ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Ako MIHEMED · 27.12.2008 · 2 dîtin
Dema pirs ji komeleyekî Kurdên Lubnan’ê bê kirin, dibêjin; ‘hemû tayfeyên Lubnanî xwedî pişt û piştevanin. Tenê em Kurdên Lubnan’ê bêxwedî û piştevanin.’ Dibêjin; ‘Erebistana Siûdî ya Sunî û welatên din yên Kendavê li pişt wan e, İran’a Şîa li pişt wan e, Mesîhiyên Rojava li pişt wan e.’ Ew gelek gazinan ji kêmxemi ya Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê ya beramberê xwe dikin. Lewra li gor wan, ji bilî erkê wan û netewî, mafê wan jî di wan destkeftan de heye ku li wî beşê Kurdistan’ê bidest ketine. Ne li Herêma Kurdistan’ê pêşwaziya wan tê kirin û ne jî çi alikarî ji bo wan dice. Herwihe berpirs û karbidestên Kurd yên diçine Lubnan’ê jî pirsa rewşa wan nakin, hal û xatirê wan napirsin. Komela Xerxwazî ya Kurdên Lubnan’ê ku kevintirîn komela Kurdî ye, karmendê wê bi gilî û gazin dibêjin, Dezgeha Xêrxwazî ya Welîd bin Telal ji bo xêrê ji wan re kursî û kelûpelên komela wan kiriye. Lê Hikûmeta Kurdistan’ê çi alîkariya wan nekiri ye. Serokê Komelê Bahadîn Hesen, duxwaze peyama xwe bigihîne Hikûmeta Kurdistan’ê û hemû Kurdan: “Eger Hikûmeta Kurdistan’ê alîkariya Kurdên Lubnan’ê neke, ji bo Kurdên Lubnan’ê zeviyekî nekire û avahiyekî lêneke, da ku em bikaribin karên xwe yên perwerdeyî û civakî bi rêkêpêkî bikin û herwiha Kurdan kom neke, wê demê ji ber sedemên jibîrkirina ziman û dolarên deverên din, wê bibe sedem ku heta çend salên din, li Lubnan’ê yek Kurd jî namîne.” Kurdên Lubnan’ê ku ji sedî 95ê wan xwedî nasnama Lubnanî ne, wek Kurd nehatine tomarkirin. Lewra ji ber ku ew li ser ayinzayê Sunî ne, wek peywendiya ayinî li ser Ereb’ên Sunî hatine hesabkirin. Bi vî rengî beşê wan li gel Suniyan ketiye, lê Sunî tenê di demê hilbijartinan de bi çend dolaran û di mehê remezanan de jî bi sindoqeke erzaq Kurdên Lubnan’ê razî dikin, da ku ew li gel Suniyan di nûneratiya parlaman û hikûmetê de tevgerin. Lubnan xwedî rêyekî avî ya gelek girîng e. Her ji bo wê jî, çawa di dema xwe û li serdema Şoreşa İlon’ê gelek caran wek rêyeke çekanînê bikar hatiye, îro jî, ji bilî wê taybetmendiyê, ew xwedî vekirîtirîn civak û sîstema demokrasiyê ye di nav dewletên Erebî de. Hikûmeta Kurdistan’ê dikare ji aliyê jeopolîtîk ji vê taybetiya Lubnan’ê û ji ezmûnê vî welatî sûd vergire. Ji bilî ku piştevaniya Kurdên Lubnan’ê erkekî netewî ye, ger Kurdên Lubnan’ê li wî welatî xwedî hebûnekî zindî ya civakî û siyasî bin, wê Kurdistan ji Lubnan’ê zêdetir sûdê wergire. RUDAW-Beyrud
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.