ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
rrodaro · 30.09.2005 · 2 dîtin
Pishtî 15 rojan li Kurdistanê û Iraqê rapirsî heye li Destûrê.. Heta vê gavê Destûr hêj nehatiye capkirin û belavkirin... Netewîyên Yekgirtî(NY) ev karê hanê daye histîyê xwe. Li gor agahdarîyên ku ji alîyê NY ve hatiye dayîn, 5 mîlyon dane Destûr capdikin û ligel Hukumeta Iraqê li ser Parêzgeh û Herêman de belavdikin..Pêshî biryara dawîyê li ser reshnivîsa Destûrê, Parlemana Kurdistanê li ser reshnivîsa reshnivisê biryar dabû.. Ev helwestê Parlemana Kurdistanê ji bo pishtgirîya Lijneya Kurdistanî li Komîsyona Nivîsandina Destûrê û delegasyona Kurdistanê li Bexda bû..Gellek caran li ser reshnivîsa vê Destûrê, gengesheyên tund û tuj hatin kirin.... Di encamê de reshnivisek derket holê.Lê vê carê jî ji bilî Îranê hemû dewletên Ereb û îslamî rabûn li ser pîyan û destpêkirin basa „Yekitîya axa Iraqê“, „nasnameya erebî a Iraqê“ û „cudaxwazên Kurd“ htd... kirin.Erebên Sine hem yên li nav Lijneya Destûrê, hem jî ên cek girtine û karê terorîstî dikin bi hevra li dijî vê Destûrê derdikevin. Erebên Sine dixwazin wekî berê dîsan bizivirin li ser desthilat û welêt birêvebibin...Ji bo vê yekê jî ev du salên vê dawîyê, Erebên Sine hemû karên xirap dikin..Pêsh cend rojan Parlemana Iraqê reshnivîsa Destûrê pesindkir... Pistî wê jî Parlemana Kurdistanê Destûr bi Kurdî xwand û li ser biryar da... Parlemana Kurdistan, bangî gelê Kurdistanê dike ji bo Destûrê deng bide. Helwestê hemû partîyên sîyasî ên Kurdistanê jî wisa ye. Ew jî pishtgirîya Reshnivîsa Destûrê dikin.. Ji bo vî armancî jî Lijneyek ji alîyê hemû hêzên Kurdistanî ve hatîye avakirin û ji bo „Belê“ kardike.Lê min li jorê jî bas kiribû heta niha ev Destûr negêhîshtîye destê xelkê... Wisa dîyare ku heta cend rojên din jî Destûr li ser xelkê de belavnabe... Heke îro jî NY destpêbike vê reshnivîsê belav bike, tenê karê belavkirina Destûrê di nav xelkê de dehan rojan dikishîne..Pishtî ku cara yekemîn Parlemana Kurdistanê biryar li ser Destûrê da, hinek guherînên bingehî li ser destûrê hatin kirin.. Yek jî ji wan guherînan, pishtî bi rêya Emir Musa ve fishara dewletên erebî, li ser xala duyemîn a di derhaqa nasnameya Iraqê de guherîn hatin kirin... Di wê bendê de dihat gotin ku „Erebên Iraqê besheke ji netewa ereb in“.. Ev hevoka ji Destûrê hate derxistin..Lê ev cendîn salin Kurdên me bashûr hewil didan, maddeya duyemîn a Destûra Iraqê biguherînin... Ji ber ku Iraq wekî „beshekî cîhana Erebî“ nîshan dida..Yasaya Rêvebirina Dewleta Iraqê jî di maddeya xwe a duyemîn de „Erebên Iraqê beshekî netewa ereb in“ digot..Niha, ev rêz ji Destûrê hatîye derxistin.. Li dewsa vê rêzê wisa dibêje: „Iraq yek jî hîmdarê Liga Erebîye û pabende peyman û biryarê wê“(Niha Destûr li ba min nîne.. lê teqrîben wisa dibêje)...Bi rastî Kurdên me bashûr li vir gavek gellek mezin shûnda avêtin.. Wê dema mirov basa peyman û biryarên vê