ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kemal Tolan · 22.03.2010 · 2 dîtin
LI GORİYA ÊZDÎNASİNA MİN AXRETNASÎNA ME EZDAHİYAN WEHA YE ! Ez bawerim ku, axretnasîna me Ezdahiyan(olperestiya xwezayî û dilpaqij qet cûdetiyê naxe nava tu civak, nijad û olnên li ser ruyê cîhanê hene) di dema beriya ku haveynê mirovatiyê li ser ruyê vê dinya yê bêye meyandin de jî hebuye. Gelek mînak hene. Lê, ezê dixwazim niha tênê yekê bidime xwanê. Binêrin, em Êzdî(Kurdên ku timî ji ber olperestiya xwe hatine perçiqandin, xapandin û ji mafên xwe yên rewa bêpar mane) hêjî bi vî “qewlê Miskîno jaro“, yê ku li ber serê evdê nexweş tê gotin û ber dilê neferên li pişt mirî dimînin dide dibêjin: „Ev erda xane, evd û beşer bazirgane, hineka mala xwe barkir û hina nû danî Bin Ademo hezar salî temamkî, Mîrantiyê li şerq heta şamkî, Dumahiyê her tê ji kassa mirinê tamkî.(Tamamiya vî Qewlî di Çavk.:1- Rûp.:209-211) Lê mixabin, gelek mîtolog û zanên olan yên ku li ber destên mirovên menfaatçî, fanatîk û di dibistanên dagirkerên Kurdisatnê û desthilatdarên Mezopotamiya yê de perwerde bûne, ewan axretnasîna Ezdahîtiya me di nav çanda gel, civakên xwe de û di nav hemû ragehandinên olên tevaya dinya yê de ji bo berjiwendiyên xwe guhastine. Gelek ji wan vêga hêjî bi zor û zilma xwe nahêlin ku , ola me ya xwezayî û dilpaqij bêye berdewam kirin. Încar, ez niha naxwazim dîsa li ser tûnekirin, perçiqandin, xapandin û gelek babetên(mîna: rê û resmên wexta kesek dikeve ber mirinê û kiras diguhêze, kîjan qewl-duha di wexta şuştin û veşartina(definkirina) miriyan de tê ne gotin, cûdetiya di nava mezelê jin û mêran de çiye, kîjan qewl-duha li ser giyana kesê mirî tê ne xwandin, giringiya xwarin(zad-nan) û vexwarina xêra kesê mirî û hwd.) ku min di rûpelên pirtûka xwe de(binêrin li çavkanî 1 rûp.:208-225) nivîsandine, rawestim. Lê, ezê niha dîsa li goriya Êzdînasîna xwe hinekî li ser bingehên rê û resmên axretnasîna me Êzdiyan rawestim. Di nav zargotina me Êzdiyan de vêga hêjî tê gotin, wexta Melkemot(Êzdî dibêjinê, DELALÊ DİLÊ MİN, EZRAÎL, TAWİSÎ-MELEK, EMÎNCÎBRAÎL, NASIRDÎN) rihê merivekî ku kiras diguhêze jê distîne(belê, di nav Êzdiyan de vega hêjî gelek şadehên ku ev buyer bi çavan xwe dîtine hene) û pêve, êdî qalibê(bedena) kesê mirî di binerdê de tê veşartin. Ev bedena kesê mirî li kuderê, di bin axa kîjan welatî de jî hatibe veşartin, Milyaket rih ji nav dertînin û wî tînine geliyê Lalişê li ser pira Selatê -Sırat köprüsü- Sırat-ı müstakim- datînin. Gava rih li “Lalişê û liser berê Sûka Me'rîfetê, Nasînê, datînin û bi amadebûna Şêx, Pîr, Merebî û Birayê wî yê Axretê û Xwedanê wî Milyaket kar û kiryarên wî dikşînin. Yên baş dikeve alîyê din de û ligorî karên wî, xêr û gûnehên wî, mehkeme dibe. Erê heke mirovek gunehekê bike, binasên kêne(-Çavî, Zimanî, Dilî, Aqilî yan Nefsê.)? Ev qewlê (*îmanê bi çî nîşan e)Axretê ronahîyê li vê çendê dike û bersivê dide: Sibhane ji te sibhane Te dane min Aqil û Fahme Te ez ji şerqê birme Şame ... Hey nefsê yê bê marîfetê ye bê reye Şevên giran te dayim de´we li xedrêye Şevên giran te dayim de´we li xedrê ye û zêde Tu rûnê di malê de Te xeyal e li me hisakî çirayî ji pête ... Te xeyale li me hisakî çirên gurî Gava teyrê dewletê firî Yar û birên axretê nasbûnî ji me birî ... Nefsê çendî tu dikî gumanê Tu xalî nabî ji xedrê û duxanê Te xeyal e xudanê xwe xilas kî ji îmanê ... Nefsê tu çend dikî xebatê Wekî qazî di sekinit li pê pira selatê Tu wa li hîvîyê me bihêlî li kiş û matê ... Nefs dibêje: Aqilo xeberê te di kurrin Qeda û qotkêt dinê di pirin Dunya dûnge lê bidin û bibirin ... Nefsê wekî te bor beter bû Borê te li hemû mêrga wer bû Ew şolê nefsê bû, rengê xudanî ji ber zer bû ... Nefsê wekî te bor ne di beste Lixav û hevsar çûn ji deste Borê te li hemû mêrga di kir qeste Ew şolê nefsê bu, rengê xudanî j´i ber dişkeste ... Feqira yeke çê kir Xwe ji xweŞî û levzeta dinê kir Li dinyayê ber bi axretê kir ... Wekî heya ji hisin der dibî Wekî