Ramyarî

Lêkolîna wezîrê Esho dur û dirêj li ser Dîroka Kürdên Ezdaîde

Lawikê Shinagalî · 14.02.2008 · 2 dîtin

Lêkolîneke giranbaha derheqa ol û dîroka Kurdên êzdî da sosinWezîrê Eşo/ Van salên dewî çend kitêb li ser ola êzdîtyê hatine weşandinê bi giranî ji yalê ronekbîr-zanyarên ji Yekîtiya Sovyêtê ya berê da. Her yek ji wan lêkolînên bi nirxin û zelalîke kifş dikin nava dîrok û naveroka ola Kurda ya here kevnar:êzdîtiyê. Lê ji ber ez ne pisporê olê me bi giştî û ya êzdîtyê bi tebyetî, min nikaribûye fikir û raya xwe ser van lêkolîna eşkere bikim û weke pêwîst e wan binirxînim. Bi cîanîna vî karî ez benda pisporên ola êzdîtiyê dihêlim.Lê, awa, van dewya kitêbek jî hate weşandinê, ku bi giranî li ser dîroka beşeke Kurdên êzdî ye di nava zemanekî kivş da. Û ber ku ez bilî nivîskaryê pêşê xwe va dîrokzanim jî û bi teybetî pisporekî dîroka Kurdistanê ya nû û hemdem, ez nikarim himberî vê kitêb-lêkolînê bêdeng bimînim û raya xwe derheqa wê da dîhar nekim. Ew kitêba hogirê minî qelemê, welatyê min, sayîrê kurdayî bi bi nav û deng, pirozayîk û lêkolînvan Eskerê Boyîke, ku bi destê weşangeha DENGÊ ÊZDIYAN sala 2006, bi sernavê: ÊZDIYATÎ, MÎRZIKÊ ZAZA, FERMANÊN REŞ hatye weşandin.Me got, ku kitêb bi giranî li ser dîroka çend êl û eşîrên Kurdên êzdî hatye nivîsandinê, ber ku beşa wê ya yekemîn da, ku bi sernavê: KURTAYÎK LI SER ÊZDIYAN Û ÊZDÎYATYÊ, ku di wêda hatiye bi cîkirinê, Eskerê Boyîk agahdaryên bingehîn dide li ser ola êzdîtyê û bi teybetî civaka Êzdiyan, ser hêrarxya tirêq, ruhanya Êzdiyan, mirîdên wan, ziyaretgehên wan.Li ser binaxa îzbat-delîlên nivîskî û bi zar ku xudanê kitêbê cara yekemîn ji ber zarê pir evdên Êzdî girtye, Eskerê Boyîk ser dîroka Êzdiyên Xalta, komkujîya wane bi tirajîk, serhildan û berxwedana Êzdiyan ji bona parastina ola xwe ya kevnar bi serokatya Mîrê kela Ridiwanê Mîrzikê Zaza radiweste. Lê ya here sereke Eskerê Boyîk kesayetya Mîrzikê Zaza çara yekemîn bi delîl-îzbatan zelal dike û radixe li ber çevan. Vê pirsê ra girêdayî, ew çend zanyara ra dikeve nava gotebêjê, polemîkaê û bi tebyetî kurdzanê bi nav û deng, pirofêsor-doktor Celîlê Celîl ra, ku lêkolîneke hêja li ser wê êl û eşîra Êzdiyan, pêwendiyên wê bi ermenyan ra bi cî anye û daye çapkirinê. Her çiqas jî dîtinên Eskerê Boyîk û Celîlê Celîl ne weke hevin, lê di nava vê gotûbêjê da Eskerê Boyîk kûltûra şexsî û ya zanyarya bilind dîhar dike û ne ku bi tenê bi rêz û hurmeteke mezin derheqa wî Kurdzanî da dinivîse, lê bi serda jî lêkolîna wî bi hêjatî û bilind dinirxîne.Beşeke kitêba Eskerê Boyîk hatye bi cîanînê li ser pêwendyên Kurdên êzdî bi dewleta Rûs ra û bi tebyetî ser koçberya çend êl û eşîrên wan ji welatê bav û kalan berbi Împêratorya Rûsyayê û bi tebyetî Pişkavkazyayê. Ew pêşyên wan Kurdên êzdî bûn yên ku ber zor û zulma dagerkirên Tirk zemanê herba Cihanî yê Yekemîn da banz dan û li Ermenistanê û Gurcistanê bi cî bûn, lê niha jî beşeke wan, sed mixabin, ji