Ramyarî

Komara Islami Tené Demé Dikre U Dikuje

Azad Kurdî · 22.03.2006 · 2 dîtin

  mijarên sereke ya civîn û konferansên paytextên welatên Rojava.Mada çaran ya Peymana Qedexekirina Berfireh ya Çekên Etomî mafê dewlemendkirina Uraniyûmê di rêya aştîxwazane dide welatên endam yên vê saziyê. Komara Îslmaî ya Îranê jî hemû çaxekê îdea kiriye û dike ku armancên wan ji bidestxistina çekên Etomî, ne leşkerî û aştîxwazane ne! Bê guman nigeraniya xurt ya rêxistin û civaka cîhanî û ev îdeayên rayedarên Komara Îslamî ya Îranê hev nagirin û bê hecet û sedem nine!?Rejîma desthilatdar ya Meleyên Îranê di warê lêkolîn û zêrevanîkirina hewce û berdewam ya Ajansa Vejena Etomê ya Navneteweyî li ser xebatên Etomî yên Îranê bi wan re alîkarî nekiriye û heya wî cihî ku karî ye rastiyên têkildar bi programên xwe ên Etomî li hember çavê AVEN nepenî kiriye û tu çaxekê ne amade bûye di vî warî de zelal û ron bixebite û hitbara wan bo aliyê xwe rabikêşîne. Ev kiryar û livîna hikûmeta Îslamî ya Îranê di xwe de vê gumanê xurt dike ku Komara Îslamî ya Îranê bernameyên navokî yên xwe bi armanca bidestveanîna çekên Etomî û tevkuj dişopîne.Ji aliyeke din ve Komara Îslamî ya Îranê wekî hikûmeteke terorîst û piştevanê terorîzmê di cîhanê de, pêpeskerê mafên mirovan, binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî û neyarê aştî û tenahiyê di herêmê de hatiye naskirin. Herwiha maytêkirin di kar û barên hundir yê welatên dûr û nêzîk dike û aloziyê di van welatan de pêk tîne. Tişteke xwezayî ye rejîmek bi vê kakil û naverokê, demekê ku çekên Etomî bidest bixe, dê bibe xeter û êrîşeke mezin û xurt ji bo aştî, tenahî û aramiya herêmê û cîhanê. Heq e ku raya giştî ya navneteweyî li hember xebatên Etomî yên Îranê nigeran be û îdeayên wan yên pûç û derewîn ne pejirînin. Di van çend salên çûyî de, roj li pey rojê ew dewletên ku bi sedema têkiliyên bazirganî û aborî, vêc û qazanc ji Komara Îslamî ya Îranê re distnadin, haydarê xebatên nepenî yên Etomî ên Îranê bûn û niha hêdî hêdî jê rew dikevin û tevlî hevalbendiya cîhanî dijî doza Etomî ya Îranê bibin. Encama dawîn ya vê rewşê, 27 dengên ERÊ ji koma 35 dengên endam ên Rêxistina Ajansa Vejena Etomê ya Navneteweyî bû. Di encamê de biryar hate girtin rapora dosya Etomî ya Îranê ji Konseya Ewlekariyê were şandin.Lê gelo bi vê çendê pêvajo bi dawî tê?Bê guman na! Me dît piştî dayîna biryarê, Komara Îslamî xebatên xwe yên zengînkirina Uraniyûmê di hêzgehên Etomî da dest pê kir. Di vê derbarê de rayedarên Îranê helwest û gefên tund anîn ziman.Qirar e di rûniştina roja 6’ê meha Marsê de, Serokê AVEN, Dr. Mihemed El Beradeî raporeke nû û berfireh li ser xebatên Etomî yên Îranê bixe ber çavê endamên vê rêxistinê û ji Konseya Ewlekariya RNY re jî were şandin û li gor naveroka raporê Konseya Ewlekariya NY dê ceza û dorpêçkirinên aborî û ...li ser Îranê bimeşîne.Dîplomasiya berdewam, lê bê encamPiştî ku biryar hate girtin dosya Etomî ya Îranê ji Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî re bihê şandin, her wekî çend salên derbasbûyî welatên Fransa, Almanya û Îngilîstanê wek nûnerên Yekîtiya Ewropayê ji aliyekê, ji hêleke din jî dewletên Rûsya û Çînê bi awayekî xurt bi piştgîriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û her wiha cehd û hewildanên AVEN ji bo razîkirina Komara Îslamî bo destberdan û ne zaxkirina Uraniyûmê bê armanc ma. Lê di vê navberê de welatê Rûsyayê xebatên xwe yên dîplomasiyê bi Îranê re berdewam kir. Aqibet Roja 26.02.2006’an û di pêvajoya gotûbêjên rayedarên welatên Rûsya û Çînê bi rayedarên Îranê re hate zanîn ku Îran amade ye ku dewlemendkirina Uraniyûma xwe di axa Rûsyê de encam bide. Dîplomat dibêjin ku ev lihevhatine tenê aliyê teknîkî heye û di kakil û naverokê de gelek pirs û mijarên hûr bê çareserî mane. Îran bi qebûlkirina rûyekî ya pêşniyaza dewleta Rûsyê, dixwaze ji şandina dosya xwe bo NY pêşgîriyê bike û cezayê dorpêçkirinê aborî û ... li ser Îranê nehên meşandin. Lê ev kiryare dawiya kar nine û nigeranî û şika raya giştî ya navneteweyî li ser xebatên Îranê yên Etomî her berdewam in. Danûstandinên Îran û Rûsyayê li ser vê pêşniyaza Rûsyayê hate holê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Etomî ya Îranê, xebatên dewlemendkirina Uraniyûma Îranê di nava axa Rûsyayê were encam dan. Rûsya ji Îranê dixwaze tev xebatên xwe yên zaxkirina Uraniyûmê bide sekinandin. Di vê navberê de rastiyek heye ku gelek alî ji ber têkiliyên xwe yên aborî, bazirganî û siyasî bi Îranê re micid bigrin, armanca Komara Îslamî ji pêvajoya dîplomasiyê tenê kirîn û kuştina demê ye. Ew dixwazin ku raya giştî bendewarê siyaset, helwest û dîplomasiya xwe ya ku her kes û aliyek – ji bilî çend dewletên taybetî û dîktator – sergêj kiriye.Cezadan û hisarên aborî yên navneteweyî li ser Îranê di rêyê de ne, ji ber ku siyaset û helwestên desthilatdarên Komara Îslamî li dor xebatên Etomî cihê nigeraniya cîhanê ne û roj li pey rojê ev pêvajoye xurt dibe. Heke ev rewşe pêk bihê, gelên Îranê dê rastî çarenivîseke dijwar û nexuya dibin û divêt rayedarên Komara Îslamî li hember neteweyên Îranê bersivder bibinKurdistan MediaC.A

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.