Ramyarî

Kurte geneshîyek cend nerînê li ser Zerdestî û Olên Kürda yên kevin

azad · 04.07.2007 · 2 dîtin

Êzdîyatî û Zerdeştî Receb Dildarhttp://www.pen-kurd.org/kurdi/receb-dildar/ezdiyati-u-zerdesht.htmlBi bawerîya min herçiqas dînê dewleta Sasanîyan ê fermî Zerdeştî bûye jî lê tu carî kurd nebûne Zerdeşt û dînê Zerdeştîyê qebûl nekirine, dibe ku li hinek heremên biçûk bi darê zorê bi wan dabin qebûlkirinê. Lê îstîsna rastîyê xera nake. Eger hinek eşîr bûbûna Zerdeşt wê aniha nevîyên wan jî hebûna an wê di dîrokê de şopeke wan hebûna. Şeref Xan di Şerefnameyê de navê Êşîrên Êzîdîyan yeko yeko dijmêre lê behsa yek eşîreke Zerdeştî jî nake, çimkî di nava kurdan de Zerdeştî tune bûne. Dîsa lêkolînvan û dîrokzanê mezin Mehrard R Izady (Kurd-Kitêbeke ber destan) di kitêba xwe de gava navê dînên Kurdan dijmêre ji xwe qala navê dînê Zerdeşt jî nake. Zerdeştî her çiqas dîneke xelkên Arî be jî zêdetir di nava Farisan de belav bûye û heta Hindîstanê çûye......................................................................Can Şeker ZERDEŞTÎ, EZDAYETÎ, PÊNÛS, DEHAKhttp://www.amidakurd.com/modules.php?name=Niviskar&op=viewarticle&artid=237Ez dixwazim gengeşiya li ser mijara zerdeştî û ezdatiyê bi çend rapor û çavkaniyan berdewam bikim.Di vê gengeşiyê de li ser hinek xalan, min û birêz Receb Dildar li hev nekiriye. Lewra jî ez ê hewl bidim ku li ser xalên me li hev nekirine, hin dîtinên xwe li gel çavkaniyan ji mêvanên malpera Amîdayê re pêşkêş bikim. Li gor birêz Dildar:-Baweriya zerdeştî di nav Kurdan de belav nebûye-Êzdîyatî û zerdeştî du dînên ji hev cuda ne.-Êzdîyatî ne berdewama zerdeştiyê ye-Di zerdestiyê de zor û zixt heye an na-Kawayê Med Astîyag Azidehak e, Kralê Ahamenda Kurus jî Kawaye hesinkar e.Di serî de ez ê bi rîwayetek dest bi niqaş ê bikim, da ku bingehek çê bibe…..…………………………………………………….Hoşeng Broka Gera bi Kurdî, di navbera du Xwedayan dehttp://www.rojava.net/24.02.2006_Hosheng_Broka.htmRêzdar Dildar, di derbareyê vê gera bi Kurdî ya di navbera du Xwedayan de, weha diçe:„- Dînê kurdan ê kevn Êzdîyatî ye.- Êzdîyatiyê bi Şêx Adî dest pê nekiriye, kokên wê di destpêka însaniyetiyê de ne.- Baweriya Zerdeşt di nava kurdan de belav nebûye.- Zerdeştî di nava farisan de belav bûye û wek dînê wan hatiye naskirin.- Êzdîyatî û Zerdeştî du dînên ji hev cûda ne. Êzdîyatî ne berdewamiya Zerdeştiyê ye.“ (Receb Dildar: ÊZDÎYATÎ, ZERDEŞTÎ, MED, KAWA Û NEWROZ: http://www.amidakurd.com/modules.phpname=Niviskar&op=viewarticle&artid=207 Dildar, di serencama gera xwe ya bi Kurdî de, ji Xwedayê „avestiyane“/“zeredeştiyane“ bihtir, ew Xwedayê „êzîdiyane“, wek „dêrîntirîn“, „resentirîn“ û „eşkeretirîn“ Xwedayê bi Kurdî, li qelem dide. Rêzdar Can Şeker jî, wek bersiva rêzdar Dildar, di nivîsên xwe yên di derbareyê heman gera bi Kurdî ya di navbera heman Xwedyan de, http://www.amidakurd.com/modules.phpname=Niviskar&op=viewarticle&artid=205 http://www.amidakurd.com/modules.phpname=Niviskar&op=viewarticle&artid=237 Êzîdiyan, ji Êzîdiyan bihtir wek zeredeştiyan û Xwedayên wan jî, ji „Êzî, Tawisî Melek, Şêşims...htd“ bihtir wek „Ahoramazda“ yê dij be „Ehrêman/Angramanyo“, dixwîne. Kurt û Kurmancî, ew li gora xwendina xwe ji „wêneyên Zeredeşt“ re, ku di „hin koşeyên malên êzîdiyan de, çûne daleqandinê“, êzîdiyan bi zeredeştiyan û Êzdiyatiyê jî bi Zeredeştiyatiyê, dixwîne.