Ramyarî

Konferansa Şêx Fexrê Adyan

Dîyar AYDÎN · 10.11.2008 · 2 dîtin

Mala Êzdîya Oldenburd, Li ser Şêx Fexrê Adyan gavek dîrokî havêt.Êzdîya di dîroka xweda cara wekem ku konferansek ewha pêkhanî u ronahî da dîrokê.Ji ber vî ev konferans, ji bo Êzdîya pir girîng u vatayek vî mezin heye.Konferans di nabeyna 31 Çirî-2 Teşrîn li Oldenburgê pêkhat.Amadevanê konferansê di nav 8-9 mehada, ku demek pir kine, lêkolîner, dîrokzan, rewşenbîr u nivîsarên Êzdî ku li welatên cur be cur dijîyan, hemuyan komkirin.Li darxistina Konferans, rastî damezrandina 15. salîya Komala Mala Êzdîya li Oldenburg hat. Ev jî taybetmendîyekî cuda bu.Axaftina destpêka konferansê, ji alîyê berêz  serokê Komala Mala Êzdîyan li Oldenburg Kek Telim Tolan hat pêşkeşkirin. Di axaftina xwe da bi kurtî li ser dîroka 15. salîya Komel sekinî u asteng tengasîyên ku hatibun ser riya wan hanî ziman.Hewalên komelê rasti pir astenga bibun,pir asteng derketibun pêşîya wan, lê bê rawestan, sîngên xwe dabun ber hemu zahmetîyan. Xizmetek bi hempa, pêşkeşî Êzdîya kiribun.Cîgirê serok Komel kek Sahap Dağ’ jî, wê heyecana wan parî dikir.Diaxaftina xweda li alîyek, li ser çelakîyên 15. salîya Komel sekinî u li alîyên din li ser xebat 8-9 mehîya komîta amedekar sekinî.Piştra berêz Dr. Askerê Boyik axaftinek dirêj kir u li ser Şêx Fexrê Aydan u li ser fîlozofî ya vîsekinî u bîr u bawerîya vî pêşkeşê amedevanbuna kir.Berêz Prof. Dr. Celîlê Celil ji bi usluba xwe a has u bi şîrova xweya hêja li ser filozofiya Şêx  Fexrê Adyan rawestîya...Celîlê Celil, demê li ser jîyana Şêx Fexrê Adyan agahdarî da u got: Pêwîste alaqa Şêx Fexrê Adyan bi sofizm heye an tune baş bê lêkolîn kirin.Bi rastî ev ji bona min pir balkeş bu.Piştra, Berêzan Îdo Babaşêx, Pîr Xidir Silêman, Ebu Azad, Dr.  Zûrabê Bûdî Aloyan u axaftvanên din ramanên xwe hanîn ziman.Dr.Xana Omerxalî, di nav axaftvanên beşdarvan herî xort bu. Bi zîrekî, bi şîrînîya xwe u bi dînamîzma xwe bala hemîya kişand u dilên van girt. Neslên kevn bi keça Êzdî a Kurd serbilind bun.Konferans bi gengeşên gûr davî hat...Bi rastî me, di dîroka Êzdîya da konferansek ewha kû naverok pir dewlemend bu, ne bihîst u ne jî belegeyek ewha didestê me da heye.Bi vî alîyê xwe ewê ji bo dîrokê şopekî baş be.Hemu beşdarvanan bi piranî li ser piştî dema Şêx Adi rawestîyan u gengeşe kirin. Mirov dixwest ku, axaftvanan biçuna nav koka dîroka Êzdîyan, bi tevahî, hemu dîroka Êzdîyan gengeşe bikirana, lê mixabin nebu.Konferans li ser Şêx Fêxrê Adyan u serdama vî hat gengeşe kirin, bi rastî pêwîstîya Êzdîyan bi konferansên ewha heye.Heta Nuha dîroka Êzdîyan bi rast nehatîye nivisandin. Nay naskirin. Ji ber van egeran, ji bo ronahîyek ev konferans hate holê. Ez hêvî dikim çelakîyên ev cure zêde bin u dîroka Êzdîyan li ser bingeha xwe a rast were damezrandin. ên Dîroka Êzdîyan nivisandine ne Êzdî bun, ji bo vî, dîroka Êzdîyan çewt hatîye nivisandin.Li rojame, li Rojhilat u li welatê me Kurdistan gelek dîrokzan u arkeolog