ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 15.06.2009 · 2 dîtin
Di hilbijartinên hefteya borî yên Parlamenê Lubnan'ê de, dû berendamên Kurd şikest anîn û piraniya Kurdên Lubnan'ê jî dengê xwe dan Seed Herîrî.Di hilbijartinên hefteya borî yên Lubnan'ê de herdû berendamên Kurd Xizir Taha û Xazî Xemîs, nikarîn dengên pêwist bistînin û bighin parlamen. Wek tê texmîn kirin jimara Kurdên Lubnan'ê zêdeyî 150î hezar kesî ye û li Beyrut'ê 4 muxtarên wan hene, lê belê nikarîn yek kursî yê parlamen jî bidestxînin.Berendamê Kurd Xizir Taha di heman demê de Sekreterê Partiya Rizgarî ya Kurdên Lubnan'ê ye. Di daxwiyaniyekê de bo Rûdaw'ê got: ''Mebesta berendambûna min ew bû di pêşerojê de Kurd jî bikaribin postên parlamen, fermî û îdarî werbigirin. Di balyoz û konsolxaneyan de para wan jî hebe.''Derbarê wan dengên bidest jî anîne Xizir Taha wiha axifî: ''Min 886 deng standin. Lê ev jimara han têrê nedikir bighim parlamen.''Bi baweriya berendamê navbirî yê Kurd ku zimanê Kurdî nizane, wek destpêkek berendambûna wî û Xazî bo zemîne xweşkirinê di hilbijartinên pêşerojê de Kurd bikaribin karîgertir bin pêngaveke baş bû.Li gor agahiyên Sekretêra Komeleya Xêrxwazî ya Kurdên Lubnan'ê Gulîstan Mihemmed, bi giştî ji sedî 70 heta 80ê yê dengderên Kurdên Lubnan'ê tevî proseya hilbijartinê bûn.Kursiyên Parlamenê Lubnan û postên hikûmetê li gor taîfeyan hatine dabeşkirin. Di hilbijartinên Lubnan'ê de Herîrî biser ket û wek serokê taîfeya Sunne tê hesab kirin, herwiha Kurd jî bi wî re ne. Lê wî heta niha tenê dengê Kurdan birine bê wêya berendamekî Kurd bixe nav lîste ya xwe.Sekretêrê Partiya Rizgarî, bê hêvî ye ji wêya Seed Herîrî hîç kursiyekî bide Kurd û didomîne: ''Ger şandek ji Herêma Kurdistan'ê were Lubnan'ê û daxwazê jê bikin, dibe ku bandora wê hebe û bikeve tevgerê.''Bi baweriya Serokê Komeleya Xêrxwazî ya Kurdên Lubnan'ê Bavê Xazî, heta Herêma Kurdistan'ê hevkariya wan neke û xwedî li wan dernekeve hîç tiştek bo Kurdên Lubnan'ê nayê kirin û dibêje: ''Qîbtiyan li ser daxwaziya Baba Şinode yê Misrê kursiyek ji xwe re misoger kirin, bi heman awayî Ermenî û kêmnetewên din jî, tenê Kurdên Lubnan'ê bê xwedî ne.'' Wek amaje pêdanek jimara Qîbtiyên Lubnan'ê 10 hezar kesan derbas nake.Xizir Taha jî heman nerînê diparêze: ''Sunne ser bi Erebîstana Siudiyê ne, Şîe ser bi Îran'ê ne, Xirîstiyan ser bi Fransa ne, li Lubnan tenê Kurd bêkes in.''Zêdeyî 25 hezar Kurd li Bajarê Beyrut'ê dijîn û muxtarê çar taxan jî Kurd in. Li Lubnan'ê taybetmendiyeke siyasî ya postê muxtariyê heye lê li parlamen yek nûnerê wan jî nîne.Di vê derbarê de Bavê Xazî nerînên xwe wiha tîne ziman: ''Seed Herîrî wek rejîmên din ên Ereb hemû Kurd kirine dijminên hev. Di her maleke Kurd de çend reng hene. Ji sê Kurdan dû bihev re nînin. Ew bi milyonan peran xerc dikin da helwêstê Kurd nebe yek.''Li gor hinek çavkaniyan, berendamên Kurd ne hewqasî xweştivî bûn. Partiya Xizir Taha di dema komkujiya Qamişlo û raperîna Rojavayê Kurdistan'ê de, beyaname di berjewendî û piştîvaniya Hikûmeta Suriyê de derxist. Herwiha Xazî Xemîs berendamê dûwem, li gor axaftinên piraniya Kurdên Lubnan'ê, heta ruxana Rejîma Sedam jî peywendiyên wî yên ligel Rejîma Baas a İraq'ê bihêz bûn û her li Baxda bû. Li dijî daxwaziyên Kurdên Herêma Kurdistan'ê bû û hevpeymanî li gel şêxên Ereb çêkiribû. Dema berendambûnê jî bi navendên Kurdî neşêwirî ye.Derheqê berendambûna wan de Serokê Komeleya Xêrxwazî ya Kurdên Lubnan'ê wiha peyivî: ''Ew herdû berendam her nehatine ba me û pirsek jî bi me nekirine, ew ser bi baskê Herîrî ne.''Navbirî wiha dawî bi axaftina xwe anî: ''Derdê Kurdên Lubnan'ê li ba Kek Mesud Barzanî û Mam Celal tê çareser kirin. Ger li wir tiştek ji me re neyê kirin, li vir kes hesabekî bo me nake, pêwist e daxwazê bikin Kurdên Lubnan'ê jî wek 16 taîfe yên din ên Lubnan'ê wek taîfe bên hesab kirin.''Rudaw.net
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.