ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Xanna Omerxalî · 03.11.2009 · 2 dîtin
Xanna Omerxalî Lêkolînek li ser qewlên êzdiyan Kitêba Xanna Omerxalî û Kovan Xankî ‘’Analîza Qewlên Êzdiyan’’ di nav weşanên Avesta de derket. Ev kitêb di derbarê pirsa girîftar a metoda analîzkirina tekstên dînî yên êzdiyatiyê de ye. Ji bo baştir nîşankirina nîqaşê, şiroveyeke Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî tê bikaranîn. Piranî daneyên kitêbê ji lêkolînên qadî yên bi êzdiyên li Ermenistan, Iraq û Almanyayê hatine kirin tên, û ev jî yekem pêşkêşiya zanistî ya encaman e. Hemû danêrên xebatê temsîlkarê rûhaniya êzdiyan in ku piraniya wan ji kasta Pîran tên û ew jî ji mala Omerxaliyan e ku malbatên vê malê agahiyên derheqê avakerên xwe de parastine. Pêşgotina kitêbê teqdîmeke giştî ya şerha olî ya êzdiyatiyê dide xwendevanan ku nivîskar hinek agahiyên bingehîn derdide ji bo şirovekirina nivîsarên dînî yên êzdiyatiyê. Kitêb zêdetir ji bo rojhilatnasan, zanayên lêkolînên olî, êzdînasan, û ji bo gelek xwedavanên ku meraqeke wan heye li ser lêkolînên kurdî û lêkolînên olî yên hevçerx. Bedelê Feqîr Hecî di pêşgotina kitêbê de wiha dibêje: Ev berhema li ber destê me ya ku hêja û birêzan Dr. Xanna Omerxalî û Kovan Xankî pê rabûyîn, şirovekirin û lêkolîn û toyîjandineke edebî, dîrokî, rexneyî derbarê tekstekî dînê êzdiyan de ye. Di vê lêkolînê de cara pêşiyê mêtodeke ravekirina tekstên dînî yên Qewlên êzdiyan wek nimûnekî edebê ola êzdiyatiyê tê diyarkirinê ser analîza Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî da. Ev lêkolîne hewilan û pêngaveke here nû, serkeftî, zanistî û babetane ye di warê şirovekirina têkistên dînê êzdiyan de, ez bawer im di pêşerojê da sud û mifayeke mezin dê ji vê lêkolînê ête wergirtin ku bi heman rêk û şêwê tekstên din jî bêne toyîjandin û şirovekirin. Bi nêrîna min, ev kitêb dikare ne tenê kêrî olzan, ulmdar û qewlbêja bê, lê weha jî kêrhatina vê berhemê boy wan xwendevanan yên ku hewcê zanebûna edebê dînê êzdiyan û dîroka edebê kurdî ne, ber bi çav e. XANNA OMERXALÎ Kurda êzdî ye, ji mala Pîrên Omerxalî tê. Li sala 1981ê li Ermenistanê, li bajarê Yêrêvanê de hatiye dinyayê. Li zangoya St Petersburgê (Rûsya) dewletî de, li fakûlteya rojhilatnasiyê de xwendina xwe ya bilind temam kiriye: BA (2002) - para zimanzaniyê ya Îranzaniyê û Kurdzaniyê; MA (2004) - dîploma Magîstira Olzaniyê standiye; PhD (2006) - fakûlteya Rojhilatnasiyê û fakûlteya Felsefe û Siyasî li beşa Olzaniyê da doktora xwe ya pêşiyê girtiye. Vêga doktora xwe ya diduyan li ser têolojiya (xwedênasiya) êzdiyatiyê dinivîse. Di zangoya Almanyayê bi navê Georg August li Göttingenê de ji sala 2005an ve dersên zimanê kurdî û dînê êzdiyatiyê dide. Beşdarî gelek konferansên zanistî li welatên cihê bûye. Avtora çend deh lêkolînên zanistî û du kitêbên li ser êzdiyatiyê ye: “Êzdiyatî, Ji kûriyê hezarsalan” (Sankt-Petersburg, 2005, bi rûsî); “Êzdiyatî: Civak, sembol, rîtûel” (Stembol, 2007, bi kurdî); “Yezidism in Europe: Different Generations Speak about their Relegion. Ph.G. Kreyenbroek in collaboration with Z.Kartal, Kh. Omarkhali, and Kh. J. Rashow. (Wiesbaden, 2009, Bi ingilîzî). KOVAN XANKÎ Kurdê êzdî ye, ji qebîla Dina tê. Ew li sala 1981 li Kurdistanê, li gundê Xanka Kevin hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê, navîn û amadeyî li Xankê temam kiriye. Ew li zanîngeha Dihokê de li koleja perwerdê, para zanistên mirovantî, ziman û edebiyata kurdî dixwîne. Di sala 1990an de dest bi nivîsandinê dike û berhemên xwe diweşîne. Berpirsiyarê para kurdî ye li rojnameya “Dengê Laliş”; li kovara “Başîk Laliş”; li kovara “Vîn” ya zarokan. Avtorê kitêba “Gotinên mezinan di hozana Cegerxwîn da, xwendinek ji bo tev dîwanên wî” (Dihok, 2008); û komeke gotar û vekolîna “Di rêya edeb û rexneya kurdî da” (Dihok, 2009); û çend kitêbên din yên edebî û rexneyî li ber çapê ne, û yek ji wan kitêbek rexne ye li ser şi’ra Osman Sebrî. SUMMARY Khanna Omarkhali in collaboration with Kovan Khanki Analîza Qewlên Êzdiyan Li ser Mesela Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî Xanna Omerxalî bi hevkariya Kovan Xankî ISBN: 978-9944-382-93-9 19.5x13, 192 sayfa, bi wêne, 14 YTL
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.