Ramyarî

Kurd ji entegrasyonê re vekirî û ji diyalogê re amade ne

Fadil Özçelik · 17.01.2007 · 2 dîtin

Siyasetmedarên Alman: "Kurd ji entegrasyonê re vekirî û ji diyalogê re amade ne" Fadil Özcelik, Duisburg-Almanya  Semînera Navenda Lêkolinên Kurdi (NAVEND) ku di 15ê rêbandanê (Januari 2007) li Almanya bajarê Duisburg li dar xist bi niqaşên germ û berdar bi dawî hat.   Semînera ku NAVEND ji bo lêgerîn û dîtina pirsên wek, daxwaza rêxistinên îslamî çi ye û gelo xwestikên wan bi yasayên welatekî demokratîk û hiqûqî li hev dikin, di van salên dawî de li Almanya îslam çima ket rojevê, siyaseta Almanya dixwaze bi kîjan rêxistinan re mijarê niqaşa bike, her wiha ji bo ku kurdên li Almanya dijîn di nav xwe de niqaşa îslam û entegrasyonê bikin û bi yek dengî helwest bigirin organîze kir, peyamên girîng derketin.  Semînera ku bi Enstîtuya Pêşketin û Aşîti (INEF) re hevbeş hat organîzekirin axaftina vekirinê berpirsê entegrasyonê yê hikûmeta Nordrhein Westfalen (NRW) Thomas Kufen kir û got ku, ew giringiyê dide ku NAVENDê mijara îslam û entegrasyonê ku niha li Almanya aktûele xistiye rojeva xwe û kurd jî ji aliyê xwe ve midaxaleyî vê pirsê dike.   Endamê rêvebiriya NAVENDê Celîl Hesen Pour di axaftina xwe de eşkere kir ku di van demên dawî de li Almanya hejmara civîn û konferansên ku bi armanca pêşxistina diyalogên di navbera misilmanên li vi welatî dijîn û siyasetê bi awayekî balkêş zêde bûne û wek nimûne jî Konferansa Îslamî ya li Almanya ku ji aliyê Wezîrê Hundurîn yê Almanyaya Federal Wolfgang Schäuble ve hatibû lidarxistin.   Pisporê îslamî yê kurd Adnan Dindar di axaftina xwe ya dirêj de li ser rewşa olî ya kurdan û medreseyên kurd rawestiya û agahdariyên balkêş ragihand beşdaran. Dindar got, „Kurdan wek civakeke pir olî û bawerî, diyaloga olî û entegrasyon pêkanîne. Divê kurd di nav niqaşên olî yên ku li Almanya tê kirin ciyê xwe bistîne û xwedî şans be ku tecrubeyên xwe ragihîne.“  Rêvebiriya civîna piştî xwarina nîvro Berîvan Aymaz kir û li ser navê Konfederasyona Yekîtiyên Elewî li Ewrûpa Dr. Huseyin Akpinar, li ser navê Meclîsa Misilmanên li Almanya Mounir Azzoui, li ser navê Civaka Xirîstiyan û Îslamê Rainer Schwarz, rojnamevan Ahmet enyurt û pisporê îslamê Salah-aldin Siedo amade bûn. Di vî besî de hemû besdaran diyar kirin ku ew qet napejirînin ku Yekîtiya Îslam ya Tirk ya karên diyanetê (DITIB) xwe wek nûnerê hemû misilmanan xuya bike. Schwarz got, „Divê DITIB biryarekê bide, ka ew dezgeheke dewletê ye an saziyeke olî ye“.   Rojnamevan Ahmet Şenyurt bi lêv kir ku di nav nifşê sêyem de jî saziyeke olî ya ku bi welatê xwe ve ne girêdayî nîne û bala beşdaran kişand ku rêxistinên olî çawa bi hin welatan re di nav pêwendiyên siyasî û madî de ne. Şenyurt got, „Ez bi şikim ku vana karibin feydeyekê bigîhînin polîtîkaya entegrasyonê. Pisporê îslamê yê kurd Siedo li ser nakokiyên misilmanên welatên dagirker û kurd rawestiya û wiha dom kir, „Kurd, ji ber nakokiyên xwe yên dîrokî û siyasî, di nav rêxistinên îslamî de ku ji aliyê Almanya ve jî wek bervêder (mixatab) tê qebûlkirin, cî nastînin. Siedo li ser helwesta rêxistinên îslamî yên şoven, nijadperest u dijî kurd rawestiya û got, „“Li mizgeftan alaya Tirkan hatiye darvekirin. Em kurd naçin mizgeftên wiha“.   Azzoui di axaftina xwe de diyar kir ku, „Ez di vê civîna NAVENDê de pêhesiyam ku kurdên ku li Almanya xwedî nifûseke mezin in di diyaloga olî de li ber çav nehatine girtin.“ Gava ku ji diyalogê bi dûrxistina kurdan dihat gengeşekirin rêvebira civînê Bêrîvan Aymaz pirsek wiha ji berpirsê Konfederasyona elewiyan kir, „Hûn li vir gazinc û rexnan li DITIBê dikin ku ew li gor berjewendiyên dewleta Tirk tevdigere. Wê gavê Federasyona elewiyan ya ku li Almanya ye û her diyar dike ku ew cudatiyekê naxe navbera nasnameyên etnikî, çima zimanê tirkî wek zimanê fermî bi kar tîne û hema girîngiyê nade zimanê kurdî?“ Akpinar ev rexne di cî de dît û got ku divê federasyona elewiyan xwe nû bike.   Di beşeke din de bi parlamenterên herêma NRW re mijara, „Gelo riya entegrasyone di îslamê re derbas dibe?“ hat niqaşkirin. Berîvan Aymaz li vir bal kişand ser îslama ku roj bi roj di siyaseta Almanya ya hundurîn de bêtir dikeve rojevê û ji parlamenterên CDU (Yekîtiya Xristiyanên Demokrat) , SPD (Partiya Sosyal Demokrat ya Almanya) û Die Grünen (Keskan) pirs kir, „Hûn dixwazin siyaseta xwe ya entegrasyonê ya ku têk çûye bi kifşkirina îslamê sererast bikin?“   Balkêşe ku, berpirsên her sê partiyan jî di axaftinên xwe de eşkere kirin ku DITIB saziyeke dewleta Tirk ya derve ye û her wiha anîn zimên ku kurd civakeke ji entegrasyonê re vekirî û ji diyalogê re amade ye û ji niha û pê ve divê kurd bi nasnameya xwe daxilî hemû hewldanên entegrasyonê bibin. Li gel vê yekê parlamenterê CDU Michael Ezzo-Solf bal kişand ser meyila şideta ciwanên tirk yên îslamî û got, ev rê li ber entegrasyonê digire. Parlamentera SPD Britta Altenkamp jî eşkere kir ku DITIBê beşdariya kurdan ji bo Konferansa Islamî li Almanya asteng kiriye û helwesta DITIBê li himber kurdan wiha bi lêv kir, „Beşdariya kurdan DITIBê asteng kir. Ji me re gotin, em bi kurdan re li ser maseyekê rûnanin”.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.