ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Bilal Seîd · 27.05.2009 · 2 dîtin
Silêmanî – Partiyên Rojhilatê Kurdistan û hevwelatiyên Kurd ên wî beşê Kurdistan’ê li ser beşdarbûn û nebeşdarbûna hilbijartina Serokkomarê Îran’ê yê nû ne cuda difikirin. Partiyên Kurdî daxwaza boykotkirina hilbijartinê dikin û piraniya hevwelatiyan jî dibên emê beşdar bibin. Komela Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistan-Îran Baskê Mistefa Hicrî, Komîta Sazimana Xebata Kurdistan’a Îran û Rêxirawê Kurdistanî ya Hizba Komunîst a Îran hilbijartina Serokkomarê Îran’ê boykot dikin û daxwazê ji xelkê Rojhilatê Kurdistan’ê dikin neçin ser sindoqên dengdanê. Ji 400 kesên ku bûbûn berendamên Serokatiya Komara Îslamî ya Îran’ê, Wezareta Navxwe ya Îran’ê li ser raspardina Şûra Nîgehban, wek bilindtirîn organê biryarder bo hilbijartinê tenê çar berendam pesend kirin. Herçar berendamên serokatiyê jî evna ne: Mehmûd Ehmedî Nejad, Muhsîn Rezaî, Mîr Husên Mûsewî û Mehdî Kerubî. Wek tê texmîn kirin li Bajarê Tehran yek milyon Kurd dijîn. Kor û Komeleyên Kurdên Tehran’ê li ser destnîşankirina helwêstekî hevbeş bo dengdana yekî ji wan herçar berendaman berdewam in. Piraniya kesayetiyên siyasî, rewşenbîr, rojnamevan û hunermendên Kurd li ser piştgirîkirina herdû berendamên Baskê Reformxwazan Mehdî Kerubî û Mîr Husên Mûsewî hevra ne. Di daxwiyaniyekê de Berdevkê Bereya Yekgirtina Kurd Dr. Rehîm Ferhmend bo Rûdaw’ê ragihand: ‘’Em ne wek hizbên Kurdî ne. Em li nav welat dijîn. Em dixwazin bi riya gotûbêjan daxwaza mafê xwe bikin. Ev 30 sal e kes guhê xwe nade me, niha berendamên wiha derketine guhê xwe didin daxwaziyên me, lewra divê em biryarê li ser berendamekî vekirî bidin.’’ Bi baweriya Dr. Rehîm tu encam ji boykotkirina hilbijartinê dernakevin û didomîne: ‘’Ev çendîn ger e bi boykotkirinê em meydanê ji wan re vala dikin, ger yek ji wan berendaman mafên Kurd binase û qebûl bike, baştir e em deng bidinê.’’ Nerîna dengderên Kurd bêhtir bi aliyê reforfmxwazan de ye. Lê di nav wan de heta niha nehatiye yekalîkirin ka gelo deng bidin Mûsewî yan Kerubî. Li gor hinek alîgirên Mûsewî, ji ber nêzîkê Elî Xameneî ye di hilbijartinê de biser dikeve. Alîgirên Kerubî jî dibêjin yekem berendamê bi aşkere behsa mafên neteweyên din ên Îran’ê kiribe bi taybetî jî Kurd, Kerubî ye, her wî wiha kir Mûsewî jî derbarê kêmnetewên Îran’ê de bernameyê taybet rabigihîne. Kerubî, li Rojhilatê Kurdistan’ê di dema propagandeyên hilbijartinê de, wêneyekî xwe yê bi Serokê Herêma Kurdistan’ê Mesud Barzanî re, wek propagandekirinê û dostayetiya xwe ya li gel Kurd belav kir. Derbarê boykot kirina hilbijartinê de Lîderê Partiya Demokrata Kurdistan’ê Ebdulla Hesenzade bu Rûdaw’ê wiha axifî: ‘’Ez wî mafî didim hevwelatiyên Kurd ên li welat ku hilbijartinê boykot bikin yan piştgiriya yekî ji berendaman bikin.’’ Partiya Demokrata Kurdistan’ê Baskê Ebdulle Hesenzade bi sedema ku piştgiriya bernameyê 8 xalî yê Mehdî Kerûbî dike rûbirûyê rexneyên dijwar bûye. Di bernamê Kerubî de behsa mafên kêmnetewên Îran’ê tê kirin. Li ser vê mijarê Ebdulla Hesenzade nerînên xwe wiha tîne ziman: ‘’Bernameyê 8 xalî yê Kerubî helwêstekî biwêrane ye. Tiştê Kerubî dibêje îtirafeke mezin û ev rastiya civaka Îran’ê ye. Naskirineke aşkere ye bo wan hemû netewe û ayînên ku li Îran’ê hene.’’ Pisporê warê siyasî li Rojhilat’ê Kurdistan’ê Mehmûd Seîd Zade jî diyar dike ku herçiqas boykot kirina hilbijartinê karekî modern e lê tu encam jê dernakeve: ‘’Ji ber ku me berê boykot kirin ceribandiye û tu fêdeya wê nebû, lewra divê em daxwaziyên xwe pêşkêşî berendamekî bikin ku wan daxwaziyan bixe bernameyê xwe.’’ Beşek ji partiyên Rojhilata Kurdistan’ê bi hemû awayekî dijî beşdarbûna hilbijartinê ne û di wê baweriyê de ne ku beşdarbûna Kurdan di vê hilbijartinê de, di berjewendiya Komara Îslamî ya Îran’ê de ye. Endamê Polîtburo ya Komela Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistan’ê (KOMELE) Ebubekir Muderîsî hilbijartina Îran’ê bo Rûdaw’ê wiha rave kir: ‘’Ev hilbijartin jî wek hilbijartinên din tenê propagande ye bo rejîmê, beşdarbûna wê hilbijartinê dijî wê xebatê ye ku ev 30 sal e em dikin.’’ Di derheqa bernameyên hilbijartinê yên Kerubî û Musewî de jî ku behsa mafê kêmnetewên Îran’ê dikin, Muderis wiha axifî: ‘’Bernamên Kerubî û Mûsewî ji bo Kurd û hemû xelkî jî ne bernamên rast in.’’ Muderis, bi sedema ku piştgiriya bernameyê Kerubî kiriye Partiya Demokrata Kurdistan’ê jî rexne kir û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ew helwêstê Demokratan ne helwêstekî maqûl û rast bû.’’ Rudaw.net
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.