Li Herêmê bikaranîna madeyê bêhişker di zêdebûnê de ye
Bijîşkê derûnî Saman Şêx Enwer di roja cîhanî a rûbrûbûna madeyên bêhişker de li ser bikaranîna madeyên bêhişker li Herêma Kurdistanê axivî û diyar kir ku divê kesên madeyên bêhişker bikar tînin neyên cezakirin, belkî divê di nexweşxaneyên taybet de bên çareserkirin.
Enwer anî ziman, dema ku mirov li rewşê dinêrê pê dihese ku li Herêma Kurdistanê bikaranîna madeyên bêhişker di zêdebûnê de ye.
Îro 26’ê pûşberê wate roja bûbrûbûna madeyên bêhişker, Saziya Kulturî û Hunerî a Şar bi alîkariya fermangeha tenduristiyê ya bajarê Silêmaniyê li hola fermangeha tenduristiyê ya Silêmaniyê semînerek da.
Berpirsê ragihandinê yê Saziya Kulturî û Hunerî a Şar Nîzam Sengawî diyar kir ku armanca semînerê şiyarkirina gêncan e ji zira û ziyanên bikaranîna madeyên bêhişker û got: “Niha di nav gêncan de madeyên bêhişker bi awayekî berfireh tê bikaranîn. Ev yek jî tevî ku ziyanên madî digihîne, arîşeyên civakî jî di nav gêncan de zêde dike.”
Di heman semînerê de rêvebirê beşa madeyên bêhişker yê asayîşa Silêmaniyê Celal Mînebeg jî axaftinek kir û aşkere kir ku di heyama 5 salên bihûrî de li parêzgehê Silêmaniyê 330 kes bi tometa bikaranîn û bazirganîkirinê bi madeyên bêhişker hatine girtin û got: “Ji wê hejmarê 30 kes bi tawana bazirganîkirinê bi madeyê bêhişker, cezayê ebed (hetahetayî) li wan hatiye birîn.”
Mînebeg her wiha diyar kir ku di dema wan 5 salan de dest bi ser nêzî 50 kg. madeyên bêhişker de jî hatiye girtin.
Di heman çarçoveyê de bijîşkê derûnî Saman Şêx Enwer jî amaje bi wê çendê kir ku di van çend salên dawîn de mirov bi wê yekê dihese ku bikaranîna madeyên bêhişker li Herêma Kurdistanê her ku diçe zêde dibe û got: “Mixabin li welatê me bikaranîn amdeyên bêhişker wek tawan tê hesabkirin û kesên bikarhêner tên zindankirin. Divê kesên ku madeyên bêhişker bikar tînin, wek tawanbar neyên hesibandin, belkî divê wek nexweş digel wan tev bigerin û li berdêla ku bavêjin girtîgehan di nexweşxaneyan de çareserî ji wan re bê dîtin.”