ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 14.09.2006 · 2 dîtin
Li Amedê, bombeyek teqîya, di encama vê teqînê de 11 hemwelatiyên kurd ku 10 ji wan zarok in hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn. Brîndar li nexweşxaneya Dewletê û li ya Tipê tên tedawî kirinê. Li Amedê, duh êvarê siet di 21 00 ê de li taxa Baxlera, li ber Parka Koşuyolê(riya bazdanê), bombeyek ji dûr ve hat qekandin, di encama vê teqînê de 7 hemwelatiyên kurd, di cî de jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. Îro Çar ji wan birîndarên ku li Nexweşxaneya Tipê tedawî dibûn jî jiyana xwe ji dest dan û bigiştî hêjmara kuştiyan gihîş 11 kesî. Ji ber ku lêkolîn li ser pênasa kuştiyan tê kirin. heta nuha navên wan nehatiye eşkerekirin.Bombe, bi hêzeke mezin teqiya, laşên hin kuştiyan perçe bû û li der û doran hat belavkirin. Herweha bi hêza teqandina vê bombeyê hemû pacên malên li derûdorê şikiyan.Polês, heta serê sibê ciyê teqandina bombê rapêça û nehişt tu kes nêzî vê derê bibe. Serê sibê, perçeyên laşên kuştiyan ji derûdoran hat berhevkirin û ev der ji xwîna kuştiyan hat paqijkirin. Heta nuha jî ne diyar e ku ev teqîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, lê di vê derbarê de partiyên siyasî û saziyên sivîl yên kurd, eşkere dikin ku ev yek ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatiye kirin.Partiyên siyasî yên kurd, DTP û HAK-PAR, Platforma Demokrasiyê ya Amedê ku gelek saziyên sivîl yên wek Komeleya Mafên Mirovan û sendîqeyên Karker û kedkaran pêk tê, bi daxuyaniyek vê bûyerê bi tundî şermezar kirin.Serokê Şaradariya Mezin ya Amedê Osman Baydemîr jî li ser vê bûyêrê daxuyaniyek belav kir û vê yêkê şermezar kir.Baydemîr, “em ji bo bangewaziya rawestandina şer çûbûn Enqerê, lê bi şer û bombeyan bersiva me dan. Diyar e ku hêzên tarî çareke din li ser karên xwe ne û naxwazin aştî pêk were. Ev êş û azar ya me hemûyan e. ez hêvîdar im ku careke din çênebe. Navê hin brîndaran weha ye: Ali Haydar Kaplan, Bubin Çiçekli, Şahin Sungur, Abdulsamet İlhan, Selahattin Altunoğlu, Mehmet Şimşek, Neytullah Dağ, Hasan Çakan, Erkan Tabuna, Emine Dündar, Murat Akboz, Haydar Kaplan, Emine Yetişecek, Mahide Çetinkaya û Ezgi YetişecekMehmet ErenKurdistantv
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.