Ramyarî

Li Amedê, Pêncemîn Pêşengeha Navnetewî ya Rojhilata Navîn destpêkir

Rojhat · 20.09.2006 · 2 dîtin

Li Amedê, Pêncemîn Pêşengeha Endustrî ya Navnetewî ya Rojhilata Navîn ev roj destpêkir. Pêşengeha ku ji aliyê Saziya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê, Şaredariya Amedê û Şîrketa Botan ve hat amadekirin, dê çar roj dom bike. Ji nav Tirkiyeyê, ji Iraq û ji nav herêma Kurdistan a Başûr nûnerên 108 şîrketan beşdarî vê pêşengehê bûn û berhemên xwe yên tîcarî û pîşesazî pêşkêş kirin. Ji herêma Başûrê Kurdistanê jî, di bin serokatiya Ezîz Îbrahîm Ezîz, nûnerê Wezîrê Bazirganiya Kurdistanê de ji Hewlêr, Dihok, Silêmaniyê, Kerkuk, Misûl û Baxdadê 450 karbidest Kurd û nûnerên saziyên bazirganî û pîşesaziyê jî, beşdarî vê pêşengehê bûn. Pêşengeh, bi beşdarbûna Waliya Amedê Efkan Ala, Serokê Şaredariya Amedê Osman Baydemîr, Cîgirê Serokê Giştî yê Saziya Bazirganî û Pîşesaziya Tirkiyeyê Necdet Oran, Serokê Şaredariya Hewlêrê Sedîq Zirarî, Nûnerê Parêzgarê Hewlêrê Xalid Abas, Serokê Saziya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê Dara Celîl Xeyat û Serokê Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Kutbettîn Arzu û hêjmarek mezin ji karbidestan hat vekirin.Pêşengeh, bi axaftina Serokê Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Kutbettîn Arzu dest pê kir. Kutbettin Arzu di axaftina xwe de xêr hatina hemû mêvanan, taybet jî mêvanê Herêma Kurdistanê kir û hêvî kir ku pêşengeh serkeftî derbas bibe. Arzû, diyar kir ku pêşengehên weha wê di navbera welatên cîran de taybet jî, di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de rolek girîng bi cih bîne û bibe destpêka xurtkirina pêwendiyên bazirganî û pîşesaziyê. Serokê Saziya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê Dara Celîl Xeyat jî, axaftinek kir. Xeyat di axaftina xwe de behsa rewşa bazirganiya Herêma Kurdistanê kir û ji karbidestên Kurd û Tirk xwest ku bên li Herêma Kurdistanê pêşbixin.Li ser navê şanda Herêma Başûrê Kurdistanê Ezîz Îbrahîm Ezîz, Nûnerê Wezareta Bazirganiya Herêma Kurdistanê axaftinek kir. Ezîz di axaftina xwe de li ser navê şanda karbidestên Kurdistanê, spasî û hurmetê xwe pêşkêşî amadekarê vê pêşengehê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest. Ezîz axaftina weha dom kir; “Em bi hatina Amedê û beşdarbûna vê pêşenghê gelek kêfxweşin. Ev yek dibe egera pêşketin û xurtkirina pêwendiya taybet jî di warê bazirganî û pîşesaziyê de. Niha li Herêma Başûrê Kurdistanê gelek şîrketên Tirkiyeyê ku di nav de yên Kurd jî hene, karên bazirganî û pêşxistina pîşesaziyê. Em dixwazin bi vê yekê pêwendiyên me û welatên der û dor, taybet jî Tirkiye, hê xurtir bibe. Ji Tirkiyeyê, daxwazekî me heye ku ji bo pêşxistin û geşkirina bazirganiyê divê deriyê Xabûrê ji nû ve bê dirustkirin û firehkirin.”Serokê Şaredariya Amedê Osman Baydemîr jî di pêşengehê de axaftinek kir. Baydemîr, li ser navê şaredariya Amedê xêr hatina mêvanan kir û ji wan xwest ku Amedê wek mala xwe bibînin û rihet tev bigerin.Pêşangeh, dê heta sê rojên din vekirîbe û dê beşdar berhemên xwe yên bazirganî û pişêzasiyê li pêşçavn raxin.Mihemed Eren /AmedKurdistantv  

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.