Ramyarî

Kurd Ne terorîstin !

PKE - Platform · 12.05.2006 · 2 dîtin

Di 03.05.2006 de 3 welatparêzên kurd, Ibrahîm Guçlu, Zeynel Abidin Ozalp û Sedat Ogur, bi tawanbarkirina "propaganda û alîkariya hedefên terorê (PKK ê)" li Diyarbekirê hatin girtin.Komara Tirkîye baş dizane ku, tu peywendîya van her sê welatparêzên kurd bi PKK ê re nîne. Gelek eşkereye ku, ev her 3 welatparêzên kurd bi qasî li dijî zordarîya dewleta Tirk tekoşîn dane, ew qas jî li dijî provakasyon û sîyaseta PKK - KKKê ku li dijî berjewendîya gelê kurd e,  rawestîyane. Komara Tirkîye careka din dixwaze di rêya PKK – KKKê  bi stratejîyeke lihevkirî miletê kurd krîmînalîze û dejenere bikin û bi vî awayî doza kurdan ji asta siyasî, hiqûqî û civakî dûr bixe.Eve demeke dirêje ku, Komara Tirkîye bi bahaneyên ”terorê” di herêmên navbêna Bakur û Başurê Kurdistanê de provakasyonan pêk tîne, zilm û zordarîyê li gelê herêmê dike û dixwaze rewşeke awerte biafirîne. Ew ji nuh ve bi bernama xwe ya û bi ”Qanûna xwe ya nuh”, careka din terorîzmê dixe rojevê û dixwaze kurdan hemiyan terorîze bike. Ibrahîm Guçlu, Zeynel Abidin Ozalp û Sedat Ogur li gorî normên demokratîk, sivîl û hiqûqî yên hemdemî helwesta xwe li dijî şer, bi awayeke vekirî diyar kirine û xwestine ku, erîşkarî û planên ordîya tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê ji raya giştî re eşkere bikin. Armanca ordîya tirk, ne PKK û şopandina wê ye. Ew dixwaze destkeftîyên Başurê Kurdistanê xirab bike. Ji bo wê jî dixwaze di navbêna Başurê Kurdistanê û beşên din yên Kurdistanê Herêmeke Stratejîk ava bike, da ku pêşiya peywendîyên di nav Gelê Kurdistanê bigre. Bingehê armanca bi cîhkirina 240 hezar leşkerên xwe li ser sînorê Başurê Kurdistanê jî ev e Plana wan û Cumhûrîya Îslamî ya Îranê ya hebeş eve ku, tevlihevîyan li Rojhilata Kurdistanê pêk bînin û êrîşan bibin li ser gelê kurd li rojhilatê welatê me. Kurdên ku ji welatê xwe hez dikin û li doza xwe ya Neteweyî ya Rewa xwedî derdikevin, ne ”terorîst” in! Mafê gelê Kurd e jî ku, weka hemû milletan Qedera xwe bi destê xwe tayin bike.Em wek Platforma Kurdên Li Ewrûpa – PKE, bangî hemû hêz û dezgehên demokratîk û siyasî dikin û dibêjin Werin em bi hev re çi li Kurdistanê û çi li derveyî Kurdistanê, destê xwe bidine hev û hêza xwe xurttir bikin û Erk û Berpirsîyarîya xwe ya ji bo Kurdistana xwe bi cîh bînin. Herweha em ji Raya Giştî ya Cîhanê daxwaz dikin ku, ew pêşberî van bûyerên qirêj bêdeng nemînin.2006.05.05Platforma Kurdên Li EwrûpaPKE - PLATFORM

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.