ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Dilocan · 15.02.2006 · 2 dîtin
Îro dîsan hewa gellek sar bû... Li her derê berf hebû. Min ne dixwast bichim ji bo derve.. Qet min hez nedikir kar jî bikim.. Wê dema mirov sibê zû radibe, serê xwe disho û derdikeve der, bi rastî jî tishtekî asan nîne.. Wê dema lashê mirov li vir, mêjîyê mirov li welêt be, mirov di nabeyna mizgeft û dêrê de bê û biche, wisa ye... Belku ez wisa me.. Ez bawer dikim ku, dinya û herkes wisa ye.. Na... Na... ez wilo me û subjektif bala xwe didim dinyayê û rastîya xwe a dinyayê tevlihev dikim..Îro, ez bala xwe didim malperên Kurdan , dîsan Kurd hate kushtin... Wê carê jî Kanî Yilmaz...Bi destê hevalên xwe ên kevn û nû... Dinya mij û duman e.. Li welêt û li vir berf dibare.. Chav bi chavân nabîne.. Kurd tên kushtin û dîsan dengên nerazîbûnê dîyardibin... Ji bo hinek Kurdan ew „xaîn“ bû.. Ji bo yê din „ew welatparêz“ bû..Li Kurdistanê sînor di nabeyna van herdu peyvan de nema.. Kurd bêchare û winda bûne..Dujmin dikenin.... Dengê wan tê.... Li ser serketina dek û dolavên xwe diaxivin.. Kurd digîrin û dibêjin „shehîd namirin“!!!Tirk jî dibîhizin û nokerên Kurdistan li benda dengên xurt û bilind e...Kurd dimirin, Kurdistan shîn dibe û derketina rojê nêzîk dibe... Ji bo ku ev zivistan û ev mij û duman nemîne, ez li benda rojê me..
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.