Ramyarî

KURDZANÊ BI NAV Û DENG ŞEKROYÊ XUDO ÇÛ SER DILOVANYA XWE

Eskerê BOYîK · 13.02.2007 · 2 dîtin

1 ê sibatê şebeqê, nişkêva ,li bajarê Moskvayê, ji kirîzîsa dil çû ser dilovanya xwe Zanyarê bi nav û deng, akadêmîkê akadêmya Ermenistanê, serokê Navenda Lêkolînên Kurdî li bajarê Moskivayê, pirofêsor Şekroyê Xudo Mihoyî. Ew sala 1930 î li gundê Elegezê, nehya Aparanê, komara Ermenistanê ji dayka xwe bûye. Ji pey qedandina dibistana gundê Elegezê, sala 1948 a li bajarê Yêrêvanê dikeve zanîngeha pêdagogyê, beşa dîrokê. Zanîngehê bi qimetê here bilind xilaz dike, vedigere gundê xwe. Du salan mekteba gund da dersên dîrokê dide. Destpêka sala 1955 an rojnema kurdî RYA TEZE, ku sala 1938 an hatibû girtin, dîsa li bajarê Yêrêvanê dest bi weşanê dike. Şekroyê gênc di rêdaksya rojnemê da teglîfî xebatê dikin, wek serwêrê parê. Salekê şûnda ew êdî cîgirê berpirsyarê rojnemê bû. Çiqas jî karê rojnemevanyê da serketî bû, lê dîrokzanyê ew berbi xwe dikşand. Salên ewlin, karê xwe yê rojnemevanye ra tevayî, ew usa jî aspîrantûra sêktora Rojhilatzanyê ya Akadêmya Ermenistanê beşa kurdzanyê da dixûne. Sala 1960 î karê rojnemevanyê dihêle û bi temamî xwe dîyarî bi zanistî lêkolîna dîroka gelê xwe dike. Li beşa kurdzanyê (sêktora Rojhilatzanyê, ji sala 1971 ê da Înstîtûta Rojhilatzanyê) ya Akadêmya Ermenistanê da derbazî xebata zanestyê (u’lmyê) dibe. Ji wê demê heta roja xweye dewî, bê rewastandin ew li ser pirsgirêkên dîroka Kurd û Kurdistanê dixebitî. Goveka lêkolînên wî yên zanyarî pir fireh bûn. Di nav xebatên wî da pirsgirêkên dîroka me, yên usaye bingehîn cî girtine çawe: êtapên tevgera kurdaye azadaryê, tevgera kurda û faktorên navnetewî, Lozan û pirsgirêka kurdî, îdîologîya partîyayên kurdî, rewşa kurdên Sovêtstana berê û yên mayîn. Lê bi heqî giranya xebaten Şekroyê Xudo ji destpêka karê wîyî zanyarî da heta roja dewyê li ser pirsgirêkên tevgera kurdî bû li Başûrê Kurdistanê. Prof. Şekroyê Xudo di dereca pirsgirêkên tevgera Kurdistana Başûr da wek pêşekzanekî sereke dihat naskirin. Dema Barzanyê Mezin hate Ermenistanê Şekro ew dît, jêra bû nas...Û ji wê demê da rastya rîya wî pêşîkêş û pêşewityê gelê xwe bawar kir. Ew jî bû wek pêsmergekî sondxwerî yê wê rê, wê bawaryê. Emekê prof. Şekroyê Xudo di pirsên amadekirin û organîzekirna karên kurdzanyê, hazirkirina kadran, weşandina gotar û pirtûkên kurdzanyê da jî pir mezin bû. Ji sala 1981 ê heta sala 1994 a ew serokê beşa kurdzanyê bû li Înstîtûta Rojhilatzanyê ya Akadêmya Ermenistanê da. Di nava wî wedeyî da gelek lêkolînên giranbiha di warên kurdzanyêye cude-cude, bi serokatî û tevbûna wî parê da hatine kirin, bi deha pirtûkên kurdzanyê