………………………………………http://www.pen-kurd.org/ŞIKIR JI XWEDÊ RE, EM ÊZDÎ NE ! Kemal Tolan Xuşk û birayên hêja, ji xwe heta vêga gelek kesên xerîb, Êzdî û rizgarîxwazên Kurdîstanê li ser vê mijara "Êzdîtî û Zerdeştî"yê nêrîna xwe gotine. Ez jî niha dîsa li goriya Êzdî nasîna xwe dibêjim, ji ber ku Xwedê û Tawisî-Melek ev dinya bi haveynî mirovatiyê ji bo me hemî giyanderan meyandine, ew nahêlin tûcarî ev haveynê binirix û giringiya mîtolojiya Ezdahî(Êzdiyatî)yê di tu bedîlan de ji nava ruh(giyan) û serên rûhaniyên ku têne serê vê dinyê û diçin de jî derkeve. Bi dîtina min, ev mîtolojiya me gelekî kûr û giring e, her weha kêm meriv mane û hene ku ji vê fîlozofiyî û mîtolojiya kevnar fahm dikin. Ez ji tecrûba xwe dizanim, dema evdek bixwaze vê dewlemendiya fîlozofî û mîtolojiya Êzdiyatiyê nasbike anjî bide nasandin, divê ew berî her tiştî xwe hinekî fêrî qewl, duha, çîvanok, xizamok, rê û resmên Êzdiyatiyê bike û ji wan fêm bike. Belê, ez bixwe jî hîna ji gelek van qewl û duhayên me yên ku min li xwarê navên wan birêzkirine fahm nakim, lê ez dizanim ev di gelek pirtûk, kovar, rojname û malperên me Kurd û Êzdiyan de hatine tomarkirin û ew hêjî têne weşandin. …………………………………………………………..Lêkolîneke oldarî-zanistŞewqî Îsahttp://lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=311Derdên me nebesî me bûn, zerdeştîtî jî anîne zimên. Ev înterprêtasiyon û lihevanîn ji min re û ji bo piraniyên Êzîdiyan bê bingeh û fûndamênt in. Vî tiştî pir kar û zametkêşya hindek biraderên lêkolînvên dîroka olê bi avê de birin û li paş xistin. Lê belê bila tu mirov dilxirabî jê re çênebe, ku ez li dijî olên din im anjî li fitil û dewranan digerim. Rastiyek li holê heye û tukes nikare jê bireve: Êzîdîtî û Zerdeştîtî du olên ji hevdu cude ne û Êzîdîtî ola gelê Kurd bû, heya roja Îslamê Kurdistan wêran kir û Kurd bi darê zora devê şûr kirin misilman. Ez tucar nabêjim, ku hindek Kurdên-Êzîdî bûne Zerdeştî, lê belê bila ji me giştan re diyar be, ku Zerdeştîtî ola Sasaniyan bû û ne ya gelê Kurd bû. Sasanî jî babkalên Faris bûn.....................................................http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=140Xanna Omerxalî: Hûn dibêjin, ku êzdîyatî berî ola Zerdeşt jî bûye, ne wisa?Dr. Xelîl Raşo: Kengê em Îraqê da bûne, me rind jî nas nedikir êzdîyatî çi ye. Gelek kêfa me dihat, ku tiştek nîvê Zerdeştî û Êzdîyatiyê da hebe, çimkî Zerdeştî dîneke li hemû dinê tê nas kirin û navdar e. Em di geriyan tenê bêjin: dînê me wek Zerdeştiya bû. Salêd 1970-da derheqa tiştek wekhev nîvê êzdîyatiyê û Zerdeştî min jî nîvîsiye. Lê piştî kengê çevê me hinekê vebûn, ez gehiştim wê baweriyê, ku diyanetê êzidîyan ne ji dînê Zerdeştî derketiye. Bo mînak eydêt (cejin) êzîdiya û zerdeştiya ne wek hevin. Raste, tiştêt mîna hev jî hene. Paşî – min diyar kirî, ez gihîştim wê encamê, ku dîne me ji Zedeştî kevintir e, lê paşê jî xelkêt din, hinek