ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Cankurd · 02.08.2009 · 2 dîtin
Şaxnas û zanayê kêşeyên Rojhilata Navîn, Kenneth Katzman, îsal di meha Hizêranê de, ji saziya (Congressional Research Service –CRS) re, ku di warê lêkolînan de berdestiya Kongirêsa amerîkî dike, di bin sernavê jorîn de, lêkolîneke balkêş a ji 13 rûpelan amade kiriye. Ev rapor di bin jimareya 7-5700 de (RS22079) bo endam û komîteyên kongirêsê hatiye pêşkêşkirin, û di malpera (www.crs.gov) de jî belav bûye. Wilo her kesek dikane wê ji xwe re bistîne û bixwîne.Rapor ji sergotineke kurt û kin û ji van mijaran pêk hatiye: Paşdîwarê dûrokî yê berî cenga herifandina sîstema Seddam Husên, û rewşa ku li başûrê Kurdistanê hebû, û guhartinên berbiçav ên ku ji peymanên Sévres (1920) û Lozan (1923) de ta roxandina sîstemê li herêmê çêbûne. Kin û kurt li ser şorişa Îlonê ya mezin di saya Barzanî yê nemir de, qirkirinên ku li Kurdistanê bi hovîtiyeke bê wekanî (Enfal) di navbera 1980 û 1988 de li Kurdistanê pêda bûne, rewşa herêmê paş serhildana 1991 û qorîkirina Seddam Husên û leşkerên wî ji Kuwait û paşê ji Kurdistanê, „Peymana Washingtonê“ sala 1998ê, di navbera KDP û PUK de paş lihevnekirin û hevkaşkirin ên wan, û têkiliyên wan ên giring bi deselata amerîkî re ku gihan wa pileya di sala 2003ê de, ta serok George W. Bush biryara avêtina ser Îraqê da. Rapor li ser wan livbaziyên amerîkî dipeyive, ewên ku di saya zagona bi (TAL) têye nasîn çêbûne, û rê bo Kurdan hatibû dayîn ku bi pêşmergeyên xwe di cengê kevin, deselatdariya xwe ya herêmî (KRG) biparizin, koçkiriyên kurd vegerin cîh û warên xwe ku berê jê hatibûn derkirin, hema rê bo wan nehate dayîn ku navçeya Kerkûkê bi destê xwe ve bînin û deselata xwe bi wê yekê firehtir û bi hêztir bikin. Barzanîyê nemir Seddam HusênBi ser de jî, rapor li ser problem û astengiyên mezin ên di navbera deselata navendî û deselata federal a başûrê Kurdistanê de dipeyive, li ser destûra Îraqî, avakirina parlamenta kurdî (KNA), li ser serok û serokatiya herêmê û li ser hikûmeta kurdî (KRG) û têkiliya Pêşmerge bi hêzên paristina îraqî re ku bi (ISF) têye nasîn. Li ser harîkariya Pêşmerge bi (ISF) re li Til Afar û Mûsilê jî têye nûçedan.Di raporê de, hîvî di hilbijartinên 25ê Tîrmeha 2009 de hene, ku hêja Masûd Barzanî wekî serok bite hilbijartin û li ser destê wî astengiyên mezin ên di navbera Bexdad û Hewlêrê de (Kerkûk, Petrol, Pêşmerge û Parvekirina deselatê) ji ortê bên hilanîn. Rapor gota 42 partiyan dike ku di hilbijartinê de wê li ser 111 danişgehan di (KNA) de li qezer hev derkevin. Di raporê de hatiye ku serokê berê yê USA George W.Bush, didît ku bo hevaltiyeke baş bi Kurdan re pêwîste daxazên wan bêne berçavkirin, hema serok Obama ta niha tiştekî taybet li ser başûrê Kurdistanê ne aniye zimên û Kurd ditirsin ku kişandina leşkerê amerîkî ji Îraqê di salên 2010-2011 de bibe egera tûjkirina nationalîzma Erebî.Di raporê de, li ser hêz û sira Kurdan di deselata navendî de li Bexdadê û di hinek navçeyên dî de wekî Nînewa û Diyala têye hewaldan, li ser para Kurdan ji hatiniyên petrolê û derxistina wê ji aliyê Kurdan ve li herêma Kurdistanê, li ser kirrîna Pêşmerge ji çek û debanan re ji Bulgariya bi rêya xwe, ne bi rêya leşkerê îraqî…Bi ser ve jî, rapor li ser mijara PKK û PJAK jî radiweste û tiştê tev balkêş ewe ku di raportê de heft rêz taybet li ser mijara „Pirsa Serxwebûnê“ hene…Li dawiya raporê nexşeyeke rengîn heye, ku hem Mûsil û hem jî nîvê Ermîniya di nav sînorên Kurdistana mezin de ne, mixabin hema herêma Kobaniyê û hem herêma Çiyayê Kurdan (Kurdax) ne di nav de ne, gelek herêmên rojhilatê Kurdistanê jî hatine birrîn. Jêdera nexşeyê: Map Resources, Adapted by CRS. 06/2009Bo têkiliyê bi lêkerê raporê: Kenneth KatzmanSpecialist in Middle Eastern Affairskkatzman@crs.loc.gov 7-7612
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.