hatine weşandin. Ji pey hilweşîna welatê Sovêtê ra zanyarê mezin destguhestûî bajarê Moskivayê bû. Wê demê kurdzanyê jî rûyê halê aborîyî xirab da wedekî tengasyê dijît. Prof. Ş. Xudo wir kurdzanên Sovêtstana berê, yên here bi nav û deng li xwe civand û Navenda lêkolînên Kurdî da demezirandin, xwe jî ji alyê zanyara da hat bijartin wek Serokê wê Navendê.. Navendê, di halê aborîyî dijwer da bi rêvabirya wî 14 pirtûkên kurdzanye giranbiha weşandin. Şekroyê Xudo salên dirêj li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê beşa Rojhilatzanyê da dersê dîroka gelê Kurd daye xwendevanên ûnîvêrsîtêtê. Kar û xebata zanyarê mezin bilind hatine qîmetkirin. Saya zanebûnên ênsêklopêdîk ew di werê zanestyê da gihîştye navên here bilind. Sala 1981 ê navê profêsoryê didne wî. Sala 1990 ew tê bijartin wek endem-miqaledarê Akadêmya Ermenistanê ya zanestî. Şeş sal pey ra wî dibijêrin wek akadêmîkê wê akadêmyayê. Pêwîste bê gotin, li walatê Sovêtê navê akadêmîkyê, di sîstêma zanyaryê da dereca here bilind e û didane zanyarê here mezin, yên dinêeyan, yên ku rêyên nû li nava zanyaryê (u’lm) da vedikirin...Li temamya Sovêtstana berê û ji hidûdên wê der cara yekemîn bû ku bi serê prof. Şekroyê Xudo kurdzanek gihîşte wî navê bilind. Sala 2002 an kurdzanê e’yan hat bijartin wek akadêmîkê Akadêmya Rûsîyayê ya heqîqetê û bêqezyabûnê. Walatê wî: Kurdistana Azad jî emekê ewledê xweyî hêja bilind qîmet kir, Xelata Zêrin ya Pîremerd-2004 danê. Dîrokzan xizneke zanistyêyî mezin ji pey xwe hîştye. Ew xudanê bi deha pirtûk û bi seda gotarên zanestîye. Hesavekî zêde lêkolînên wî derheqa pirsgirêkên dîroka gelê Kurd yên cuda-cuda da hazirin û hewcê çapkirinêne ne. Kar û xebatên wî bi firehî li Rûsîyayê, komarên sovêtstana berê, heçar perçê Kurdistanê hetine naskirin û qîmetkirin, pirtûk û gotarên wî bi deha zimana hatine wergerandin, weşandin. Bûne hebûna gelê Kurd û Kurdistanê. Prof. Şekroyê Xudo bi ênêrgîya cîwanyê beşdarî her bûyareke kurdzanyê dibû, piştgirtya tevgera gelê xwe ya azadaryê dikir.. Bi aktîvî konfêrans, sêmînar û civînên ser mesela kurdaye netewyê pêşda dihat. Destanîn û serketinên gelê xwe ra kêfxweş dibû. Şekroyê Xudo ne ku tenê zanyarekî mezine lê usan jî wek meriv, wek heval, wek şêwrdar, wek welathiz pir bi nirx bû. Meriv bi roja kêlekê rûnişta kurmancîya wîye weş, axaftina bi henek û laqirdya xemilandî têr nedibû. Teyê bigota laqirdyê dinyayê gişk cem wî bûn. Kurdzanyê zanyarekî xweyî mezin, gelê Kurd jî aqilbend û pêşewitekî xweyî hêja unda kirin. Navê wî wê dilê gelê wî da tim bijî. Bira serê gelê Kurd saxbe. Eskerê BOYÎK 01.02.2007.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.