urf û edetêt din jî di nav êzidiyatiyêda hatine qebûl kirine. Ew vekolîn hêşta nehatiye temam kirinê. Kevintir e, ez bawerim. Geleka nivîsîye ku Zerdeşt gotina „Daeva-yasna“ hingê bo êzdiya gotiye. Anku kengê Zerdeştî dînê dewletê bûye, xelik û grupêt li çiyaya da, di jiyan û xudawendêt siruştê ,,tebîyet,, îbadet di kirin, nehatin felsefa Zerdeştî, qebûl bikin, evana Zedeşt jêra got „Daeva-yasna“, anku ew kesêt îbadeta Devil dikin! Hêdî hêdî ew gotina „Daeva-yasna“ bû „Dasin“. Niha jî divêjin „Duhoka desiniya“, yan jî ciyayeki Mizuriya heye dibêjinê “ciyayê Dasin”, ankû êzîdî nabêjin xo em ,,Dasênî,, ne, belkî ewa gotinekî Zerdeştî bû, bo wan grupa got, yêt pê diyanetê wî neçûne. Eva belgayeke êzîdî, heke ew Dasinî bin yê Zerdeşt nav lê kir, û ez bawerim, ew in, berê zerdeştîya bûne. Berê wisa bû; bo her diyardayêt tebîyetê Xudanê wî hebû: xudawendê Ba û baran hêbû, yê Roj û Heyvê hebû, yê tofana, yê nexoşiya,..htd., gelek tiştêt dinyayê da diqewimîn, berê jî hebûye nava miletêt Îndo-Europayî, da ev bawerî hebûn, anku em dikarin bêjin: êzdî kevintir ji zerdeştî yê.Heke êzdî zerdeştî bana, ji wana qut bibûn, dê carekê me navê Zerdeşt di nêva têkstêt êzdîya da bidîta! Dê qewilî êzidiya navê wî anî ba! Li gorî felsefa wî (Zerdeşt) dû hêz/qewat li dinê hene: Ahûra-Mazda û Angra-Mainyû, ankû xêr û şer cûda ne. Lê cem êzdîya xêr û şer bi hev ra ne, di yekva girêdayîne ne, eve wê ramanê di gehîne ku êzidîyatî ne dînekî Dûalîsm e. Xala sisiyan ku cûda bûna me û Zerdeştiya xoya dike ewe, êzîdî mirîyê xo bi qewl û dua dibin erdê dikin, gor dikin, lê Zerdeştî mirînêt xo dibine ciyê teybet heta teyr û heywan bixon, yan jî bi agir di sojin, çawa li cem Zerdeştiyêt Hindistanê. Ewa xalek gelek balkêşe û cûdaye nava herdû dîna da. Berê wisa bûye, lê niha na. Xala din ya cuda bûnê ewe Zerdeştî qurbaniya na din, ew heywana na kujin, ser jê kirina heywana li cem wana tiştekî guneye, lê li cem êzîdiya qurbanîdan koka dînê wan da ye. Qurbanî diden, pez serjêdikin û tenê Eyda Xidir Nebî û Xidir Eylas nakin. Cem me êzidiya heywanê wek: Dûpişk, Mar û Pisîk û gelekêt dî di pîrozin, yan bêjîn hurmeta xo heye, lê li cem zerdeştîya ewana heywanêt zirar û pîs in.Xalek din ya cuda bûnê (Rojî girtin)e, li cem Zerdeştiya nabê mirov xo birsî biket, ankû rojiya bigirit. Divê mirov sê çar cara xwarinê bixot, wekî rind kar bikin, rojî girtin çê nabe cem wana, tu nikarî bixevitî. Cem êzdiya jî rojîgirtin rolekî mezin dilezîn. Xalek dî, tûtin cem zerdeştiya gelekî xirab e, ankû nabê merivê wan cixara bikişîne, lê belê nik êzîdiya tûtin dikişînin û Xudanê tûtinê jî heye. Xala dîya here giring ewe; heke êzdî zerdeştî buna, her malek êzidiya dê kitêba (Zênd Avêsta) yan (Gata) hebûna! Lê kitêbêt me hene bi navê Meshefa Reş û Celwa. Em kevintir in ji wî dîyanetî.