Ramyarî

Kurdên Hemû Cîhanê Ji Bo Parastina Kurdistana Azad Yekbigirin...

Partîya Þoreþ-KAWA · 14.01.2007 · 2 dîtin

Kurdên Hemû Cîhanê Ji Bo Parastina Kurdistana Azad Yekbigirin...

Kurdên Hemû Cîhanê Ji Bo Parastina Kurdistana Azad Yekbigirin...Komara Tirkîyê ji roja avakirina xwe ve heta niha bi hemû hêz û imkanên xwe ên sîyasî, aborî, çandî, dîplomatîkî û leşkerî ve li dijî Kurdan, hebûna Kurdan û piçûktirîn destkeftên Kurdan li ku dibe bila bibe, di şerekî qirêj de ye...Vê Komara Tirsê, ji Şoreşa Koçgirîyê ve(1920) heta şikestina Şoreşa Dersîmê(1938), li Kurdistana Bakur bi rêya agir û hesin ve rêvebir, sed hezaran Kurdên serhildayî, xelkê sivîl li gel jin û zarokan li pêş çavên hemû dinyayê bi awayekî hovane qirkir..Dewleta Tirk li pêş û dema yekemîn şerê cîhanê de li dijî gelên Ermenî, Asurî û Kurdan ji bo “afirandina netewa Tirk û welatek ji bo xwe” hemû tawanên li dijî mirov, hemû tawanên şerî û komkûjîyên nedîtî anî holê û cîhbicîh kir.Lê hemû dinya ji bo berjewendîyên xwe li beramberî wan tawanên Dewlata Tirkan bêdeng man, li dijî gelkûjer û komkûjerên Tirk qet tiştek nekirin.. Tirkên xwînrêj ji ber ku hesabên tawanên xwe ên komkûjîyê nedabûn, her li ser wê rêçkê berdewambûn.. Ew di sîyaseta xwe a komkûjîyê a beramberî Ermenîyan û Asûrîyan de heta radeyekê serketin.. Lê netewa Kurd li gel hemû komkûjîyan li ser axa xwe wekî netewe ma û tekoşîna xwe berdewam kir.. Dewleta Tirk tenê bi wan komkûjîyên xwe li Bakûrê Kurdistanê ve ranewestîya, ew her li ser sîyaseta xwe a li dijî Kurdan hem li ser astê deverê û hem jî li ser astê cîhanê berdewambû.. Di wan hemû pêymanên deverê û cîhanê ên li dijî Kurdan û Tevgera Azadîxwaza Kurdistan hatin morkirin de dewra dewleta Tirk eşkere û diyarbû.. Di demên ruxandina Komara Kurdistanê û têkçûyîna Peymana 11 Adarê de jî Tirkan dewrek gellek xirap û li dijî Kurd dîtin.. Heta ku wan li dijî sazkirina saziyên çandî û civakî ên Kurdan li Ewrupa û Amerîka û welatên din jî xebatên gellek nelirê, nemirovane kirin..Lê ew hemû xebat û çalakîyên wan ên li dijî Kurdan heta radeyekê hatin îzolekirin û bêencam man..Piştî şerê kendavê Kurdên Başûr li gel Raperîna Mezin hemû sazîyên fermî û nefermî ên dewleta İraqê li Kurdistanê yekcar holê rakir û beşekî mezin ji Kurdistana Başûr azadkir.Ji sala 1991 ê ve heta niha dewleta Tirk hewl dide û xebat dike ku ew destkeftên Kurdistana Başûr nemîne... Ji bo vê yekê jî dewleta Tirk ya bi rasterast ya jî bi rêya ajanên xwe ve li Başûrê Kurdistanê hemû karên xirap , terorîstî kir û her jî berdewam e..Di şerê navxweyî li Başûrê Kurdistanê de dewra xirap a Tirkan îro ji alîyê hemû hêz û kesên welatparêz ve tête zanîn..Artêşa Tirk  û generalên wê  ên Kurdkûj  di  vê  dawîyê de hemû  sazîyên fermî û ne fermî   û  hemû  partîyên sîyasî û   rageyandina Tirkan  li dijî Kurdan û bi taybetî  li dijî Kurdistana Azad  seferber kir.Di vê dawîyê de Serwezîrê Tirkan, Recep Tayyip Erdoxan bi awayekî fermî û eşkere sala nû ango sala 2007 an wekî sala li dijî Kurdan îlan kir. Daxuyanîyên Wezîrê Derveyî ê Tirkîyê, rapora MİTê, beyanên Musteşarê vê sazîyê, konferansên li ser Kerkûkê, vexwendina neyar û dujminên Kurdan ji bo Enqere, hewlên dîplomatîkî ên Tirkan li Rojhilata Navîn, bi taybetî ji bo Surîyê û Îranê û ji bo hemû welatên cîhanê li ser hîmê dijayetîya Kurdan û nehîştina destkeftên Kurdistana Başûr hatine avakirin.Dewleta Tirk bi van hewlên ve dixwaze, destkeftên Kurdistana Başûr holê rake, ew sazîyên netewî ên bi saya xwîna sed hezaran şêhîdan li Kurdistana Başûr peydabûne, birûxîne û qet nebe jî lawazbike û bê desthilat bihêle.. Dewleta Tirk bi hemû hewlên vê xebat dike ku peywendîyên Kurdan û Emerîka xirapbike.. Dewleta Tirk dixwaze di cîhanê de cepheyeke avabike ku li dijî peyîva Kurd û Kurdistanê be..Je ber vê yekê ye ku, Serwezîrê Tirk R.T. Erdoxan ji bona hukumetek navendî a dema Sedamî li İraqê têdikoş e...Ji ber vê yekê ye ew hewl didin ku, Kerkûkê rapirsî çênebe û Kerkûk nehête li ser Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê ye ku, ew hewil didin, Hêzên Peşmergeyan nemîne, desthilatê Hukumeta Kurdistanê li ser nefta Kurdistanê nemîne...Dewleta Tirk di vê dawîyê de bi awayekî eşkere, dest li nav karûbarên navxweyî ên İraqê û Kurdistanê werdide, Kurdan tehdît dike û qala dagirkirina Kurdistanê dike.Ev êrîşên dewleta Tirk dike, teror e !!!! Terora derûnî ye!!! Ev terora derûnîya Tirkan li dijî hest û hebûna netewî a hemû Kurdên cîhanê ye.. Ew dixwazin hemû hevî û xewnên hemû Kurdên cîhanê li Başûrê Kurdistan bifetîsînin û holê rakin..Ji ber vê yekê jî divê hemû rêkxistinên Kurdistanî, hemû sazîyên çandî û civakî ên Kurdan û bi kurtî hemû Kurdên cîhanê ên ku dilê wan ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê lêdidin, li der û dora destkeftên Kurdistana Başûr, ango der û dora Parleman û Hukumeta Kurdistanê û Serokê Kurdistanê kombibin û li dijî van êrişên Tirkan rawestin!!! Em, wekî Partîya Şoreş-KAWA çawa me di dema Raperîna Mezin a sala 1991 de erk û wazîfeyên xwe ên netewî heta destê me hat, cîhbicîh kir.. Îro jî em amade ne bi hemû şiklan bi rêyan wekî çavên xwe van destkeftên biparêzin..Bijî Kurdistana Azad!!!Bijî Yekîtîya Gelê Kurdistanê!!!14.01.2007Partîya Şoreş-KAWA

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.