
azad · 11.07.2007 · 2 dîtin
ü gelek kesên Berdevkên Dewleta jî tevlî dibin Pêk tê. Konferansê bi vî rengî dest pêkir.* 01 Malikî:" Min şaş fehm nekin, ez dostê kurdan im"* 02Li ser pirsgirêka PKK-ê dê Iraq û Tirkiyê li hev bicîve* 03 Parlamentoya Iraqê bo bi resmî bikaranîna zimanê kurdî lIjneyek pêk tîne* 04 Tirkiye di derheqê Baydemîr û Ertak lêpirsîn da destpêkirin* 05 Nazmî Gûr:"Artêşa Tirkiye dixwaze bo pêkneanîna referanduma Kerkûkê bê herêmê"* 06 Konferansa, Federalîzma Praktîzekirî di Iraqê de, des pê kir* 07 Fedarasyona Elewiyan: Dengê xwe nedin CHP-ê* NavberKonferansa, Federalîzma Praktîzekirî di Iraqê de, des pê kir.Bide Çapê E-peyamMuftî di konferansê de "Êrîşkirina Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê tu binemayên wê tenene çimkî….."PUKmediaKonferansa Federalîzma Praktîzekirî di Iraqê de dest pê kir.Îro li Hewlêrê bi silogana" Federalîzma Praktîzekirî di Iraqê de" her yek ji saziya Aştî bo, Dadwer Nabe û Hevpeymaniya Navdewletî ji ber Dadweriyê û Civata Nûnerê Iraqê û Civata Niştîmanî a Kurdistanê bi alîkarî û piştevaniya wezareta derve ya Îtalya û Hikûmeta Herêma kurdistanê, konseranseke hevbeş saz kirin.Konferansa, Federalîzma Praktîzekirî di Iraqê de, dest pê kir.Civîn di hola koçka kongreyan a bajarê Hewlêrê bi amadebûna Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resul Elî, serokê Parlementoya Kurdistanê Ednan Muftî, cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Omer Fetah, serokê demî yê Civata Nûnerê Iraqê Xalîd Etiye, hejmarek ji parlementerên Kurdistan û Civata Nûnerên Iraqê, nûnerê sekretêrê giştî yê NY bo alîkariya gelên Iraqê Eşref Qazî, hejmareke berçav ji nûnerên partî û hikûmî ên Kurdistanê, wezîrê derve yê berê yê Urdin Dr Kemal Cabir. Balyozê Îtalya`yê, yê li Iraqê, hejmarek ji endam û sekretêrên partî û aliyên siyasî yên Iraqê hat sazkirin.Konferansa, Federalîzma Praktîzekirî di Iraqê de, des pê kirCîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl di gotara xwe de piştî ku kêfxweşiya xwe bo sazkirina wê konferansê di paytexta Herêma Kurdişstanê de diyar kir got:"Wek tê zanîn hertim Hewlêr di demên borî de wek binkeya xebatkarên ıraqî bû li hember dîtkatoryetê bi heman awayî niha jî Herêma Kurdistanê dibe binkeyek bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê ku pêwîstiya wê bi hewl û xebatên hevbeş ên hemû aliyekî heye".Resul Elî di beşeke din a axiftinên xwe de got:"Îro di cîhanê de eniya Şer û eniya aştiyê heye lê belê serkeftin her wê para aştiyê be. Û wiha berdewam kir" Gelê Iraqê fêrî binemayên demokrasiyê bûne û tecrube kirine lewre jî em hazirin berevaniyê li gelên Iraqê bikin û rastî terorîstan bibin".Pişt re serokê demî yê civata nûnerên Iraqê Xalîd Etiye di gotara xwe de amaje bi naveroka konferansê kir û meseleya federaliyê bi yek ji meseleyên hestiyar anî ziman û di wî warî de got:"Sîstema federaliyê ku çendîn milyon ıraqiyan dengê xwe jê re dane, yeke ji sîstemên herî pêşketî û yên serkeftî ên jiyana nû a mirovatiyê bo rêvebirina welat".Di wî warî de serokê Parlementoya Kurdistanê Ednan Muftî jî behsa aliyên baş ên siystema federaliyê kir û ezmûnê federaliya Herêma Kurdistanê jî bi ezmûnekî serkeftî anî ziman û got:"Me Bi riya bicîhanîna wê sîstemê di Herêm Kurdistanê de kariye hemû cudayiyên olî, mezhebî, etnîkî û yên neteweyî kontirol bikin".Serokê Parlementoya Kurdistanê mûftî di beşeke din a gotara xwe de amaje bi tehdîdên operasyona Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê kir û got:"Êrîşkirina Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê tu binemayên wê tenene çimkî me hertim destê alîkarî û gotûbêjê ji Tirkiyê re dirêj kiriye. Û wiha berdewam kir:" Bi operasyoneke artêşa Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê pirsgirêkên Iraqê wê kurtir bibin û Tirkiye jî nikare pirsgirêkên xwe çareser bike.Mûftî di dawiya gotara xwe de amadeyiya Parlementoya Kurdistanê bo her cur alîkarî û rêketinekê li gel Civata Nûnerê Iraqê dubare kir.Pişt re her yek ji nûnerê sekretêrê giştî yê NY bo alîkariya gelên Iraqê Eşref Qazî, balyozê Îtalyayê yê li Iraqê û wezîrê derve yê berê yê Urdinê Dr. Kemal Cabir gotara saziya "Aştî bê Dadwer Nabe" pêşkêş kirin ku tê de behsa giringiya sazkirina wê konferansê kirin, bi tayebt di vê qonaxê de ku Lîjneya verastkirina Destûra Hertimî a Iraqê dema bicîhanîna karê xwe dirêj kiriye. Cahvkanî:PukmediaBerhevkirin: Azad
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.