Ramyarî

Kurdên Suriye grevê dikin

Rojhat · 05.10.2006 · 2 dîtin

Di beyanameyekê de Lijneya Hevahengiya Partiyên Kurdên Suriye gazî welatiyên kurd kir ku roja pêncşemê li ber civata wezîran ya Suriye grevê(mangirtin) bikin. Endamê Mekteba Siyasî ya partiya Yekîtî Feysal Bedir bi Ajansa nûçeyan Ferensa ragihand ku kurdên Suriye bi armanca diyakirina nerazîbûna xwe li hember jêsitandina nasname ku 44 sal berê hatiye pêkanîn, grevê dikin û daxwaza mafê welatîbûn û girtina nasnameya wî welatî dikin. Hêjayî gotinê ye 225 hezar kurd li Suriye li ser nîfusa sala 1962ê wî welatî de nehatine nivîsandin û ji mafê welatîbûnê hatine bêbeşkirin û heta niha çendîn car Suriye soz daye nasnameyên wan bide lê soza xwe bi cih neaniye.   Şandake Kongreya Emerîkayê serdana Herêma Kurdistanê kirPiştî serdana xwe ya bo Bexdayê, şanda Kongreya Emerîkayê gihîşt bajarê Hewlêrê û ligel serokê Herêma Kurdistanê û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê civînek pêk anî. Piştî civînê di civîneke çapemeniyê de Meshud Barzanî amaje kir bi girîngiya serdanên wî awayî bo dostên gelê Kurdistan ji nêzîk ve agahdarî guhertin û pêşketinên mezin bin ku li Kurdistan pêk hatine. Serokê şanda Emerîkayê Bil Frîtş ragihand ku armanca serdana şanda Kongreyê bo Herêma Kurdistanê têkestî kirin e li ser peywendiyên dostane yên navbera Emerîka û gelê Kurd û dûpat jî kir ku Emerîkayê bi hemû awayek hevkariya aborî bo Iraqê dike.    Kurdên Tehranê kovareke nû belav dikinPiştî girtina piraniya rojname û kovarên wan, kurdên Tehranê kovareke nû belav dikin û hewlên damezrandina kora zanyarî ya zimanê kurdî didin li Tehranê. Çavkaniyeke agahdar ji Tehranê bi Newa ragihand ku çend kes ji kurdên Tehranê kovareke nû bi navê Guftmanî New derdixin ku sernivîserê wê Behram Weled Beg, sernivîskarê berê yê rojnameya girtî Aştî ye ku li Tehranê dihata çapkirin. Her weha çavkanî ragihand ku kurdên Tehranê amadekariya damezrandina kora zanyarî ya zimanê kurdî li Tehranê kirine û kesayetiyên wekî nivîskarê navûdeng yê kurdên Xorasan Kelîmulla Tewhîd jî tevî rêveberiya korê dibeNawa

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.