Ramyarî

Kurdnas û dîroknivîsê kurd Pr.Hesretiyan çû ser dilovaniya xwe

Pukmedia Rêzan A · 03.03.2008 · 2 dîtin

Pukmedia Rêzan AKurdnas û dîroknivîsê kurd Pr.Hesretiyan çû ser dilovaniya xwe PUKmedia 2008-03-03 14:01:28Dîroknivîs û kurdnasê kurd Pr.Manvel Arsenovich Hesretiyan li paytexta Rusyeyê Mosko koça dawî kir. Hesretiyan di sala 1924-an de li Azirbaycanê ji dayid bûye û bi netew ermenî ye.Yeke ji mezintirîn û nastirîn kurdnasê yekîtiya Sovyet û Rusyeyê û zêdetirî 50 salan di derbarê dîrok, pirsgirêka kurd û Kurdistanê, bi taybet Kurdistana bakur kar û lêkolîn kiriye û bi dehan berhem, lêkolîn, gotar, babetên binirx di derbarê kurdistanê de nivîsandiye û beşeke zêde a berhemên wî di zanîngehên Rusye, Ermenistan û Kurdistanê de tên xwandin.Pr.Hesretiyan di salal 1948-an de li Enstîtuya Rojhilatnasî a li Moskoyê dest bi xwendinê kiriye û di sala 1956-an de li beşa dîrokê dîplomeya doctorayê vergirtiye. Her wiha ji sala 1984-an heta sala 1996-an li Enstîtuya Rojhilanasiyê li Mosko, serokê beşa kurdî bû.Berhemên Hesretiyan ên bi zimanên rusî, ermenî, kurdî, erebî, tirkî û înglîzî hatine belavkirin ev in:1-Kurdê Tirkiyeyê di vê serdemê de2-Şopandina dîroka Tirkiyeyê3-Yekîtiya Sovyetê û Tirkiye ji salên 1986-an heta 1995-an4-Pirgirêka kurd li Tirkiyeyê ji sala 1986-an heta 1995-an5-Pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê6-Şopandina Destûra Tikiyeyê

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.