ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
M. Þerif MÜÞTAK · 03.03.2007 · 2 dîtin
Berî ez dest bi nivîsa xwe bikim: Ji bo serokê partîya ANAP ê Erkan MUMCU ko di derheqa serokê Kurd û Kurdistan de devê xwe weke gelek berpisîyar û rojnamevanên Tirkoyê Roma Reş pîskirin re dibêjim! Ez serokê partîya ANAP Erkan MUMCU û hemû kesayetîyên ko weke wine bi tudî tawanbar dikim û ez wan vexwendinî rêzgirtina gelê Kurd bi taybet di şexsîya serokê Kurdistanê Mesud BARZANÎ de dikim. Ev bê exlaqî ji bê çaretî, lewaz ketina sîyaseta dagirkera ye ! Di damezirandina Komara Tirk de leşker rêberî kirîye û heya îro jî rêber e. Li gor zagonan komara Tirk Parlementer sîsteme û edalet bingeh e. Lê edalet û parleman dibin awira leşkerde ye. Artêş xwe xwedîyê hemû misaqê-millî dibînê û difikirê tapokirya wî ye Ji wexta avakirina komara Tirk heya îro ko parleman kardikê dibin gûhdêrîya leşkerde ye. Di jîya 87 salîya komarêde, bi bawerîya mi sîyaseta sifîl nekarîye bibê desthilatdar. Leşker her wextî dîreson di dest xwede girtîye û gûhê hûkomatê girtîye kişandîye. Sîyaseta sifîl ticara nekarîye bibê pêşeng, ji bo çareserîyê ne kariye dest bavêjê pirsgirêkên sîyasî. Her wexti biryar û raporên leşker hatin e ser masa parleman. Parleman li gor biryar û raporên leşker tevgera ye. Pirsgirêkên ko niha hene leşker bûwe astengî ji bo çareriyê ye. Sersedema Komara Tirk ji bin badora sîyaseta leşkerî xilasnabû we pirsgirêka Kurd û Kurdistan e. Bi taybet pirsgirêka jibo komara Tirk herî giring jî a gelê Kurd û Kurdistan e. Pirsgirêka gelê Kurd ne weke PKK dibêjê pirsa mafê insanîye û bi destxistina hin mafên demoqratîk e. Pirsgirêk sîyasîye, çareserî jî, mafê carenûsî a gelê Kurd û Kurdistan e. Di rojhilata navînde Kurd netewa didowa ne. Bi Kurdên li metropolan dagirkeran dijîn re li dor 50-60 milyon insan heye. Pirhijmara gele Kurd, sitratejî û qetkirina Kurdistanê di herêmêde bûwe sersedema nexweşîyek dîrokî. Ev nexweşî ji wexta Yavuz Siltan Selîm û hirde tê Welatê Kurda care yekemîn 1514 dibin serokleşkerîya Padîşahê Osmanli Yawuz Siltan Selîm de ko seyr û sefera ser Çaldiran-Îran ji bo roxandina Împeratorîya Şah Îsmaîl destpêkir. Gengeşa qetkirina Kurdistanê 125 sal berdewam kir. Bi peymana Qesrê-Şirîn di sala1639 de cara yekemîn Kurdistan dinav Osmanli û Persan de hat perçekirin bû diqet. Dîsa xilaseka herba cîhanê a yekemîn, bi levhatina Peymana Lozan a navneteweyî 23.07.1923 bi fermî Kurdistan bû 4 qet. Dewleta Iraqê ji aliyê bakur û bakûrê rojhilat ve qismek li ser axa Kurdistanê, di sala 1926 de û dewleta Surî ji alîyê bakurve disa qismek li ser Kurdistanê di sala 1948 de hatin damezrandin. Dagirkirin û qetkirina Kurdistanê ticara nehiştîye xweşî û aşitî werê herêmê. Berxwedana gelê Kurd a li dijî dagirkerîyê bûwe bingehek ji bo rejîmên, faşîst, mîllîtarîst, statuko(ker)ner û dîktator. Serhildana gelê Kurd jibo van rejimên zalim her wextî hêncet çekirîye û bi wan hêncetan jîya xwe dirêjkirin e. Gelek caran dîktator û statûko(ker)ner hev jî derbe kirine û nehiştine gel lihev bigerê. Ji bo sîyaseta sifîl nederkefê pêş çi ji destê dîtator û mîllîtarîstan hatibin kirin e. Bi derbên leşkerî zêndan tijî kirin e…… Bêgoman sersedema berdewamkirina millîtarîzm û dîktatorîyê bûwe tevgera gelê Kurd jibo mafên çarenûsî ko Kurd nebin netewe û xwedî dewlet. Jibo dagirkerî, millîtarizm û dîktator li ser lingên xwe bi sekinin Kurdistan jibo xwe kirine qerta leyîstokê. Ji bo sîyaseta hindirûwê dewletê û ji derveyî dewletê qerta Kurdistanê çawa xwestine di hemû têkilîyên dîplomasîde jî wilo xabitandin e. Bi taybet di van salên paşîyê de PKK jî bi karên xweyê çeft û bi pratîka xirab ko dûrî xeta Kurdistanî jî bûwe, jibo dakirkerîyê bûwe materyal û qerta leyîstika dagirgerîya dijmin. Demekê dirêje ko dewleta Tirko dixwazê têkevê Kurdistana azad, 250 hezar leşker li ser sînorê Kurdistan a azad li benda fermanekî bû ko bi kevê hereketê. Sîyasîyên Roma Reş şev û rojên xwe kirin yek ji bo ji DEY destûr bigrin, lê cara yekemîn e nekarîn ji bo têkkevin başûrê Kurdistan dagirkeran nekarîn bi serkevin. Xwîyabû ko dîsa leşker di xwest têkevê Kurdistana azad. Leşker ji bo têkevê başûr bi biryarbû. Lê xwîyakir ko DEY destûr nedê, leşker nikarê têkevê Kurdistan ê. Ji bêçaretî Konseya Ewlekarîyê biryar girt ko pirsgirêkên hene bi dîyaloxê bi Kurdistana azadre li çareserîyê bigerê. Di vê biryarêde jî bandora DEY geleke û bû sersedema şikandina rola Leşker di dîrokê de. Bi bawerîya mi vê bûyerê da xwîyakirin ko êdî leşker wê ne karibê weke her wextî bi gûhê siyaseta sifîl bigrê bikşînê. Sîyaseta sifîl ji bo armancên xweyê millîtarîst û faşîst bikê cercûlê ber kûsîyên kûçên dîwaran bêhacet bikê. Em binêrin ji bo wexta ko tê rewşa leşker çi dibê… 27.02.2007 M. Şerif MÜŞTAK Serif.muestak@gmx.de
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.