ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 10.11.2005 · 2 dîtin
Li Hewlêr, Kongreya Serxwebuna Kurdistan Demjimêr 9`ê îro li holê Rewşenbîrî Zanko ( Üniversite ) Selhadin Kongereyê Netewa Kûrd hat lidarxistin. Kongra Netewa Kûrd bi navê “ Serbixwoyê Kurdistan, Demokrasî u Aramîya Herêm bi rêva çu. Li Kongra Netewa Kûrd; Serokê Parlamentoya Kurdistan Berêz Adnan Mûftî, Cîgêrê Serokê Komala Niştimanî Irak Arîf Teyfur, Serokê Kongra Netewa Kûrd Dr. Saman Şalî, Bizava Referendum u serok u sekreterên partî u rêkxiravan, nunerên komalên civakî sexsîyetin rewsenbîr u akademisyen beşdarbun. Li Kongre, gotarên, Serokê parlamentoyê Kurdistan, Serokê Netewa Kûrd, parêzerên Hewlêr, Kerkûk u beşdarvanan hat pêşkeşkirin. Serokê Parlamentoya Kurdistan berêz Adnan Müftî li kongerê da li ser rê girtin u astengên Serxwebuna Kurdistan tiştek zelal kir u got: Her çika Kûrd kû mercên vî ê dirustkirina devletek serbixwo heye lê niha rewşa sîyasi a evro rêgire ji îlankirina Kurdistan`a serbixwo. Ji ber van egera Parlamentoya Kurdistan u serkirdeyên Kurdistan bi xwendina realîta îro biryarê biryarê Federalî ji bo Kurdistan dane. Berêz Adnan Mûftî di axaftina xweda got: Lê xebat u rêyek dirêj li pêşîyame heye. Li konferans rojevên tijî pir girîng hebun. Ji van rojevan hinek: Nexşeya rê a serbixwo, Astengên li berdem sînur ( tixub) Kurdistan`a yekgirtî, zemînê çar Kurdistana Serbixwo, Mafê Kanunî Kûrd ji bo serxwebuna Kurdistan, tesîr u Encamê Dewleta Netewa Kûrd a serbixwo li ser herêm, Demokrasî u aramî li Rojhilata naverast….hwd. Pukmedia Werger: Rojhat Badikî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.