Ramyarî

Li Dibistana, Perwerde li Silêmanî û Hewlêrê bi soranî, li Duhokê jî bi kurmancî

Rojhat · 12.09.2008 · 2 dîtin

 Li gor biryara wezareta perwerdeyê ya Herêma kurdistanê, xwendina qonaxa destpêkê (ji pola yekê heta nehê) a sala nû (2008-2009-an) li Hewlêr û Silêmaniyê bi zaravaya kurmanciya naverast (soranî) û li parêzgeha Duhokê jî bi zaravaya kurmanciya jorî dê bê xwendin.Rêvebirê giştî yê program û çapemaniyan yê wezareta perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê Aras Necmedîn di daxuyaniyekê de ji rojnameya Çawdêrê re got: “Piştî gotûbêjeke têrûtijî di navbera berpirsên perwerdeyê ên li ser ziman û zaravayên xwendina qonaxa destpêkê, biryar hate dayîn ku ji îsal ve xwendina qonaxa destpêkê li parêzgeha Duhokê bi zaravaya kurmanciya jorî û li sînorê her du parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê jî bi zaravaya kurmanciya naverast bê xwandin.” Necmedîn her wiha got: “Di civînan de ev yek bi baş hate zanîn ku xwendikar bi zimanê dayikê bixwînin, çimkî di wî temenî de zaravayên cuda ji xwendikaran re tiştekî giran e.”Di daxuyaniya xwe de Necmedîn amaje bi wê yekê jî kir ku deverên ku ser bi parêzgeha Duhokê ne û soranaxêv in, wekû deverên Goran û Berdereşe, dikarin bi dilê ji bo xwendina qonaxa destpêkê, yek ji wan du zaravayan hilbijêrin û got: “Her wiha deverên kurmancaxêv ên ser bi parêzgeha Hewlêrê jî dikarin bi heman awayî ji xwe re ji bo xwendina qonaxa destpêkê, yek ji wan du zaraveyan hilbijêrin.”Xwendina sala nû a 2008-2009-an dê 15-ê vê mehê dest pê bike.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.