Ramyarî

Kurd Bihev re Naçin Şerê Bexda

Newzad Mehmûd · 10.08.2009 · 2 dîtin

Kurd Bihev re Naçin Şerê Bexda

Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê deriyê tomarkirinê ji navên pêkhateyên siyasî re vekir û li Herêma Kurdistanê ji xeynî hevpeymaniya navbera PDK û YNKê heta niha tu hevpeymaniyek nehatiye xwiyakirin. Sunne û Şîe bo hevpeymaniyeke bihêz pir hewl didin, ku bikarin bi rêya wê desthilatê bixin destê xwe û postên girîng wergirin. Ji bo hevrikiya li ser 275 kursiyên Parlamenê Iraqê, tê texmînkirin ku vê carê Kurd bi gelek lîsteyan ber bi Bexda birêkevin. Li gel xweamadekirinê hilbijartinên Parlamenê Iraqê, gotûbêjên germ yên pêkanîna hevpeymaniyê di navbera hêzên Sunne û Şîe yên Iraqê de destpê kiriye û têbînî jî pêşan didin ku vê carê pêkanîna Lîsta Yekgirtî ya Kurdî jî pir zehmet bûye. "Kurdistanî Her Kurdistanî ye"Piştî ragehandina encamên hilbijartinên Parlamen û Serokatiya Herêma Kurdistanê, serkirdayetiya PDK û YNKê tekez dikin ku her bi yek lîsteyê dikevin hilbijartinên dahatû jî. Di daxwiyaniyekê de Sadî Ehmed Pîre bo Rûdawê ragehanmd ku wê PDK û YNK li ser hevpeymaniya xwe berdewam bin û got: "Her bi hevre dibin."Di serdana xwe ya Havîngeha Dokan de, ji xeynî pirsgirêkên daleqandî yên navbera Bexda û Hewlêrê, Malikî beşekî gotûbêjan ên li gel Serkirdayetiya Kurd bo mesela nûkirina hevpeymaniya navbera Partiya De`we, PDK û YNKê terxan kiribû. Sadî Ehmed Pîre derbarê vê hevpeymaniyê de wiha axifî: "Baş e ev hevpeymanî kevin nebûye heta bê nûkirin."Derbarê piştgwehxistina hîzbên Kurdî û giringîpêdana hêz û pêkhateyên Eerb Mihemedê Hacî Mehmûd PDK û YNKê rexne dike û didomîne: "PDK û YNK gotûbêjan li gel Malikî dikin lê bo hevpeymaniyê bi me re nakin." Lê Sadî Pîre bi awayekî din diaxife: "Em gotûbêjan li gel hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin." Ji aliyekî din ve li gor Serokê Pêkhate ya Ayinde (Pêşeroj) Qadir Ezîz, PDK û YNK wan 53 kursiyên di dest xwe de li Bexda, bidest nayînin."Goran Berbi Bexda"Endamê Encûmenê Rêveberiya Kompanya Wişe û kesê dûyem ê Lîsta Goran Mihemed Tofîq Rehîm jî bo Rûdawê eşkere kir ku bi lîsteyeke cuda dikevin hilbijartinên Parlamenê Iraqê: "Ger teşqele û sextekariyên rabirdû dûbare nebin, emê encamên baş li wir jî bidest bînin."Bi baweriya serkirdeyên Lîsta Goran, di hilbijartinên Parlamenê Iraqê de jî jimareke zêdetir a dengan bidest dixin, ji ber li gor gotina wan beşdariya Kurdên derve û penaberan derfeteke baştir dide lîsteyan. Berpirsê berê yê Melbenda Derve ya YNKê Cemal Mihemed û niha endamê Lîsta Goran daxwiyand: "Piraniya Kurdên Ewrûpa bi reformê û li gel Lîsta Goran in, jimareke pir kêm li gel YNKê ne."Endamê Polîtburo ya YNKê Sadî Ehmed Pîre, ew yek red YNK û Lîsta Kurdistanî bo hilbijartinên Parlamenê Iraqê bi mebesta pêkanîna hevpeymaniyê gotûbêjan bi Lîsta Goran re bikin û got: "Tiştekî wiha di bernameyê me de nîne." Mihemed Tofîq Rehîm jî wiha axifî: "Tu hêzan bo vê mebestê peywendî bi me re nekiriye, herwiha me jî peywendî bi tukesî re nekiriye."  "Herçar Hizib Bihev re ne"Endamê Polîtburo ya Yekgirtûya Îslamî Hîwa Sabîr Mîrza da zanîn ku hê biryar nedane çawa tevî hilbijartinên Parlamenê Iraqê bibin. Hîwa Sabîr bi guman bû derbarê gelo di çarçoveya lîsta herçar partiyan de dimînin yan na: "Me hê helwest û biryara xwe diyar nekiriye." Lê Serokê Pêkhateya Ayinde Qadir Ezîz, jiber berjewendiya wî di berdewambûna lîsta navbirî de ye, bihevrebûna wê lîstê piştrast kir: "Em dê her bihev re bin."Qadir Ezîz amajê bi vê dide ku ger YNK û PDK daxwaza gotûbêjên dirustkirina lîsteke Kurdî ya yekgirtî jî bikin bo hilbijartinên Parlamenê Iraqê; "Bawer nakim em lihev bikin jiber tecrûbyeke me ya pir nexweş li gel YNK û PDKê heye. Têkçûna hevpeymaniya ku bi rêya wê em tevî hilbijartinên Iraqê yên borî bûn û bidawî hat, di stuyê PDK û YNKê de