li nav dîraka kevnar bi lêkolîna, gihîştin berhemên dîrokî.Piranîya van berhemên kevn yên Êzdîyan bun, li mixabin Tirk,  Faris u Erep xwedan derketin.Ji bo van berhemên giring ji destê dijminan derxin. Ji ber van egeran, derketine rastîya dîroka Êzdîyan pir girînge. Giringîya Konferansê ji ber van sedema ye.Ya din ji, giringîya konferansê jî bo bi hemu alîyan derxitina dîroka Êzdîyan, amadekirine komîteyek ji Êzdîyane. Ev pir girîng bu.Ez hêvîdarim ev pêk tê u dibe bersîv ji gelê Kurd.Bi giştî bîr bawerîya ku ji alîyê beşdarvanan hatine ziman evin: Bîr u bawerîya hemu axaftvanan yekbu, ku Şêx Fexrê Adyan pewîste di kategorîya Feqîyê Teyra, Melê Cizîrî u Ahmedê Xanê da were rêzgirtin. Li gor hemu axaftvanan Şêx Fexrê Adyan ji van Edebîyatçîyên rêzdar kêm nîne.Hemu beşdarvanan gihîştên encamek ger berhemên Şêx Fexrê Adyan ji bo  raya giştî vere pêşkeşkirin, ji bo dîroka Kurd u Kurdistan sudmend dibe.Di kirnê 11. da ku demê Şêx Fexrê Adyan hate Lalîş, Lalîş bu navenda zanist.Ev pêvajo heta kirnê 13. domand, demê ku parêzerê Musul Bedrettin fermana Êzdîya derxist, jeonsîda Êzdîyan 2 sed sal berdevam kir.Belge, Pirtuk, pirtukxane u cîhên bawemendîyan dihatin talan-virankirin u dihatin şewtandin.Êzdî nikaribun ibadeta xwe bi cîh bînin, beyt u duayên xwe nikaribun binivisînên. Ew serdem 12 000 hezar beyt u duayên Êzdîyan hebun.Îro, Beyt u Duayên ku di destên Êzdîyan da mane 300 heb derbasnabin.Pêşnîyara Konferansê yek jî ew bu ku wan beyt u duayan verên komkirin u bi rêk u pêk werên nivisandin.Şêx Fexrê Adyan, berhemên ku derxistîye holê, buye fîlozofê herî mezin di dîroka Êzdîyan da, Ji bo ku Şêx Fexrê Adyan u berhemên vî  li serdemê me vere naskirin, Komela Mala Êzdîyan a Oldenburg ev konferans pêk hanî. U xwest ku, Lêkolîner, rojnamevan, nivîsar, li ser ev mijarê lêkolîn bikin. Teşrîn 2008 Werger: GoranÇend berhemên Şêx Fexrê Adiyan:  Qewlê Miskîno jaro Hey benî AdemoMiskîno jaro Ademo Ev diniya mestexaneyeWek xewna şevayeHer roj yara hinaye Ka Şilêmanê hukim dikir?Ka Bilqîza nav dikir?Tu jî xweş bî ewan diniyaJi xwe re terik dikir. Ka Silêmanê pêxemberan?Ka Bilqîza bi zêrê zeran?Tu jî xweş bî, ew jî çûnNav ax û beran. Kanê Xidir kanê Elyas?Kanê derwêşê tizbî û wekaz?Tujî xweşbî, ew jî dinavAxê de kirin qeyas. Benî Adem li vê diniyayê mebe temaVî zêr û malî gelek meke cemaDiniya bo resulê Xwedê nema Ev diniya erdê derwêş eTêda di gerin cimle cêş eKesek bi nefisa kibar naçe pêş e Mala gorê çende tarî û çende kûreTijî mare tijî mûr eYa rebî tu dikarî dû aşiqan ji yek bikî dûr e Werin werin xizim û lêzimWê gavê giriya me bêDax û sed kovan û keserXelikê şêrîn lêvên şekirNema bidin xeber Qewî giriya me bêHizin û girî bê fêde yeGor û kefen mala me ye Me girî, me nalHêstiran ji rûyê xwe bimalEv diniya bo pêxemberê Xwedê nema Werin werin lezim werinEmê îro gelek bigirînXelikê mêrga heciya ew mîr dikeXêr û şeran xefir dikeDaxa dilan bapîr dike(Daxa di dilan de pîr dike)  Qewlê Dayik û Baba