wan welata jî çûne derva û li Rûsya bê ser û bin û hetanî Awropayê ji ji hev bela bûne, ji ber vê yekê jî telîka asîmlasyona wan betir bûye.Lêkolîna Eskerê Boyîk ji hinek lêkolînên dinê yên ser dîn û civaka Kurdên êzdî, ser zor û zulma rêjîmên dagerkirên Kurdistanê û cihana musulmanyê û nava wê da, sed mixabin, ya beşeke rêvabirên Kurdên musulman himberî Êzdiyan bi wê yekê cuda dibe, ku Eskerê Boyîk, yê ku ronakbirekî ji Kurdên êzdîye, nemaze ser vê zor û zulma Kurdên musulman bi çevên kurdîtyê mêze dike, ber vê yekê jî tirajêdya Kurdên êzdî wek ya temamya gelê Kurd dihesibîne. Eva helwesta here raste, eger em wê yekê bigrin ber hesêb, kü ne ku Kurdên musulman weke beşa gelê Kurd ya here giran zor û zulm li êzdiyên hindikaya gelê Kurd kirine, lê rêjîmên dewletên musulmanyê û bi tebyetî ya Tirkya Osmanyê û xulamokên wan yên Musulman, ku di nava wan da Kurdên musulman jî hebûn. Û ber vê yekê, sebebên pevçûnên navbera du beşên delê Kurd, em dikarin gorî logîka Eskere Boyîk van pevçûnan, ku bi navtêdan û hêlandana rêjîmên dagerkirên Kurdistanê hatine bi cîanînê, bi nav bikin weke yên birakujyê. Eva ne ku bi tenê nirxandina wan bûyarên tirajîk ya here raste, lê bi ser da jî ya here pêwîst e, ber ku gorî vê nêrînê emê ne ku dijminaya Kurdên êzdî himberî birayên wan Kurdên musulman tûj bikin, lê emê heyfa Kurdên êzdî û yên musulman jî bona bi cîhatina van bûyaran bînin. Û gava ev helwest bal Kurdên êzdî jî û bal Kurdên musulman jî çê bibe sebebê dutîretyê navbera van herdu beşên gelê me da ser bingeha olê wê ji navê rabe. Ya here girîng di vê kitêbê da helwesta Eskerê Boyîk ya Kurdîtyê ye û eger ev helwest bibe malê hemû Kurdan, wê gavê Kurdên musulman wê ji bona zor û zulma himberi kurdên êzdî da bav-kalên xwe bi sûc bikin, lê Kurdên êzdî jî wê wek Kurd bibînin, lê ne ku bê bingeh û bi destê nezan û menfeetçiyan ji nijadê xwe, ji xûn-qinêta xwe kurdîtyê birevin, ber ku hîmê tam û temam ji bona çêbûna miletyê ser rûyekî, hemû atrêbûtên çêbûna miletekî bi navê Kurd bê paşnavên Musulman û Êzdîtî hene: ziman, temamya çanda ruhî, ku ji berhemên zargotinê yên cûrên cuda-cuda, hetanî stran, mûzîkayê û reqasê pêk tên.Belê, di van hemû waran da, ji kîjana milet pêk tên, tu ferq, cudatî navbera Kurdên musulman û êzdî da nîne. Belkî pêşyên me yên aqilbend ev yek girtine ber hesab, ku gava gotin hatye li ser beşên miletê me yên cuda-cuda (musulman, êzdî, elewî, kakayî, zerdeştî) wa gotine: ŞÛRÊ XÎRETÊ FÊZA ŞÛRÊ OLÊ DANE.Van hemya hogirê minî hêja Eskerê Boyîk baş zane, lê ber ku dilê wî yê şayîrtyê-hunermendyê pir tenik e ew hindava bi cîhatina vê gotina pêşyên me da hêvîbir dibe, gava vê kitêba xwe da dinivîse: „Pirsgirêka, ku vê pirtûkê da hatye lêkolînkirin birîneke gelê Kurd ya bi dewranaye. Birîneke kur e, ku heta roja îroyîn jî dixebite, dêşe, dişewite, derman lê nayê. Şikeke bêamintyê ya neqence di hindava hev da, ji dilê evdên Kurd dernayê. Dereweke bê pêşîre, ku li nav mejûya da cî girtye, rêyên rast û qelet tev li hev kirye, nahêle Kurd ji nav gêjgerînga dîrokî derên û rîya xweye rast bivînin“.A, li vê tangê ez ne bi hogerê xweyî ezîz ra me. Derman, melhema kewgirtina wê birînê heye û hatye dîtinê. Ew çêbûna Herêma Kurdistanê û rêvabirya wê ye, ku weke dewletekê tê dîtinê.