ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 14.11.2005 · 2 dîtin
Kûrdê Feylî, Piştgirîya Lîsteya Hawpeymanetîya Kurdistan Dikin. Kûrdê Feylî, bi beşdarbuna hemu nunerên olî u civakî roja 13. 11. 2005 civînekî giştî sazkirin. Di civîna Kûrdên Feylî da rewşa Kurdistan, Iraq u hilbijartinên gistî a Iraq`a Federal hat gengeşekirin. Piştî civînê Nunerên partî, rêxirav u komel`in civakî, beyannamekî hawbeş belakirin. Beyannameya hawbeş a Kurdên Feylî da, Lîsta Hawpeymanetîya Kurdistan ( 730 ) bi nunerê Hemu gelê Kurdistan vasf kir u dawa li hemu gelê Kûrd kir kû deng u piştgirî bidin lîsta Hawpeymanetîya Kurdistan kû nunerê Gelê Kurdistane. Beyannameya Kûrdên Feylî da: Em Kûrdên Feylî ên kû li naverasta Iraq u li başurê Iraq dijîn bawerîya me bi nasnama me a netewî heye u dawa li hemu Kurdên Feylî çi yên nav yan dervayê welat dikin, li hilbijartinên giştî, deng bi lîsta Hawpeymanetîya Kurdistan bidin. Partî, rêkxirav u komelên yên kû beşdarî civînê bune: 1- Rêkxiravê Xoşewîstî u Aşitî2- Komelê Rewsenbîrî u komelayetî Kûrde Feylîyekan.3- Komela Kûrdên Feylî4- Encumenê Giştî Kurdên Feylî5- Komala Şehîdan u Zîyanlêkewtîyê Kûrde Feylîyekan.6- Rêkxirawî Kûrde Feylî Azadîxwazan.7- Malê Kûrd8- Damezrawî Hanay Xirxwazî.9- Komala Jin u Minal.10- Encumenê Eşîreta Kûrdên Feylî.11- Yekîtî Giştî Jinanê Kûrde Feylî.12- Encumenê Nuneranê Kûrdê Feylî13- Damezrawî şefek bo rewşenbîrî.14- Encumenê Eşirî Kûrdî-Giştî15- Komala Rojî Xirxwazî PukmedîaWerger : Goran Koçgirî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.