Ramyarî

KİRASGUHASTİNA ÇIRAYÊN KU RONAYÎ DIDANE SER KURDEWARIYA RESEN, MIN GELEKÎ XEBA

Kemal Tolan · 20.09.2009 · 2 dîtin

KİRASGUHASTİNA ÇIRAYÊN KU RONAYÎ DIDANE SER KURDEWARIYA RESEN, MIN GELEKÎ XEBAR DIKE ! Belê, min jî bi dilekî xemgîn bihîst, dîsa yek ji wan çirayên ku ronayî didane ser kurdewariya resen vemirî. Baş tê bîra min û gelek Êzdî jî dizanin ku dayîka me HEWÊ ya keça Elî û Henar, di nav herêma Xalta de, mîna çirayeke geş gelek ronayî dida ser Êzdiyatiyê. Gelek bav û bapîrên me Êzdiyan vêga hêjî di zargotina xwe de dibêjin, Xwedê jê raziya da HEWÊ û zilamê xwe rahmetiyê Şêx BERKATÊ MAMED, di nav civaka Êzdiyên Xaltiyan de gelekî emek û nandarbûn. Xwedê tenê pêdizane, bê ka da HEWÊ çiqas maqul, şervanên azadiyê, “eşqiya”, “mahkum”, firar, evîndar, şivan, gaderî, golikvan, cotkar, rencber, gavan û hwd.ên Kurdan bi nan, av, dew, fêkî û meyveyên xwe têr kirin eWeke ku em li ser vî wêneyê da HEWÊ jî dibînin, rahmetiyê bi her hawyê xwe va çande û ola kurdewariyê di bin hemû zahmetiyan de diparast. Xwedê jê raziyê da HEWÊ zahf hez ji çandinî û zîndîbûna xwezayê dikir.... Mixabin, fersenda min tûne û ez nikarim wan hemû serpêkhatî, zahmetî û koçberiya malbata Xwedê jê raziya da HEWÊ birêz bikim. Lê ez dizanim, nivîskarê me yê rêzdar KONÊ REŞ, di gotareke xwe de bahsa nav û dengê mala Xwedê jê raziyê Şêx Berkat dike û dibêje: “ji mêj ve û ta roja îro cihê û warê Xaltan di navbera herêma Xerzan û Bişêriyê de ye. Başûr û rojhelatî Qubînê ye, li ser çemê Ridwanê, bakurî çiyayê Mava, nêzîkî Eskîfê. Dibêjin ku berê mezinên wan mala Şêx Berekat bûn li gundê Dûşayê.. û gotin; Dema mala Faro û mala Dîbo şer dikirin, şêx Berekat xwe bida pişta kê ji wan, ew bi ser diket. “(Çavk.:1) Her weha birêz ŞÜKRÜ GÜLMÜŞ jî li ser kiras guhastina da HEWÊ xembariyek nivîsandiye û di malpere xwe de bi kurtasî weha dide xwanê ‘Xwedîyo/rebiyo ew çi xale. Ma bê welatî kedera meye’(Çavk.:2) Weke em dizanin, da HEWÊ û neferên malbata xwe jî hew dikaribûn di nav welat de li dijî teror, zilm û zora desthilatdarên Tirkiyê û Kurdên bêxîret xwe biparêzin. Ew jî mîna me gelekan ji ber wê wahşeta dagirker û kevneperestan direvin û tên xwe davêjine ber bextê dewleta Almaniya yê. Da HEWÊ di 03.09.2009 de li bajarê Hamburg ê kiras guhast. Lavan ji Xwedê û Tawisî-Melek dikim, ew van kesên weke da HEWÊ yên ku ronayî didane ser Kurdewariya resen afû bikin. Dibêjim e şêx Hiseyîn, birê Mamed, qerîba Rindê û Eyşan, hemû nefêrên malbat, dost û pismamên da HEWÊ, bila serê we sax be ! Kemal Tolan 18.09.2009 Çavkanî: 1 KONÊ REŞ - http://www.pen-kurd.org/kurdi/koneresh/ezidiyen-cizire-1.html 2 ŞÜKRÜ GÜLMÜŞ - http://www.nasname.com/tr/4753.html . 3 MAMED KISNAK – Xwediyê wêne û Nebiyê da Hewê ye.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.