ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 19.02.2009 · 2 dîtin
Frank Walter Steinmeier wezîrê derve yê Elmanyayê û şandeke pêre tevî Hoşyar Zêbarî wezîrê derve yê Îraqa federal bi riya balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê giha Hewlêra paytexit û ji bal Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin. Piştre Wezîrê Derve yê Elmanyayê û şanda pêre ji bal rêzdar Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin. Di hevdîtinekê de ku Serokê Parlementoya Kurdistanê û Serokê Civata Wezîrên herêma Kurdistanê û hejmareke wezîran jî amade bûn; Serok Barzanî tevî bi xêranînê; herweha şabûna xwe li hember seredana Frank Walter Steinmeier diyar kir. Herweha tekez li ser wê yekê jî kir ku rewşa ewlekarî û tenahiya herêma Kurdistanê ya normale ji bo viberanîn û kompanyayên Elmanî ku bikarin di pirosesa viberanîn û warê bazirganî û avakirina herêma Kurdistanê de alîkar bin. Herweha her îro bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û Hoşyar Zêbarî wezîrê derve yê Îraqa federal , Frank Walter Steinmeier wezîrê derve yê Elmanyayê Konsulxaneya hikûmeta Elmanyayê bi awakî fermî li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê; vekir . Kurdistantv
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.