ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 21.09.2006 · 2 dîtin
Li bajarê Hewlêrê konferansek liser xwe şewitandina jinan tê saz kirin. Bi armanca çareserkirina arîşeya xwe şewitandina jinan û lêkolîn liser sedemên wê, îro li zanîngeha Selahedîn dê konferansek bê saz kirin. Ew konferaêns di bin nav û nîşana Bila em di peyama agirî de têbigehin, konferasek liser xwe şewitandina jinan li melbenda civakî êya zanîngeha Selahedîn ji aliyê rêxistiya Kurdistan ji bo pêşde medeniyetê, komeleya Emerîkî bo Kurd ligel senterê şiyan saziya jinan û bi arîkariya wezareta mafên mirovî tê saz kirin, di nava wê civînê de Mehabad Qeredaxî gotatra zenga agirî pêşkêş kir û xwendineke derunasî ji bo arîşeya xwe şewitandê kir. Ew konferas li demjimêr 9:00 serê sibê heya demjimêr 5:00 ê êvarî wê vekêşe û hinek gotar lêkolîn ji aliyê kesên rewşenbîr û siyasetmedar tên xwendin, piştre fîlmeke sînemayî bo navê Roja Dawiyê ji sînariyo û deranîna Rehîmî Zebîhî tê nîşan dayin û got û bêj liser tê kirin. Elî Sedîq, Hewlêr_ Newa 9/21/2006
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.