ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 04.06.2006 · 2 dîtin
Wek tê zanîn demeka berê rabêjê derva yê Îsraîlê Alon Liel jî ragihandibû medîyayê ku Kurdistaneka serbixwe Îsraîlê qet aciz nake lê ê Tirkiyeyê dîn bike.Piştî fetwaya melayên ereb û bersiva melayên Kurdistanê a li ser daxwiyaniyên Mesûd Barzanî serokÜe Kurdıstana Federe ên derbarê Îsraîlê de û minaqeşeyên piştî vê daxwiyaniyê, Peymangeha Perwerdeya Bilind a Zankoya Duhokê anketek li ser peywendiyên Kurdistanê û Îsraîlê amade kir. Di encama anketê de derket ku ji % 73,25ê gelê Kurdistana azad li gel Îsraîlê peywendiyên gelek xurt dixwazin.Di anketê de pirsên ku gelo xelk çawa li peywendiyên Kurdistanê û Îsraîlê dinere, bi çi çavî li Îsraîlê dibîne û hwd hatibûn pirsîn. Li Duhok, Silêmanî, Hewlêr û Kerkûkê li ser hev ji 1600 kesan pirs hatin kirin. Derket ku kurd dixwazin hukumeta Kurdistana federe peywendiyên rasterast li gel dewleta Îsraîl deyne û peywendiyên aborî li gel vê dewletê xurt bike. Wek tê zanîn demeka berê rabêjê derva yê Îsraîlê Alon Liel jî ragihandibû medîyayê ku Kurdistaneka serbixwe Îsraîlê qet aciz nake lê ê Tirkiyeyê dîn bike. NETKURDC.A
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.