Ramyarî

Laşê paşayekê Kurdan yê berî 3000 salan hate dîtin

Rojhat · 21.11.2008 · 2 dîtin

Laşê paşayekê Kurdan yê berî 3000 salan hate dîtin

 Nûçeya urmiye.com:ê bû sedema nerazîbûna rayedarên îranî û kir ku ew ji xwe mukir bên ku gorekî dîrokî li rojholatê Kurdistanê hatiye dîtin. Piştî ku malpera me, urmiye.com:ê nûçeya derbarê peydabûna gora sêhezarsalî ya li rojhilatê Kurdistanê belav kir û video wê jî weşand, rayedarên îranî jî mukir hatin û qebûl kirin ku wan gorekî dîrokî ku temenê wê digehe hezar sal berê Îsa, li bajarokê Zagrosê li ser rêya Sine peyda kirine.Rayedarekî îranî bi navê Elî Feilîgerî ku berpirsê şûnevarên kevnare ye li Sine daye zanîn ku blî wî gora sêhezar salî gelek tiştin din yên dîrokî jî di dema kolana rê de peyda bûne. Feilîgerî dazanîn ku di nava tiştên dîrokî de berhemên xiştî(soffalî),diranên Fîl, morikên giranbiha û rimek jî hebûn.Ji aliyê din rayedarên îranî naxwazin ku rastiya dîroka Kurdistanê aşkera bikin û hindî ji dest wan tê dixwazin ku rê li ber belavbûna nûçeyên wî warî de bigrin, ji ber wê jî ji belawbûna wê nûçeyê ji aliyê malpera urmiye.com:ê gelek nerihet bûne.Hêjayî gotinê ye piştî ku çapemenî û destgehên ragehandina kurdî  nûçeya urmiye.com:ê ya di wî warî de belav kirin, rojane bi hezaran kes serdana wî cihê dîrokî dikin.Akt: F.D

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.