rezekî bê ber di bî Tijî gay û ker di bî Xudan li axretê bê mefer di bî ... Wekî heya ji hisin dûr dibî Wekî rezekî bê şûr di bî Tijî gay û kûr di bî Bi kêr mêra tê: hisin, edeb u heya ... Ji wan nebin mişemir mebdeye Rê bi rastî di be xuya Bi kêr mêra têtin: hisin, edeb û heya“(Berdewama di Çavk.:2. de ye) Belê, ez jî li goriya diyalekt nasîna xwe dibêjim, çerxa veguhastina xwezayê û kiras guhastina hemû rihilberan(çi lawir anjî însan ûwd.be), tenê bi reza û hêza Xewdê digere. Destpêk û dawiya her hebûn û tunbûnê heye. Her tiştê xwezayî çi rihilber anjî ne rihilber be, du aliye û hebûn- tunebûna her tiştî di nav hevde ye. Ez baş bawerim ku, ciyê şer û aşîtî, saxî(tendurîstî) û ne saxî, aremî û tengasî, têrbûn û birçîbûnê, zilm û xembarî, delalî û ne delalî, hezkirin û dujminantî, bihişt(cinet) û doj(cahnim)a, başî û xirabî, paqijî û ne paqijiyê, zanîn, marîfet, heqîqatê û hwd.dilê merive. Bi dîtina min, meriv jî weke her tiştê xwezayî(çi rihilber û ne rihilber e) û bitaybetî jî mîna giyander(rihilber)ekî çêdibe û kiras diguhêze(di mire). Lê, ez jî weke ku di zargotina me de hêjî tê gotin dibêjim, gava kiryarên însan(nasîna Xwedê, Milyaket, Xas, Qelender, bavçak, tirs, rahm, xof, xêr û qenciya) yê ku di mire li goriya Xwedê-Milyaketan pakbin û paqijbin rihê wî/wê li ser ruyê erdê û axretê heta ebedî dimîne. Mînak: Bala xwe bidine kiryar û Xwedê nasîna hemû merivên Xas, Qelender, Qencên Xwedê(gelek Pêxember) di hemû heyam û dewranan de ji ser rûyê vê dinyayê ranabin. Lê, gava ku zahmet û kiryarên kesê mirî yên li ser ruyê vê dinya yê, li goriya Xwedê û Milyaketan ne pakbin, hingê Milyaket rihê wî cardinê tînine ser anjî di bin erdê de û rih berdidine nava bedeneke giyanderekî din ê. Êdî rih di nav bedena nû de, wê jiyan û dadgehbûna îman, xêr, guneh û şerên xwe yên berê jibîr dike û cardinê hêja ji nû ve dest bi îbadet û berxwedanên ji bo çûhina axretê dike. Bi vî hawayî, rih li ser ruyê vê dinya yê dikeve nava gelek qalib(şikil)ê rihilberan de jiyan dike. Heta ku rih li ser ruyê vê dinya yê bê guneh(paqij) bive, ew hêja dikare biçe wê dinya dinê û li axretê heta ebedî bimîne. Ji xwe hinek ilimdarên me vêga hêjî dibêjin,”Dinya û axret yeke”. Ez li ser van bingehan dibêjim, ebedî mayina li axretê û zindîbûna her rihî bi kiryarên wî yê di vê dema ku ew vêga têde dijî û yên di nav bedena beriya xwe de li ser anjî bin erdê dike ve girêdayî ye. Tu evd nikare bi xêra pîroziya nivîs, duha û kiryarên rihaniyan qeder(jiyanbûn) û axreta xwe kifş bike. Belê, çi gava meriv li ser van bingehan baş lêkolîn bike, merivê bivîne ew evdê ku ji Xwedê ra şirîkan çê neke, di dilê wî/wê de rahm û xofa Xwedê heye, ew cûdetiyê nexe nava evd, nijad, olan û ew bi hiş-dilê xwe nêzîkî XWEDÊ bive, ewe/ewî EZDAHÎ ye û ewê here AXRETÊ. Keremkin, di dawiyê de dîsa binêrin li çend sebeqên “qewlê Miskîno jaro“ dibêje: „Ev diniya mestexaneye Wek xewna şevaye Her roj yara hinaye Ka Silêmanê hukim dikir? Ka Bilqîza nav dikir? Tu jî xweş bî, Ew jî çon , nav ax û beran Ka Silêmanê pêxemberan? Ka Bilqîza bi zêrê zeran? Tu jî xweş bî, Ew jî dinav axê de kirin qeyas. Kanê Xidir kanê Elyas? Kanê derwêşê tizbî û wekaz? Tu jî xweş bî, Ew jî dinav axê de kirin qeyas. Benî Adem li vê diniyayê mebe tema Vî zêr û malî gelek meke cema Diniya bo resulê Xwedê nema Ev diniya erdê derwêş e Têda di gerin cimle cêş e Kesek bi nefisa kibar naçe pêş e „ .(Tamamiya vî Qewlî di Çavk.:1- Rûp.:209-211) Ez cejna ÇILÊ ZIVISTANÊ, XIDIR ELYAS, XIDIR NEBÎ, BASIMBAR, NEWROZ û hwd. yên ku mizgîniya ZINDÎBÛNA XWEZAYA SALÊ didine xwanê, li we hemû bawermendên Ezdahîtiyê pîroz dikim. Kemal Tolan 13.02.2010 Çavkanî: 1- Kemal Tolan -Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Weşanên Perî- Çileyêpêşîn 2006 Stenbol. 2 - Pîr Xidir Slêman- Êzidyatî 1996- rûp.: 46-50, - Milyaket di bawerîya Êzîdiyan de: http://www.yezidi.org/248.0.html?&no_cache=1&sword_list[]=axret
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.