ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 03.10.2006 · 2 dîtin
Li Amedê Navenda Zarokan ya Astrid Lindgren ku nivîskara navdar ya Swêdê ye wê di 5ê çiriya pêşîn ya 2006an de vedibe. Wê bi vê minasebetê çalekiyên vekirna vê navendê heta 8 ê mehê dom bike. Navenda Kitêb û Çanda Zarokan a Astrid Lindgren, ji aliyê Weqfa Kurdî ya Kulturî ya li Stockholm, Navenda Olof Palme ya Navneteweyî û SIDAyê dezgeha alîkariya gel û welatên paşdemayî a Swêdê û bi alîkariya Kooperatîfa Jinan a Ronahiya Hêviyê ya Amedê û Şaredariya Peyasê ya Amedê tê vekirin. Navend, bi armanca ku zarokên kurd, bi çand û hunera kurdî aşîna bibin û fêrî zimanê kurdî bibin. Bi ehlaqeq pak û aştiyane têbigihên vedibe. Wê ligel Wezareta derve ya Swêdê, balyozxaneya li Îstanbûlê û Enstîtuya Swêdê, Balyoz û nuner û nivîskarên Swêdî, hêjmarek mezin ji rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, ji nav derva û ji nav welat beşdarê merasîma vekerinê bibin. (*) Astrid Lindgren, nivîskareka zarokan ya Swêdî ye ku li seranserê cîhanê navdar e. PirTûkên wê yên zarokan hema hema li hemû zimanan hatine wergerandin. Pîppîya Goredirêj ku yek ji wan pirtûka wê ya navdar ya çîrokên zaroka ne û li kurdî jî hatiye wergerandin. Herweha gelek pirtûkên wê yên din ên zarokan jî bi kurdî hene.Bernameya vekirina Navevda Zaroka ya Astrid Lindgren weha ye: 4 Cotmeh ÇarşemHatina mêvanan ji Swêdê5 Cotmeh Pêncşem08.00-09.00 Taştê09.00-12.00 Destpêkirina geşt û seyrana cihên dîrokî li Diyarbekirê12.00-13.00 Fravîn13.00-16.00 Berdewamkirina geşt û seyrana cihên dîrokî li Diyarbekirê17.00-19.00 Vekirina Navenda Kitab û Çanda Zarokan a Astrid Lindgren19.00-23.00 Li ber muzîk û govenda kurdî xwarina şîvêNavnîşan: Bulvara Dîcle Kentê, Çatrêya Riya Nuh, Kuçe: 9, Malên Dubleks, Numare: 9, Peyas/Amed6 Cotmeh În07.00-08.00 Taştê 08.15 Bo geşt û seyrana Mêrdîn, Midyad û Heskêfê rêketin12.00-13.00 Li Midyadê xwarina fîravînê 13.00 Çûyina Heskêfê7 Cotmeh Şemî08.00-09.00 Taştê10.00-13.00 Panel li ser kitab û wêjeya zarokan Panelîst: 1.Gunilla Bergström (Nivîskarê wêjeya zarokan)2.Jujja Wieslander (Nivîskarê wêjeya zarokan)3.Firat Cewerî (Wêjevan û nivîskar)4.Suzan Samancı (Wêjevan û nivîskar)13.00-14.00 Fravîn14.00-17.00 Li ser mafê zarokan, perwerdeya wan a bi du zimanî û karê kitabxaneya zarokan panel Panelîst:1.Larry Lempert (Şefê kitabxaneya navnetewî ya Swêdê)2.Husam Aslan (Berpirsîyarê projeya kitêbxaneyê zarokan)Cîh:Büyük Şehir Beledîyesî Burhan Karadenîz Cep Sineması.17.30-18.30 Şîv21.00 Vegera mêvanan Mihemed Eren/ AmedKurdistantv
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.