……………………….http://www.dirok.hkmg.net/dirokakurdistane.htmlBeriya Îslamiyetê ola Kurdan li gor hinek çavkanian Zerdeştî bû. hinek ji zanayan jî mîna Tewfîq Wehbî dibêjin ku kurdan ola xwe ya ciyawaz hebûn. Piştî êrîşên Ereban û belavbûna misilmantiyê, Kurdan dev ji Zerdeştiyê, ku yek ji olên herî qedîm ya Rojhilata Navîn e berdan û Îslamiyetê hilbijartin. Êrîşên ser Rojava ya Xiristiyanan yên bi navê Seferên Xaçperestan li ser Rojhilata Navîn, ku bi mebesta bidestxistina riyên bazirganiyê dihatin kirin, bi tekoşîn û berxwedanên mîrîtiyên Kurdan û bi saya fermandarên Kurd yên wekî Selehedînê Eyyûbî hatin rawestandin. Berxwedana Kurdan di vê demê de rê li ber dagirkeriya Rojhilata Navîn girtiye.Ayîn û Bawerî di Nav Kurdan deNeteweya kurdan di her serdemê de li ser ayîn û baweriyekê bûne. Wekî hemû neteweyên din ên ariyayî di şefeqa dîrokê de baweriya kurdan jî bi Xwedê hebûye û ew perestine. Her wiha bi perestina hîv, roj, stêrk, agir, av, ba, birûsk... û tiştên bi vî rengî mijûl kirine. Wan di destpêkê de laşên miriyên xwe binax nekirine. Wan laşên miriyên xwe danîne ser latekî lûtkeyan da ku laşxwir wan bixwin. Bi vî awayî wan xwestiye ku dîsa bikevin nava laşê giyaneweran. Lê paşê ev rêbaz ji holê rakirine û laşê miriyên xwe pêçane û li çiyayan di bin axê de veşartine. Paşê ji malbata Espîtmanî ya Medyayê kesekî bi navê Zerdeşt peyda bûye û bangî gel kiriye ku Xwedayê tek û teniya biparêzin û baweriyê pê bînin. Gel jî bawerî bi wî aniye û ayîna wî qebûl kiriye. Rêz û rêçikên wî bi kar anîne.Zerdeşt an Zerdtuştire kurê Pûrûşesp e û ji malbata Spîtme ye. Li gorî gotina Hertsfuld Spîtme yan Sînam malbeteke Medî ye ku li bajarê Rega yan Rey fermanrewayî û desthilatî kiriye. Pîlînûsê mezin jî ku di salên 23-97'ê zayînî de jiyaye dibêje: "Di pirtûka 'Mêjûyî Xorskî" de Zerdeşt wekî 'zerdeştê Medî hatiye binavkirin." Di pirtûka 'Encumenê Arayê Nasirî' de hatiye nivîsandin ku Zerdeşt li qiraxa Goma Şêz ku nêzîkê Tîkantepeya Hawşarê ye, ji dayik bûye. Paşê çûye Çiyayê Sebelanê û li wir ji aliyê Xweda ve bûye pêxember. Paşê çûye bajarê Rey. Ji Rey jî çûye paytextê Luhrasip û Guştasipê û xelkê herêmê aniye ser ayîna xwe. Hin dîroknas jî li ser vê baweriyê ne ku Zerdeşt xelkê herêma Gola Urmuyeyê ye.Li ser mêjûya jidayikbûna zerdeşt di nava dîroknasan de dîtinên cuda hene. Gelek dîrokzanên Yewnanî yên wekî Erestû, Eflatûn û Îkzan Tûs li ser vê baweriyê ne ku Zerdşt di sala 6500'ê berî zayînê de li nêzîkî Gola Urmuyê ji dayik bûye. Lê hin ji dîrokzanên hevçerx jî ev bawerî û dîtin red kirine û wekî derew zanîne.Dr. Mihemed Muîn di lêkolîneke li ser dezrdeşt de gihîştiye vê baweriyê ku Zerdeşt di sala 660'ê berî zayînê de goşegîr bûye û di sih saliya xwe de ji aliyê Xwedê ve bûye pêxember. li ser çiyayê sebelanê nêzîkî Gola Urmuyeyê ji wî re siroş û îlham hatiye. Ew di çil û du saliya xwe de ango di sala 6187'an de berî zayînê çûye bajarê belxê û Key Goştasip aniye ser ayîna xwe. Di sala 583'yê berî zayinê de û di temenê heftê û hef saliya xwe de şerek di navbera wan û Ercaspê toran de diqewime û Zerdşt di wî şerî de li ateşkedeya bajarê Belxê hatiye kuştin. Heke ev gotin rast be û Zerdeşt di salên '660-583'yê berî zayînê de jiya be, ew bi du şahê mezin û bi hêzên Medî re maye: Ferwertîş '644-625 berî zayînê' û Huwexşetre '625-585'ê berî zayînê.' Wê çaxê ji bo çi di pirtûka xwe de behsa (dabaşa) bajarê Hegetane û behsa wan nekiriye? Ji ber vê yekê piraniya