Menid ji şex Fexir pirsîyeTu bi heqî key îlahiyeIrkana mêrê êzidî çîye .... Fexir wê ban dike surreJi keşkula xwe tîne der durreJi mendê xwe re dihûne û vediçirre .... Firwarek hat ji ‘ezmanaRêûrisim û hed û sed bo me dananeYek ji wan , wesiyeta dayik û Babane .... Firwar hatîye ji ba melekê celîlLi hemû wexta li hemû bedîlJi berî Isa û Musa û Birahîm xelîl .... Firwar hat ji ba تzîdê soreBi emrê wî lêda moreLi emrê wî bi weste û lê nebore .... Hizra xwe bike li vê dinêBi emrê pedşayî bi tinêEwî dana Bab, ewî dana Dê .... Ez di bêjme we : hûn nekin ji bîrEz di bêjme we : xelkê êrifî zana yî jîrHûn çu cara bêy Dayik û Baba nekin tekbîr.... Li ser te ye danaye heqeLi gel Dayik û Baba neken axaftina reqeDa ser û ziman li ser we nebin şeqe .... Kesanê dilê wan hişteEwî dilê terîqeta xiwe ji xwe hişteLi axretê yî bê pale yî bê pişte .... Heqe tu li wan bikey silaveغ zîyaretî bî li desit û çaveLi hemû suba li hemû gava .... Yî şikestîye destê ser rabîLi dinê û axretê tena nabîDê di agirê dojê de terrabî .... Ew pîsekî sefîl yî rû reşeEw gayekî şaş yî beşeMêrê bê Dayik û Baba gava xwe pavêt û bi meşe .... Neh meha tû xudan kirîJi av û agir tû dûr kirîXewêt şeva li xwe heram kirî .... Bab li erda hostayeMal bi wî ye rawestayeTa’eta wî ta’eta Xudaye .... Heke tû çil çilî bi rojî bîHeke tû çilêt dî bi micade û ebadet li pê bîFêde nake tu ne li ta’eta Dê û babê bî .... Heke tû dilê Dayê şayî nekîغ dilê Babê tena nekîFêde nake , heke tû sed salî ebadet bikî .... Heke Dayik û Bab ji te nebine razîTû çend bikî hawar û gazîTû çu cara miraz nabî …. Ne bêje tû Deykeke pîrîغ bê hizrî bê bîrîHeke bi wê Deykê nebe , tû naçiye dîwana mîrî .... Ne bêje pîremêrekî kaleغ zergûnekî bê haleHeke bi wî babî nebe , tû naçiye dîwana Xwedê te’ale .... Ew gava nesax di binEw bê desit û pê dibinCayize hingî di xizmet da bin .... Bi destî bigire bi gêrreBi Lalişê ve bi hinêreRehmekê vêre bi bêre .... Vêre bi de xêreغ du’ayekê bike ji melekê cebêreDa tû şermezar nebî li gel melikan û mêre .... Ev qewla Bedelê Feqîr Hecî ji cem qewilzanê hêja MERWAN BABIRI li meha nîsanê 2006 li bajêrê Oldenburg nivîsîye. Gotinêye kû wî jî ELI BABAŞتX wergirtiye .  Qewlê Qiyametê Rojekê ji rojan dibîTerqîn li erşan dibîXebare li çiyan dibî Suniye li behiran dibîNe kesê kesan dibîNe babê pisan dibîEwê rojê xelikê zalim,li wê derê nuqisan dibî Ew bû roja dijiwar dibîKursiya pedşa li xwar dibîQazî bi xwe cebar dibî Ne sed xwezî bi ruha enkar dibîSed xwezme bi ruha ehil qiriyar dibî Ew bû roja mezin dibîQazî bi xwe kerîm dibîXelik hemû xetxwîn dibîEwê rojê ne sed xwezme bi wê,ruha derewîn dibî Ew bû roja li wê dibîKursiya padşê li erdê dibîQezî bi xwe Xwedê dibî Sed xweziya wî mêrî kar û emelê wî çê dibîHerkesekî kar û emelê wî vedibîHey nebî ha nebîHebîbî ya rebî(Dilovanê yarê bî)Himeta seyda nebîMe û hazir û guhidaran,li ber dîwana Şîxadî û melik Şêxsin hebî.  Dr. Askerê Boyik  

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.