Ramyarî

Koreya Başûr û Îraqê rêkeftineka pertolê bi bayê 3.55 milyar Dollar mor kir.

Xelefê Zêbarî · 24.02.2009 · 2 dîtin

Koreya Başûr û Îraqê rêkeftineka pertolê bi bayê 3.55 milyar Dollar mor kir.

Karbidest li Sêûlê dibêjin Koreya Başûr û Îraqê rêkeftineka pertolê bi bayê 3.55 milyar Dollar mor kir.Nivîsîngeha serokatiya Koreya Başûr di beyannamekê de ragehand ku ew rêkeftin ji layê serok Lee Myung-Bak û serokê Îraqî Celal Talebanî ve hat mor kirin.Li çarçîva wê rêkeftinê, Koreya Başur alîkariya ava kirina jêrxana parêzgeha Besre dike hemberî wergirtina petrola Îraqê.Bi layekê dîve, kompaniya ‘Incheon Airport Corporation’ rêkeftinek bi bayê 31 milyon Dollar digel hikûmeta Herêma Kurdistanê mor kir ji bo dabîn kirina sîstemên operasyonan li firokexanên herêma Kurdistanê. Serokê Îraqî û şandeka pêk hatî ji 40 karbidestên Îraqî, ji wan serok wezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bo demê çar rojan seredana Koreya Başûr diken. Komîsyona serbixwe li Kurdistana Iraqê plana xwe ya bo rêvebirina hilbijartinên meha pênc yên xwecihî li Herêma Kurdistan temam kirîye. Di derbarê vê de hevkarê me Belên Salih gotûbêjekê ligel Alî Qadir, serokê Komîsyonê kirîye.Rêzdar Qadir behsa naveroka planê kir û got di planê de tomar kirina dengderan, tomar kirina hemu alîyên siyasî, çavdêrî kirina hilbijartinan bi rêyên navnetewî û netewî, amade kirina kelûpelên bo hilbijartinê û danana butçeya bo hilbijartinê û herwisa parastina bingehên tomar kirin û dengdanê hatine amade kirin.Serokê Komîsyonê behsa alîkarîya hikumeta Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê parastinê de û rola Komîsyona Bilinda Hilbijartinê ya Iraqê û herwiha ya Neteweyên Yekgirtî di vê pêvajoyê de kir. voa

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.