Çerxa rêvabirya civaka Kurdî ji destê dagerkiran, ku sebebên tûjkirina dijminatyê yên bingehîn bûn, navbera beşên gelê Kurd e cuda-cuda da li ser binaxa olê, ketye destê kurdan bi xwe, destê rêvabirya Kurdistana Başûr, ku bi zarê Serokê vê Herema Kurdistanê Mesû d Barzanî her wa vê fikirê, vê gotinê tekrar, dubare dike: “ ÊzdI kurdên resenin”.Meremê me ronakbîrên Kurd gotî ew be, ku em bikaribin vê mantalîtê nava mejûyê Kurdên musulman û êzdî da çê bikin: rêz û hurmet, tolêrans himberî dîn, ola hev da û li ser bingeha wê yekê û ya yekîtî, wekehevbûna çanda ruhî hevra nêzîkbûna civakên Kurdên musulman û êzdî hetanî warekî, gava ewana îdî bi çevên olê li hev mêze nekin, lê bi parastina olên xwe hev wek merivên ji nijadekê, ji xûn û qinêtekê, wek xûşk û birên, wek gelê me dibêje, temê dê û bavê. Eva yeka wê rê li ber dijminên gelê Kurd, azayî û serbixwebna wî bigre yên ku her wa hewl dane û îro jî hewl didin dutîretyê, bêtifaqyê û hetanî dijminatyê bixin navbera Kurdên ji olên cihê-cihê, ku deshiletdarya xwe li ser Kurdistanê biparêzin. Lê bi bawarya min hatina rojekê çêbûna yekîtya gelê me ser bingeheke rast û saxlem ya miletyê, nijadiyê dûr nîne ber ku kefîldarî û bingeha wê yekê girêdaye çêbûna Kurdistaneke yekgirtî ra, li kî derê çerxa rêvabirya civaka kurdî wê ne ku destê dijminê wê, lê destê Kurda bi xwe dabe. Eger em bi vê helwestê bala xwe bidin kitêba Eskerê Boyîk emê bibînin, ku gava ew bibe mal û milkê hemû xwendevanên Kurd, wê bi helwesta xudanê xwe ya rast xizmeteke kivş bike ji bona nêzîkbûna wê roja kovana dilê hemû Kurdan û Esker bi xwe jî.Her çiqasî jî derheqa ola êzdîtyê û dîroka Kurdên êzdî da angor gelek lêkolîn hatine bi cîanînê, lê ev kitêba Eskerê Boyîk bi babet û naveroka xwe va gotineke nûye, eger em dikarin bi vî awayî jî bêjin, nava êzdîzanyê da. Belê ew lêkolîneke zanyaryê ya ser asta bilinde.Dewya dewyê min dixwest çi bigotta. Min pir caran ji devê cîwanên Kurdên êzdî, nemazê yên ji Yekîtya Sovyêtê ya berê ev gotinên bi awayê gazinan bihîstye: Zanebûnên me li ser dîroka me Kurdê êzdî û olê pir xizanin û bi ser da jî kitêbeke usa li ber destê me nakeve, ku em bi xwendina wê ser wê dîrokê û olê agahdar bibin. Ez dikarim bi bawarya tam û temam wan cîwanên me yên dilsoz û welatparêz ra bêjim: vê kitêba mamistê xwe Eskerê Boyîk bixunin û ew xizanyê bi giranî ji navê rabe. Lê ji bona menfeta gelê me, hatina pêşîroja wê ya geş, ku me besa wê kir, pêwiste, ku cîwanên Kurdên musulman jî vê kitêbê bixûnin.Serkanî: Buroya Kurdî, BrukselCahvkanî: ji Lalsh.de

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.