sazîyê dike û girêdana xwe nîshan dide, pêwîste mirov bizanibe naveroka wan biryaran an jî peymanan cî ye. Li gor hinek pisporên cîhana Erebî, destûra navxweyî a vê sazîyê de hatîye xwe kirin ku ew ji welatên Erebî pêktê..Gelo Kurdên me bi destên xwe Iraq birin û kirin welatekî erebî??Lê pêwîst e mirov bizanibe ku, pêsh Shoresha Îlonê(1961) di nabeyna PDK û Hukumeta Abdulkerîm Qasim de li ser Destûrê û mafên Kurdan gellek gengeshe, niqash, gotûbej hatin kirin... Wê dema ev hemû hewlên ashtîyane têkcûn, Kurdan shoresh destpêkir.Pishtî darbeya leshkerî a sala 1958, di demeke gellek kurt de rêvebirên Iraqê, destûrek amadekirin.. Cara yekemîn di wê destûrê de basa „ Iraq ji du netewan, ji Ereb û Kurdan pêk tê“ dihat kirin... Lê dîsan di wê Destûrê de qala „Iraq besheke ji netewa ereb“ dihatkirin.Wê demê Partîya Demokrat a Kurdidstanê ne razîbûna xwe beramberî vê bende derbirî.. Sernivîskarê Rojnameya Xebat, ê wê demê, Mamoste Îbrahîm Ahmed bû.. Wî wê demê di rojnameya navbirî de gotarek nivîsîbû û têda wisa digot: „ Rastî ew e ku Erebên Iraqê beshek in ji netewa ereb........ Kurd jî beshek in ji netewa Kurd“..... Ji ber vê yekê Mamoste Îbrahîm Ahmed hate girtin...44 sal pishtî shoresha îlonê, dîsan Kurdên me nekaribû, bi shiklekî vekîrî ev bandora neteweperestên ereb li ser Iraqê rakin.. Ew bandor lawaz bû lê hêj jî holê ranebûye.Parlemana Iraqê reshnivîsa Destûrê pesindkir û nusqeyekî wê jî teslîmî NY kir. Lê, hêj jî gengeshe ranewestîyane.Erebên Sine, li ser federalîyê, nasnameya Iraqê, mesela zimanê resmî, qedexekirina partîya Beh’s, dabeshkirina dewlemendîyen Iraqê di nabeyna Parêzgeh, Herêm û hukumeta navîn de û li ser debaceya Destûrê nerazîbûna xwe dîyarkirin.... Niha jî hewil didin 5 mîlyon îmzeyan li dijî Destûrê kombikin û di sê parêzgehan de 2/3 ji dengên „Na“ destxin..Erebên Sine bi vî awayî hewlên xwe dewam dikin û pishtgirîya hemû dewletên Erebî jî werdigirin. Lê, Amerîka û hêzên hevpeymanan jî hewil didin alîyên din qaneh bikin ku, Sine jî di prosesa rapirsîyê de beshdarbin û ev yeka hanê jî di berjewendîyên hemû Iraqîyan de ye.Cend rojên berê Sefîrê Amerika li Iraqê hat Kurdistanê.. Shevekê li Barzan ma û pashê jî ew û Serokê Kurdistanê pêkve cûn Dukanê.. Li wir bûn mêvanên Mam Celalî.. Dîsan her sê birêzan di komcivîna Mektebên Sîyasî ên Yekîtî û Partîyê de beshdarbûn..Beshek ji bernama Balyozê Amerîka, Zalmay Xelîlzad ji daxwazên Erebên Sine pêk hatibû... Pishtî hevdîtina Xelîlzad ligel herdu serokên kurdan, wisa xuyadike, Kurdên me disan li ser „ destkarikirina hinek maddeyan razîbuna“ xwe dîyarkirin(li ser komcivîna Dukan Newroz Comê binêrin).. Gelo li ser kîjan maddeyan û bi ci siklî guherîn têne kirin û cawa li gel Xelîlzad rêkkeftin hêj ne dîyare..Dûr nîne van pishtî cend rojên din ew jî derdikeve... Ez hêvîdarim wekî meseleya nasnameyê nekin...Rodaro@arcor.de
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.