ye."Navbirî pirsgirêka tunebûna lîsteke Kurdî ya hevgirtî dixe stuyê PDK û YNKê û eşkere dike ku piştî dirustkirina hevpeymaniyan ew biryar û sozên xwe cîbicîh nakin: "PDK û YNK li gel Malikî gotûbêjan dikin, lê li gel partiyên Kurdî nakin."Di hilbijartinên borî yên Parlamenê Iraqê de, Yekgirtûya Îslamî bi lîsteke cuda beşdar bû û 6 kursî bidest xistin. Li gor çavdêran, zêdebûna listen Kurdî û beşdarbûna Lîsta Goran di hilbijartinên dahatû de, wê bandorê li Lîsta herçar hîzban bike û dengên pêwîst nayînin. Qadir Ezîz vê yekê red dike û pêde diçe: "Vê carê navçên cîhê nakokiyê û Kurdên Ewrûpa dengên xwe nadin Lîsta Kurdistanî, ev jî di berjewendiya Lîsta Goran û Lîsta herçar hîzban (Çaksazî û Xizmetguzarî) de ye. Di hilbijartinên Parlamenê Kurdistanê de gotara me lawaz bû, emê vê carê gotareke bihêz nîşan bidin.""Çepan Hê Biryar Neda ye"Endamê Polîtburo ya Partiya Komunistên Kurdistanê û Berdevkê Lîsta Azadî û Edaleta Civakî Dr. Hadî Mehmûd ragehand ku wan hê biryara xwe nedaye çawa tevî hilbijartinan bibin.Jiber heta niha tu civîn di vî warî de lidar nexistine, Dr. Hadî Mehmûd nikarîbû pêşbîniya pêkanîna tu hevpeymaniyan bike: "Hemû eger vekirî ne. Herwiha li Bexda pêwistiya Kurdan bi yekîtiyê heye. Divê Çep gotûbêjan bi hev re bikin û bighin encamekê."Jêderekî haydar daxwiyand ku eger heye çep vê carê bi PDK û YNKê re tevî hilbijrtianan bibin. Jêdera han encamên hilbijartinên Parlamenê Kurdistanê bingeh digre û dibêje: "Di hilbijartinên Parlamenê Kurdistanê de, çepgiran giraniya xwe nas kirin, heft hîzban kursiyek anî, loma baş dibînin vê carê li gel PDK û YNKê beşdar bibin.""Yekgirtû Tirsa Xwe Şikand"Parlamenterên Kurd li Bexda didin zanîn tecrûbeya çar salan a fraksyona Yekgirtû di Parlamenê Iraqê de, bersiva fikra ku dihat gotin fire lîstî zerarê dighîne berjewendiyên Kurdan li Bexda da.Li gor Endamê Parlamenê Iraqê ser bi Lîsta Hevpeymanî ya Kurdistanî Dr. Bayezîd Hesen Evdilla, jiber guherînên siyasî yên vê dawiyê, vê carê hilbijartineke germ û ciddî birêve diçe: "Şîe û Sune ji niha ve gotûbêjan dikin bi mebesta dirustkirina hevpeymaniyê di navbera xwe de, bi tenê yên heta niha ji gotûbêjan xemsar in Kurd in."Bi dîtina Dr. Bayezîd ne pirsgirêkek mezin e ger Kurd nikaribin lîsteke yekgirtî ya Kurdî dirust bikin. Navbirî Yekgirtûya Îslamî wek mînak pêşan da: "Ev çar sal in di Hevpeymanî ya Kurdistanî de listen cuda hene, lê di hemû pirs û pirsgirêkên çarenûssaz û taybet de, helwêsta me hemûyan yek e."Endamê Parlamenê Iraqê ser bi Lîsta Hevpeymanî ya Kurdistanî Azad Çalak cudabûna Kurdan hewqasî metirsîdar nabîne, lê ji Dr. Bayezîd hestyartir e: "Ger yek lîsteya Kurdan hebe pir baş e, lê ger ev pêknehat jî ne pirsgirêkek mezin e.""Li Bexda Gotûbêj Germ in"Di dema borî de derzeke mezin ket nav refê hevpeymaniya herî mezin a Koalîsyona Şîe yan ku bi 130 kursiyan hikûmet xistibûn destê xwe, Baskê Sedr û Fezîle jê cuda bûn; bi vêna koalîsyonê 45 kursî ji dest dan. Ji niha ve hêz û pêkhatên hevpeymaniya navbirî herwiha Sedir û Fezîle jî bi mebesta pêkanîna hevpeymaniyekê ketine gotûbêjên germ.Bi heman awayî, Sune jî hewel didin çarçoveya xwe berfirehtir bikin, Malikî jî bi armanca destpêkirina gotûbêjên hevpeymaniya çarqolî ya navbera De`we, Civata Bilind, PDK û YNKê ku beşekî serekî ji acêndaya serdana wî bû li Havîngeha Dokan û civîna wî li gel Barzanî û Talabanî.Li ser heman mijarê Berdevkê Enî ya Tewfuq a Iraqî Selîm Cebûrî nerînên xwe wiha anîn ziman: "Serdana Malikî bo Herêma Kurdistanê bi mebesta gotûbêjkirina hilbijartinên dahatû yên Iraqê bû." Di vê derbarê de ji Baskê Sedir Asma Mûsa jî bo rojnameya Şerq El-Ewsed ragehand ku Malikî tenê ji bo amadekariya hilbijartinên dahatû yên Iraqê û dirustkirina hevpeymaniyê li gel Kurdan serdana Herêma Kurdistanê kiriye.Rudaw

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.