Ramyarî

Kurte Nuçe Ji Deverên Kurdistan

Rojhat · 26.09.2006 · 2 dîtin

Penaberên kurdên Îranê li Herêma Kurdistanê di nav mercên giran de dijînEw kurdên Îranê yên li Herêma Kurdistanê penaber in di rewşeke giran de dijîn. Piştî ku Neteweyên Yekgirtî alîkarî û yarmetiyên xwe birîn,hikûmeta Kurdistanê jî nikarî alîkarî bide wan. Sazkarê karûbarê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Neteweyên Yekgirtî Dîndar Zêbarî piştî ku ligel şandeke Neteweyên Yekgirtî serdana ordugeha Girdeçalê ya nêzîkî Hewlêrê kir ragihand ku rewşa ew kurdên Îranê trajîk e ku ordugehê de nêzîkî 4000 penaber dijîn. Ew pênaber nêzîkî 10 salin deverên xwe bi cih hiştine û Neteweyên Yekgirtî jî salane 1000 kes dişand welatên sêyem lê ji sala 1998 ve ew jî sekinandiye.   Serkomar Talebanî: Pêwîstî bi 10 hezar leşkerên Emerîkayê heyeDi hevdîtinekê de ligel Rojnameya Waşinton Post, serok Celal Talebanî ragihand ku Iraq pêwîstî bi 10 hezar leşkerên Emerîkayê heye ku di 2 bingehên leşkerî yên Iraqê de bo demeke dirêj bimîne. Serok Talebanî got:" Dikarin ew du bingeh li deverên Kurdistanê damezrînin." Serok Talebanî di wê hevdîtinê de aşkere kir ku her du welatên Suriye û Îran tevî karûbarên navxweyî yên Iraqê nebin û daxwaz kir êdî rê nedin terorîstan ku ji sînorên wan ve derbasî Iraqê bibin.    Balafirvanekî artêşa berê ya Iraqê hûrgiliyên tawanê Enfalê aşkere kirDi peywendiyeke telefonî de ligel televîzyona Elxeyha, pîlotekî artêşa berê ya Iraqê ku tevî enfalkirina kurda bûye, behsa bombeberankirina gundên Kurdistanê kir ji aliyên artêşa Iraqê ve. Navborî got:" Balafirên ku gundên Kurdistanê bombebaran dikirin li balafirxaneya bajarê Kerkûkê radibûn û rasterast Elî Hesen Mecîd serperiştiya wan dikir." Navborî aşkere kir ku zanyariyên temam li cem wî hene li ser balafirvanên ku têvî tawanê Enfalê bûne.  Nawa

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.