dîrokzanan dibêjin ku Zerdeşt berî wan jiyaye. Ji bo mînak dalayê Parsî li ser wê baweriyê ye ku Zerdeşt di sala 1000'ê berî zayînê de ji dayik bûye.Hirtul li ser wê baweriyê ye ku zerdeşt di serdema Wîştasipê Hexamenişî de ji dayik bûye. Liman jî dibêje ku Zerdeşt di serdema Darûşê Hexamenişî de serî hildaye. Wist û Caksin û hin kesên din jî vê yekê rast nabînin. ew ser wê baweriyê ne ku zerdeşt di sala 660-583'yê zayînî de jiyaye. Ev dîrok di pirtûka 'bulnd Hişn' û Ertay Wêrafname'yê û di hin pirtûkên din de jî ku bi zimanê ehlewî hatine nivîsîn de jî heye.zerdeşt di beşa Gotayan de di beşa zimanvanî keçekya de nivîsiye ku ew ji malbata Spîtme ye û diyar dike ku Spîtme malbateke medî ye. Plînûsê mezin jî zerdeşt wekî zerdeştê medî bi nav kiriye û gelek mêjûnas û lêkolîner jî li ser vê baweriyê ne ku zerdeşt Medî bûye. Vêca di kurdbûn û medîbûna zerdeşt de tu şik û guman namînin.Piraniya lêkolîner û dîrokzanan dibêjin ku Zerdeşt Avesta bi zimanê xwe yê zikmakî nivîsiye. Avestaya rastîn nameye lê ev Avestaya ku niha di destên zeredeştiyan de heye ji pênc beşan pêk tê ku ew jî ev in: "Yesna", "yeşme", "Wîsperd", "Wendîdad" û "Avestaya Hurik."Zerdeşt di Avestayê de gel ji bo perestina Xwedayê tek û tenê (Ehûramezda) vedixwîne û bang li gel dike ku bîr û baweriya xwe rast û xurt bikin û karê çandiniyê û ajledariyê bi pêş bixin. Her wiha ji wan dixwaze heta ku ji wan tê zeviyan bikêlin û behreyê (Havilê) jî bigirin. Divê her kes mijûlî karkirin û xebatê bibe û xwe ji tiralî û tembeliyê biparêze.Zerdeşt di beşa "Windîdad" de lava ji Xwedrê dike û dibêje : "Ey Xwedayê tek û tenê, ey afirînerê erdê, tu yê ji min re bibêjî ku xweştirîn cihê erdê ku der e? Ahûra Mazda bersviv dide: "Ey Zerdeştê Espîtma! Xweştirîn warê erdşê ew der e ku mirovekî parêzgar dixwaze li wir malekê ava bike û agirdanekê 8ateşdanek) tê de çêbike û her wiha xweştirîn cih ew der e ku dewar, pez, jin û zarokên zor tê de hebin û agirekî gur û germ tê de hebe.Xweştirîn cihê erdê ew der e ku rez, bax, baxçe û fêkiyên xelkê li wir hebin û erdê hişk, ziha û bejî nelêlin." zerdeşt ji Ahûra Mazda re dibêje : "Aya xweştirîn cihê din li ku derê ye?" Ahûra Mazda bersivê dide: "Ey Zerdeştê Espîtman, ew cih şûnek e ku çarpiyên zêde lê hebin û zêde bikin û bizên. Ew cihê ku sewalên zêde lê hebin û cihê ku xelk zêde lê çandiniyê dike û sûdeyê (wec) jê digire xweştirîn cih e. Cihê ku çandinî lê neyê kirin wekî jineke xweşik û balaberz û qeşeng e ku ducanî û pêgiran nabe û zarokên wê nabin."Her wekî ku me got beşeke pirtûka Avestayê bi navê "Gatan" bi awayê helbestî û kîteyî hatiye nivîsîn. ku helbestên wê hemû yên zerdeşt in. Ku va ye zerdeşt yekem helbestvanê kurd e. Ev jî mînakek ji helbestên wî ku dibêje: Yemme xişter awrûh e niwêt ewtem anhe niwît germem niwît zûrû niwît nirtiyuş niwît ereskû dêwe ewdatûWate: li padîşayetiya bi nav û deng a Cemî, ne serma bû û ne jî germa. Ne pîrî bû ne merg, ne lewçetî û ne jî rijdiya dîwanê. Piştî ku ola îslamê li Kurdistanê belav bû piraniya neteweya kurdan bawerî pê anî û bûne misilman.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.